Sêrtê (çandname) – Muzîkjenê Kurd Rewşan Çeliklerê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî de, da zanîn ku wê strana albûma xwe ya bi navê Tov a Gûlê li ser hesaba xwe ya YouTube-ê wek vîdeo-klîb weşandiye.
Derheqê kliba strana xwe a Gûlê de, Rewşan Çeliklerê li ser hesaba xwe ya Instagramê wiha ragihandiye; “Tiştê ku naqede hezkirina jidil e. Hezkirina mirovan, ajalan, kulîlkan, çivîkan. Helbestvanê mezin Kamûran Alî Bedirxan hêê 1932’an de behsa vê hezkirinê kiriye. Tiştê ji me re ma, em jî rihê vê helbestê digihînin we. Hêvîdar im hestên ku ketine dilê me, dilê we jî bipêçe. Ji hemû dostên ku di vê klibê de keda wan heye û sponsorê me @waarmedianetwork re hezar carî em spas dikin. Ji ber pandemiyê klîp hinekî derengî dertên lê hêvîdar im bi piştgiriya guhdarên hêja, ev berhem wê bigihîje gelek kesan.”
Herwiha hat ragihandin ku derhêneriya klîba strana Gulê ji aliyê Kadir Yücelî ve hatiye amadekirin.
Lînka klîba strana Gûlê: