Rainer Maria Rilke, Ji Şairekî Ciwan Re Name – Pirtûknasîn

Danasîna pirtûka binavê “Rainer Maria Rilke, Ji Şairekî Ciwan Re Name” ku ev name ji aliyê werger û zimanzan Abdullah İncekan ve hatiye wergerandin ji bo zimanê kurdî.

Her kesê ku rêya wî bi edebiyata modern ya cîhanê ketiye, bi awayekî navê şairê modern yê Alman, Rainer Maria Rilke (1875-1926) bihistiye. Bi vê taybetiya xwe wî ne tenê di edebiyata Almanî de ciye xwe girtiye, ew herwiha di nava kanona şiîra cîhanê de jî xwediyê roleke bilind û bala ye.

Di vê kitêba hanê de Rilke di deh nameyan de fikr û ramanên xwe yên di heqê mijarên wek edebiyat û nivîskarî, jiyan û mirin, bûn û xwedîbûn, tenêtî û civakê tîne ziman. Ne tenê naveroka nameyan, herwiha awayê xweîfadekirina şair jî rêyekê ji xwendevanan re vedike. Her nameyek Rilke herwiha ceribandineke felsefîk e.

Belê, wekî amadekarê kitêbê Franz Xaver Kappus gotiye:

“Û gava li ciyekî yekî mezin û tekane qise dike, divê yên piçûk bêdeng bin.”

Rainer Maria Rilke, Ji Şairekî Ciwan Re Name
Werger: Abdullah İncekan

Derbar Rêvebir

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply