Derbarê pirtûkê de Dilazad wiha axivî: ‘Wek her curêyên huneran destpêk û dîrokeke sînemaye jî heye. Ya rast destpêka sînemaya li gor hunerên dî ne gelekî kevn e. Lê sînema di demeke kin de pevajoyên mezin derbaskirin. Sînema îro di nav huneran de ji hêla zû belavbûn û bandorê ve ketiya rêza yekemîn.
28e Çileyê Pêşîna sala 1895an roja Şemiyê Biraderên Lumiêre li Parîsê di Otela Grand de dinava Grand Cafê de filmekî nişan didin. Ev nîşandana film wek destpêka sînemaye tê qebûl kirin. Her çiqas ev roj wek destpêka sînemaye werê qebûl kirin jî bêguman heta sînema gihaştiye vê astê xwedi tecrubeyên kevintire. Bi gotineke dî paşxaneyeke ve nîşandana filman heye.
Pirtûk ji destpêka sînemayê destpêdike heta roja me bi awayekî kronolojik û sîstematîk hatiye nivîsin. Bi ve pirtûkê zimanêkî sînemayê yê bi kurdî derkete pêş. Hevîdarim ku ev pirtûk ji bo kesên ku li ser sînemaye lêkolîn dikin bibe çavkaniyeke sereke.’
Destpêk û Dîroka Sînemayê
DILAZAD A.R.T. KÎ YE?
Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî
Li ser çand û hûner û wejeyê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Heta niha bi tevahî 32 pirtûk nivîsandine.
Berhemên Kurdî
1- Destana Evînê, 2010
2- Ramanên Azad, 2010
3- Tûrik, 2011
4- Winda, 2012
5- Lêkolînên Kurdî I, 2013
6- Lêkolînên Kurdî II, 2013
7- Tûrikê Çîrokan, 2015
8- Çanda Xwarinê, 2016
9- Lêkolînên Kurdî III, 2017
10- Helbestên Binbêjingê, 2017
11- Bexçê Çîrokan, 2017
12- Çîrokên Şevên Direj, 2017
13- Demsala Pirpirînkên Azadiyê, 2017
14- Sînemaya Cîhanê, 2017
15- Sînemaya Kurdî, 2017
16- Kaos 2.0, 2018
17- Destpêk û Dîroka Sînemayê, 2018
Berhemên Ku Wergerandine Kurdî
1- Rîsala Aborîye, 2010
2- Wateyên 12 Suretên Qur’an a Pîroz, 2011
Berhemên Tirkî
1- Nûpelda, 2001, Çapa II. 2012,
2- Taşa Yazı Yazmak, 2010
3- Kurşunlar Yürek Ağlattı, 2011
4- Yolcu, 2011
5- Şagird, 2012
6- Başkaldırı Şiirleri, 2012
7- Dijle’nin Çocukları, 2012
8- 35 Bomba Roboskî, 2012
9- Kayıp Kavim Dom, 2017
10- Üçüncü Cephe, 2017
11- Kürt Sendromu, 2017
12- Komist, 2017
13- Şemamok Kokusu, 2017
JI BO BIDESTXISTINA PIRTÛKÊ
Kesên ku ve pirtûkê bixwazê dikarin e-maila xwe bişyenîn, e-maila dilazadart@gmail.com
Piştî ku e-maila we gihişte destê Weşanên Zaningeh, weşanxanê yê pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemayê wek xelatê ji we re bi awayekî e-pirtûk bi rê bike.
Piştî ku e-maila we gihişte destê Weşanên Zaningeh, weşanxanê yê pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemayê wek xelatê ji we re bi awayekî e-pirtûk bi rê bike.
zaningehpress.wordpress.com