Di Pêkanîna Nasnama Netewî de Bandora Edebiyatê û Ziman

Kurd di pêkanîna nasnameya netewî de ziman û edebiyatê datînin kur, ez nizanim. Lê, bi qasê ku ez zanim hinek siyasetmedarên kurd qîmet û girîngî nadine edebiyat û zimanê kurdî. Loma jî ew ne bi kurdî bi tirkî siyasetê dikin. Dema mirov tirkî bifikire, birame û bi tirkî siyaset bike dê siyaseta mirov jî bişibe ya tirkan û dê siyaseta mirov li gor mentalîteya tirkîbûnê şikil bigre.

 

Di nav civaka kurd de hinek siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin qîmet û rûmet didine edebiyat û zimanê kurdî. Fikir û ramanên wan, nêrîna wan a siyasî û helwesta wan kurdî ye, kurdayetî ye.

 

Dema min pirtûka xwe ya bi navê “Bandora Edebiyatê” dinivîsand, di encama lêkolînê de min dît bê di pêkanîna nasnama netewî de çiqas bandora edebiyatê heye û ziman çawa roleke sereke dileyîze. Di pêkanîna nasnama neteweyî de haceta herî girîng û bingehîn ziman e û edebiyata wî zimanî ye. Edebiyat û ziman şikil û reng dide nasnameya neteweyî. Ew hêza xwe ji hebûna netewî, ji çand, folklor, dastan, çîrokên gelêrî û edebiyata devkî digrin û li ser civakê bandora xwe datînin. Netewebûn li ser bingeha çend tiştan tê pêkanîn û bingeha wan tiştan jî ziman e.

 

Ziman, çand, edebiyat û tradisyonên/kevneşopiyên dîrokî nebin ferqa netewa kurd û neteweyeke din namîne. Heger ev tiştên cuda yên kurdan nebe, tuyê çawa ferqa kurdan ji neteweyên serdest ku welatê kurdan ji alî wan ve hatiye dagirkirin cuda bidî nîşandan?

 

Dewleta dagirker a kemalîst 95 sal in ku kurd înkar dike. Hêj jî li gor zagonên dewletê yên fermî û li gor yasaya wan a bingehîn kurd tunin. Heger kurdan bi tevahî zimanê xwe wenda bikirana, asîmîle bibana, li çand, edebiyat, tore û hemû hêjayiyên xwe yên netewî xwedî derneketana û herweha doza netewî û demokratîk neparêstana û ji bo vê dozê tênekoşiyana, dê eqîbeta kurdan bişibiyana ya Laz’an. Lê, şikur ku kurd nebûn wek Laz û Çerkezan, wek Boşnaq û Arnawidan.

 

Pêkanîna nasnameya yekgirtî ya hiqûqî û siyasî wisa hêsan nîne. Şert û zirûfên Kurdistanê, rewşa gelê kurd û pêvajoya ku kurd têde derbas bûn û konjuktura rojhilata navîn nehêşt ku heta niha yekîtiya kurdan ya herçar parçeyan pêk bê.

 

Welatê kurdan Kurdistan bê îradeya kurdan hate perçekirin û sînorên sunî yên di nav çar parçeyan de bû realîteya jiyanê û pêşî li têkiliyên sosyal civakî yên navbera herçar parçeyan girt. Her parçe li gor şert û mercên xwe yên taybetî di nav pêvajoyeke de derbas bûn.

 

Parçebûna welêt û şertên taybet yên herçar parçeyan helbet tesîra xwe di warê edebiyatê de bi şêweyeke negatîv kir. Edebiyata kurdî ya herçar parçeyan ji hevûdu hate qutkirin. Alfabeyên cuda bû sedemê ku kurdên bi latînî/kurdî dinivîsin û dixwînin û kurdên ku bi alfabeya arebî, bi tîpên Mihemedî dixwînin ji hevûdu fêm nekin û nikaribin berhemên hevûdu bixwînin.

 

Binêrin Soranî bi tîpên Latînî/kurdî bê nivîsîn ez dikarim bixwînim û jê fêm bikim, lê bi tîpên arebî ez nikarim bixwînim. Gelek pirtûkên hêja yên edebî bi soranî hene lê kurdên bakur jê feyde nabînin. Min û dostekî min ê kurdê başur li ser edebiyatê û bi taybetî li ser romana kurdî sohbet kir, wî pesnê romannivîserê kurd Bextiyar Alî, Xisro Çaf û Şêrzad Hesen da. Gelek pirtûkên wan hene lê bi tîpên arebî ne. Ez li ber ketim ku ji ber cudabûna alfabeyê, min heta niha yek pirtûkek van her sê nivîskarên hêja nexwendibu.Heta ku weşanên Avesta çend romanên Bextiyar Elî bi tîpên Larinî kurdî û bi kurmancî weşand, min xwend.

 

Bi min divê kurd yek alfabeyeke bikar bînin. Ew jî alfabeya Latînî/kurdî ye. Divê dewleta federe a başurê Kurdistanê gav biavêje û biryara pêkanîna alfabeya Latînî/kurdî bigre û di perwerdeyê de, masmediayê de û di hemû qada jiyanê de vê alfabeyê bikar bînin.

 

Min li jor bal kişand ser sedemên nebûna yekîtiya siyasî û cografîk ya kurdan, lewre jî ez vê mijarê dubare nekim. Lê, ez vê jî bibêjim; li cîhanê hinek dewlet pêşî parçe bûne û paşê bûne yek. Almanya, Vîetnam û niha hewldanên ji bo yekîtiya Kore’yê wek mînak in. Ez hêvîdarim ku dê di pêşerojê de parçeyên Kurdistanê jî azad bibin û Kurdistaneke yekbûyî çêbibe. Kurdistaneke serbixwe, yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê daxwaza her kurdê welatparêz û neteweperwer e. Lê, daxwaz tiştek e û realîte jî tişteke din e. Divê mirov li gor realîteya heyî tevbigere û realîteyê li gor daxwazên xwe biguherîne. Ji bo guhertinê jî kar û xebata siyasî û rêxistinî divê.

 

Ji bo ku ji bilî başurê Kurdistanê, li her sê parçeyên Kurdistanê di dibistanan de perwerdeya bi kurdî nabe, di têkiliyên fermî, di masmedia rojane û di bazarê de kurdî nayê karanîn, pêşveçûna zimanê kurdî hêdî hêdî dimeşe. Heger berevajê vê bibana û kurdî li van her sê parçeyan zimanê perwerdeyê û zimanekî fermî bana, dê hîn pirtir dewlemend bibana û hîn pirtir pêşve biketana.

 

Standartbûna zimên minaqeşeyeke din e. Heger ez li ser vê mijarê dîtin û ramanên xwe pêşkêş bikim dê gelek dirêj bibe. Mesela standartbûna zimanê kurdî girîng e lê pirhêlî ye jî. Ji standartbûna ziman mebest çiye? Kurdî ji çar zaravayan pêk tê. Gelo ji standartbûna kurdî qest ji her çar zaravayan avakirina zimanekî yekgirtî û standart e yan her zarava di nav xwe de standarteke ava bike?

 

Çawa ku ez naxwazim li başurê Kurdistanê Kurmancî di nav Soranî de bê helandin û li wir hertişt bi Soranî be, herweha ez naxwazim li bakurê Kurdistanê jî Zazakî di nav Kurmancî de bê helandin û hertişt bi Kurmancî be. Na, zaravayên kurdî dewlemendiya kurdî ye û divê bêne parastin, neyêne wendakirin.

 

Li Ewropayê di sedsala 19-an de hest û ramanên netewî geş bû, bilind bû û bi saya berhemên edebî nasnameya netewî pêk hat. Di pêkanîna nasnameya netewî de edebiyat haceteke girîng e û ji bo pêkanîna nasnameyê roleke girîng dilîze.

 

Hinek berhemên edebî û kitêbên olî ji bo pêkanîna nasnameyê bûne kanon. Qur’an ji bo areban, Tewrat ji bo cihuyan, Încîl ji bo neteweyên xaçperest yên ewropayê bûn kanona pêkanîna nasnameya netewî. Li ewropayê di gel Încîlê, Komediya Îlahî ya Dante û gelek roman û cur bi cur berhemên edebî ji bo pêkanîna nasnameya netewî ya gelên Ewropayê roleke girîng leyistin û bandor danîn. Di bin tesîra wan berheman de nasnameyên netewî şikil girtin.

 

Di nav civaka kurd de jî edebiyata devkî di serî de roleke girîng leyist. Paşê bi afirandina berhema nemir “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî, bi afirandinên dîvanên edebî yên helbestvan Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Elîyê Herîrî û hwd, di hêla nivîskî de edebiyata kurdî li ser pêkanîna nasnameya netewî û geşbûna hest û ruhê netewî tesîr kir, bandor danî.

 

Ola Îslamê kurdan ji nasnameya wan û ji çavkaniyên wan ê qedîm dûr xist û wan ber bi ometbûnê ve bir. Bi bandora misilmantiyê û şûnve kurd duçarî şîzofreniyeke kulturî bûn. Lê, edebiyata devkî ya kurdan û herweha berhemên edebî yên ku ji dema Ehmedê Xanî heta îro hatine nivîsîn kurdan ber bi netewebûnê ve anî. Heger bavê neteweperwerî û welatparêziya kurd Mistefa Barzanî ye, bapîrê neteweperwerî û welatparêziya kurd Ahmedê Xanî ye.

 

Edebiyat aîdbûna xwe di ziman de dibîne. Berhemeke edebî bi kîjan zimanî bê nivîsîn ew berhem aîdê edebiyata wî zimanî ye. Yaşar Kemal û Selîm Berekat kurd in, lê bi tirkî û arebî dinivîsin. Berhemên wan aîdê edebiyata kurdî nîne, aîdê edebiyata tirkî û arebî ye. Ez mînakek ji romaneke kurdî bidim.

 

Romana Mele Seîdê Xelatî ”Evîna Bêtuxûb” Romaneke bi kurdî hatiye nivîsîn, lê ji bo ku mentalîteya nivîskar îslamî û ometwarî ye, tê de tradisyon û çanda kurdî yan jî tişteke ku aîdê kurdan be, tişteke bal bikşîne ser kurdayetiyê tune. Nav, naverok, cih, war, bajar, hertişt arebî ye, aîdê areban e. Evîna Şefîq û Fetwa, têkiliyên wan û civatê, tiştên ku li derûdora wan diqewimin, bûyerên ku di romanê de têne ravekirin hemû jî arebî ne, aîdê civaka areban in.

 

Ez dixwazim bidim zanîn ku, naveroka romanê çi dibe bila be, a girîng zimanê wê yê nivîsînê ye û ziman wê dike aîdê edebiyata wî zimanî. Romannivîserên kokkurd Metîn Aktaş, Mehmet Sebatlî, Hesen Bildîrîcî û hwd, gelek romanên baş û hêja nivîsîne. Naveroka romanên wan kurdayetiye, kurd û Kurdistane, lê çi heyf ku zimanê wan tirkî ye û lewre romanên wan aîdê edebiyata kurdî nînin. Aîdbûn bi naverokê nabe bi zimên dibe. Romannivîserê Alman Karl May romaneke derbarê kurdan de nivîsiye û qada bûyerên romanê, cih û hertişt li Kurdistanê ye, lê wî romana xwe bi almanî nivîsiye. Nivîskarê Îngilîz Walter Scot li ser Selahaddînê Eyûbî ê kokkurd roman nivîsiye, lê bi îngilîzî nivîsiye û lewre jî romanên Karl May û Walter Scot aîdê edebiyata kurdî nînin.

 

Kurdek çîroka evîna Leyl û Mecnûn bi kurdî nivîsiye û arebek bi arebî nivîsiye. Naveroka wan yek e, lê zimanê wan cuda ye. Û loma jî yek aîdê edebiyata arebî ye ya din aîdê edebiyata kurdî ye. Bi min, êdî divê ev minaqeşeya nivîskarên kurd kî ne û berhemên kurdî kîjan in û herweha nivîskarên kokkurd ku bi zimanekî din dinivîsin û berhemên wan yên zimanên din aîdê edebiyata kurdî ne yan na, dawî bibe. Êdî ev minaqeşe neyê kirin. Pirtûk bi kîjan zimanî hatibe nivîsîn aîdê edebiyata wî zimanî ye û nivîskar jî bi kîjan zimanî binivîse – koka wî çi dibe bila be- ew nivîskarê wî zimanî ye. Herwekê ku Yaşar Kemal dibêje ”Ez kurd im lê nivîskarê zimanê tirkî me.”

 

Ziman zimanê gel e, netewe ye. Zimanê koçer û feqîra ye jî û zimanê dewlemend û arîstokrata ye jî. Her ferdên wî gelî/neteweyî bi wî zimanî xeber bidin ev tişteke xwezayî ye. Lê li ziman xwedî derketin, wî parastin û ji bo pêşveçûna wî xizmet kirin, kar û xebat meşandin tişteke din e.

 

Yekî ne welatparêz û neteweperest, yan jî yekî sîxur, xaîn û hevalbendê dijmin jî dikare bi kurdî xeber bide lê ew li kurdî xwedî dernakeve wî naparêze. Yên ku ziman diparêzin, lê xwedî derdikevin, wî pêşve dibin, dewlemend dikin kesên welatparêz, neteweperest, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên welatparêz û neteweperest in. Lewre jî di pêkanîna nasnameya netewî de ew roleke girîng dileyizin û pêdiviyên hêja pêktînin û bi saya wan nasnameya netewî şikil digre, geş dibe, pêş dikeve û tê pêkanîn.

 

Ji xwe yê ku li çand, edebiyat, ziman û hêjayiyên xwe yên dîrokî xwedî dernekeve nikare ji bo pêkanîna nasnameya netewî ti tiştek bike. Ji bo ew tiştên baş bike, kirinên pozîtîv pêk bîne divê li zimanê xwe, çand û edebiyata xwe xwedî derkeve.

 

Ne ji niha ve, ji dema qedîm ve nivîskarên kurd bi kurdî nivîsîne. Helbestên Baba Tahirî Uryan û yên din li holê ne. Dema ku arebî û farisî di rewacê de bûn û nivîskarên rojhilata navîn û nivîskarên tirk bi arebî û farisî dinivîsandin, nivîskarên kurd, Melayê Cizîrî, Elî Herîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî bi kurdî dinivîsand.

 

Kurdînivîsandina wan ji bo edebiyata kurdî a nivîskî bû bingeh û wan bi berhemên xwe yên edebî edebiyata klasîk a kurdî pêk anîn. Li cîhanê gelek xelk, netewe hene ku yekemîn numûneyên edebiyata wan a klasîk ne beriya sed salekê ne. Zimanê İngilîsî ku îroj li temamê dinyayê ewqas pêşketiye û berfireh bûye, numûneyên wê yê ewil beriya çarsed salan e. Heger em li edebiyata klasîk a tirkan binerin, di dema Selçukiyan û Osmaniyan de nivîskarên wan dîwanên xwe piranî bi farisî û arebî nivîsîne.

 

Helbet kurdînivîsîna nivîskarên kurd yên ku edebiyata klasîk a kurdî pêk anîne bi hest û ruhên netewî ji bo pêkanîna nasnameya netewî re xizmet kirine, loma berhemên xwe bi zimanê xwe –bi kurdî– nivîsîne. Ji xwe armanc, daxwaz û arzûya wan ev bûye ku ji doza netewa xwe re xizmet bikin û ji bo pêkanîna hestên netewî gav biavêjin û bibine pêngava yekem. Lewre jî divê kurd qîmet û rûmet bidine edebiyatvanên xwe yên klasîk û herweha qîmetê bidine edebiyatvanên xwe yên nûjen ku di dema niha de bi zimanê xwe ê zikmakî, anku bi kurdî dinivîsin û berhemên edebî diafirînin.

 

Ez dixwazim bal bikşînim ser vê rastiyê û bibêjim ku; Ziman, çand û edebiyata neteweyekî hebûna wê neteweyê ne. Neteweyek ku zimanê xwe, çanda xwe, edebiyata xwe wenda bike, ew bi xwe jî wenda dibe, di nav neteweyên din de dihele, asîmîle dibe. Yên ku neteweyan li ser lingan dihêle ziman, çand û edebiyata wê neteweyê ye. Sedemên ku çima romannivîsiya kurdî ewqas qels maye? gelek in. Lê, sedemê bingehîn siyaseta nîjadperestî û şovenîya dewleta dagirker a tirk e. Ev siyaseta wan a şoven, bi zagonên paşverû hebûna netewa kurd û zimanê kurdî qedexe kiribû. Zimanekî ku 95 sal qedexe be, helbet pêşketina wî zimanî wek ku tê xwestin pêk nayê, edebiyata wî zimanî beyar dimîne, edebiyata ku bi hezar zor û zehmetan bê afirandin jî qels dimîne. Civak paşve dimîne û kar û xebata rewşenbirî bi berhem nabe. Heger li Kurdistana bakur di dibîstanan de bi zimanê kurdî perwerde bihatana kirin, bi kurdî pirtûk, kovar û rojnameyên rojane bihata weşandin, dê romana kurdî jî bikemiliyana û gelek xurt bibana, pêşvebiçûna.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply