20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Dilawer Zeraq
1. Peyva ku herî jê hez dikî?
Dilawer Zeraq: Hezkirin
2. Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?
Dilawer Zeraq: Şakiro (Wey dil), Spring Waltz (Chopin)
3. Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?
Dilawer Zeraq: Azadî
4. Tu ji bo çi dijî?
Dilawer Zeraq: Ji bo jiyana ku her roja çûyî mirinê l min ferz dike
5. Li gor te kesê rewşenbîr kî ye?
Dilawer Zeraq: Rewşenbîr ew kes e ku bi dilrastî reftarê bi hizirên xwe dike
6. Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?
Dilawer Zeraq: Jidil, aram, xîretkêş
7. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?
Dilawer Zeraq: Xweavakirin û xweveavakirin
8. Egîdê te kî ye?
Dilawer Zeraq: Ew kesê ku doza egîdîyê nake
9. Tu dixwazî li ku derê bijî?
Dilawer Zeraq: Li ciyê ku dijîm
10. Kîjan pirtûkê dixwînî?
Dilawer Zeraq: Ziman û tenêtî
11. Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?
Dilawer Zeraq: Leşkerî
12. Çi te kelecan dike?
Dilawer Zeraq: Evîn û azadî
13. Çi kelecana te dişikestîne?
Dilawer Zeraq: Durûtî û tundî
14. Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?
Dilawer Zeraq: Nikarin xweşikî ji xwe hez bikin
15. Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?
Dilawer Zeraq: Kurdî
16. Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?
Dilawer Zeraq: Li dû evînê
17. Xewna bextewariya te çi ye?
Dilawer Zeraq: Bextewarî bes ji peyvekê pêk hatîye
18. Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?
Dilawer Zeraq: Nivîs û mûzîk
19. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Dilawer Zeraq: Honaka paşerojê (siberojê)
20. Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?
Dilawer Zeraq: Behredarîyên heyî besî min in
Dilawer Zeraq Nivîskar, Wergêr
Di sala 1965’an de li Farqînê ji dayika xwe re çêbû. Piştî ku xwendina xwe a seretayî, navîn û lîse li Farqînê bir serî, di sala 1985’an de li Amedê, Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Matematîkê kuta kir. Ji sala 1996’an bi vir de ye bi Kurdî çîrok û romanan û di warê zimannasî û rexneya wêjeyê de gotaran dinivîse. Digel ku berhevkariya biwêjên Kurdî dike jî, pê re jî, li ser rênîşa Kurmancî, etîmolojî û standardîzasyona Kurmancî xebatên lêkolînî dike û gotaran dinivîse. Digel vê yekê jî, 2 sal (2004-2006) redaktorî û edîtoriya kovara çandî, hunerî û wêjeyî a Kovara W’yê kir. Wekî dî jî, berhemên wêjeyî ên bi Tirkî werdigerîne Kurdî. Her wiha, di navbera salên 2008 û 2010’an de, di rojnameya rojane Azadiya Welat de, nivîsên bi naverokên wêje û çandê nivîsîn. Li Amedê dijî û mamostetiya matematîkê dike.