Seleteya Eciqandî

MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 4 kesan

*Firingî: 4 heb

*Pîvaz: 2 serî

*Îsotên tûjik: 2 heb

*Ava firingiyan: Kevçiyekî xwarinê

*îsotan pûlikî: Kevçiyekî xwarinê

*Naneya hişk: Kevçiyekî xwarinê

*Rûnê zeyt: Kevçiyekî xwarinê

*Leymûn: Hebek

*Tirşa hinarê: Fîncanek

*Xwê: Têra xwarinê

ÇÊKIRINA SELETEYA ECIQANDÎ

Hemû melzemeyên seletê bixin derdanekê, avê berdin ser wan û bişon. Firingiyên xwe biqeşêrin û gelek hûr bi şêwaza kabik hûr bikin, pîvazên xwe gelek hûrik hûr bikin û bi xwê bifirikînin. Îsotên xwe ji tovikên wan safî bikin, hûr bikin û tevî pîvazan bikin. Paşê derdana seleteyê  bidin ber xwe, pêşî firingiyan, paşê îsot, pîvaz û melzemeyên din tev lê bikin, salçeya wê, îsota pûlikî, naneya hişk, zeyt û tirşa hinar û leymûnê tev lê bikin,  xwê ya wê pê werkin, heta firingiyên we eciqîn bi destan li hev bixin û deynin ber xwarinan.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Jinên ducanî ji bêhna hertiştî çima me’dê xwe hevdikeve?

Sedema sereke ya gêjîbûn û vereşîna jinên ducanî ji bêhnan ev e: guhertinên hormonan û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *