Peyvsazî Bi Cotandinê – Husein Muhammed

Di peyvsaziyê de mebest ji cotpeyvan (cêwiyên siyamî, bînomiyal, dvanvda, bi inglîzî co-compound, Siamese twins, binomials, irreversible binomials, binomial pairs, bicolon, freezes, dvandva) du peyvên li pey hev rêzkirî ne ku bi hev re peyveke nû yan maneyeke nû çêdikin.

Em li jêr çend nimûneyan pêşkêş dikin. Bo ku were fehmkirin ku maneya wan bi rastî ne tenê herdu beşên hêmanî ne, em ê wan di kevanokan de li inglîzî jî wergerînin û diyar bikin ku di inglîzî ew herdu peyv bi hev ve maneya peyveke inglîzî didin:

  • deng (voice) + bas / behs (topic) à dengûbas (nûçe, xeber, news)
  • av (water) + hewa (air) à avûhewa (klîma, climate)
  • dê (mother) + bab/bav (father) à dêûbab, dêûbav (dayik û bab û/yan kesên din ên ku zarokan mezin dikin, parents)
  • xwişk (sister) + bira (brother) à xwişkûbira (hemû kesên ji eynî dêbavan, siblings)
  • ser (head) + çav (eye) à serûçav (rû, dêm, face)
  • dest (hand) + pê (foot) à destûpê (limbs)
  • jin (wife) + mêr (husband) à jinûmêr (kesên bi hev re zewicî, spouses)
  • xal (maternal uncle) + xwarza (one’s sister’s children) à xalûxwarza (hemû mirovên/xizmên ji aliyê dayikê ve, maternal relatives)
  • biçûk û mezin (hemû mirov, people of all ages)
  • bi şev û roj (24 saetan, herdem, bi berdewamî, bê navber, 24 hours, non-stop)
  • ji dil û can (bi cidî, bi temamî, bi her tiştê xwe ve, sincerely)
  • pîr û ciwan (kesên ji hemû temenan, people of all ages)
  • bûk û zava (herdu kesên ku daweta wan tê kirin, the wedding couple)
  • sor û zer (rengîn, colourful)
  • reşûspî (ne rengîn, black-and-white)
  • reşûşîn (şop û şûnên lêdanê/lêxistinê li ser leşî, bruise, contusion)[1]

Maneya cotpeyvê dikare ji herdu beşên xwe zêdetir an berfirehtir be:

  • serûçav (hemû rû: ne tenê ser û çav lê herwiha enî, birû, gep/alek, dev, lêv, erzînk…)

Hin caran jî cotpeyv maneyeke bi temamî ji beşên xwe cuda bidin:

  • dengûbas (nûçe, xeber, hewal)

Cotpeyvên kurdî (ne peyvên dubarekirî – li beşa li ser peyvsaziya bi dubarekirinê binêrin) adeten ji du peyvên serbixwe tên bikaranîn. Her yek ji wan peyvan dikare bi tenê jî di kurdî de were bikaranîn. Lê çend cotpeyv hene ku beşa wan a duyem adeten tenê li gel a yekem tê bikaranîn, bêyî wê di pratîkê de ne li kar e:

  • heval û hogir

Peyva ”heval” bêyî peyva ”hogir” jî tê bikaranîn lê ”hogir” adeten tenê wek beşek ji gotina ”heval û hogir” li kar e.

Cotpeyv di zimanên din de

Peyvên wiha di gelek zimanên din de jî hene. Bi taybetî ew di zimanên îranî û hindistanî de peyda dibin lê bo nimûne di çînî, japonî, yûnanî û fînlandî de jî hene. Bo nimûne:

  • soranî: dengûbas (ji deng + bas)
  • farisî: abûheva (avûhewa, klîma)
  • tirkî: ana baba, anne baba (dêbab, dêbav)
  • sanskrîtî: mātā-pitarau (dêûbab, peyv-bi-peyv: dê-bab)
  • yûnanî: ανδρόγυνο /anδrogino/ (jinûmêr, peyv-bi-peyv: mêrûjin)
  • fînlandî: maa-ilma (dinya, peyv-bi-peyv: erd-hewa)

 

Cotpeyv ji çi pêk tên?

Ji aliyê rêzimanî ve cotpeyv adeten ji du navdêran (ism, substantîv, noun) an du rengdêran (sifet, hevalnav, adjective) pêk tên:

  • navdêr: destûpê, avûhewa, şêr û piling[2], dêbav…
  • rengdêr: biçûk û mezin (kesên ji hemû temenan), reşûspî, sor û zer…

Di nav navdêran de bi taybetî endamên (beşên) leşî û endamên malbatê cotpeyvan pêk tînin:

  • endamên leşî: serûçav, destûpê, devûlêv, dil û ceger[3]
  • endamên malbatê: jinûmêr, xwişk û bira, bûk û zava, xal û xwarza…

Di nav rengdêran de xaseten navên rengan û peyvên jî-diyarker (temen-diyarker) cotpeyvan çêdikin:

  • navên rengan: reşûşîn, sor û zer, reşûspî…
  • ”temenpîv”: biçûk û mezin, pîr û ciwan…

Hin cotpeyv jî ji du lêkeran pêk tên. Lêker dikarin gerguhêz bin an jî gerneguhêz:

  • nimûne ji lêkerên gerneguhêz: hatinûçûn (bi maneya ”trafîk”ê, circulation, traffic), rabûn û rûniştin (irf û edet, reftar, tevger, behavior, way of life)…
  • nimûne ji lêkerên gerguhêz: danûstandin (negotiations), kirrîn û firotin (shopping), xwarin û vexwarin (alimentation)…

 

Hejmara rêzimanî ya cotpeyvan

Cotpeyv ji du peyvan pêk tên û adeten behsa bi kêmî du tiştan dikin. Loma adeten hejmara wan a rêzimanî jî pirhejmar (komî, plural) e:

  • destûpiyên min
  • serûçavên wê
  • dêbabên wî

Lê hin peyvên yekhejmar (kitî, takî, singular) jî hene:

  • Avûhewayê /Avûhewaya Kurdistanê xweş e.

Sebebê yekhejmariya peyva ”avûhewa” ew e ku ”av” û ”hewa” peyvên nehejmêrbar in (uncountable) anku nikarin bên hejmartin. Peyvên wisa adeten nabin pirhejmar.

Me di nimûneya xwe de peyva ”avûhewa” hem wek nêr (avûhewayê Kurdistanê) û hem jî wek mê (avûhewaya Kurdistanê) bi kar aniye. Cotpeyvên rêzimanî yên pirhejmar bêcins in ji ber ku di kurmancî de di pirhejmariyê de cinsê rêzimanî peyda nabe. Cotpeyvên yekhejmar cinsê xwe yê rêzimanî ji peyva duyem werdigirin. Lê peyva ”hewa” di kurdî de di hin devokan de nêr e (xaseten di kurmanciya rojhilatî de) û di hinan de jî mê ye (bi taybetî di kurmanciya navendî de) loma cinsê rêzimanî yê peyva ”avûhewa” jî li gor devokan diguhere.[4]

Paşpirtika pirhejmar ji ber herdu beşên cotpeyvê heye heta eger her beşek ji wan tenê yek be jî. Bo nimûne, di gotina ”dêbabên / dêûbabên wî” de paşpirtika ”-ên” peyva ”bab / bav” digire tevî ku her kesî helbet tenê babek / bavek heye.

Gotina ”xwişk û birayên min” dikare çendîn wateyên ji hev cuda bide:

  • min çend xwişk û çend bira hene
  • min xwişkek û birayek hene
  • min xwişkek lê çend bira hene
  • min çend xwişk lê tenê yek bira heye

 

Peyvrêziya cotpeyvan

Cotpeyv ji du peyvên serbixwe yên bi maneya xwe têkilî hev lê ne hevwate pêk tên. Cotpeyv di kurdî û zimanên din ên îranî de adeten bi navbirka ”û” tên çêkirin:

  • dê + bab à dêûbab

Lê ”û” hin caran nayê bikaranîn:

  • dê + bab à dêbab

Ji aliyê peyvrêziyê ve cotpeyv qalibgirtî ne. Peyvrêziya wan ne serbest e lê sabit e. Mirov nikare cihê herdu peyvan bi hev biguherîne û dîsa jî cotpeyvê biparêze. Bo nimûne, em bi merema hemû rûyê mirovan dikarin bibêjin ”serûçav” lê em nikarin bi maneya ”*çavûser”.

Gava ku em behsa du kesên ku daweta wan tê kirin, em wek cotpeyvekê destewajeya ”bûk û zava” bi kar tînin lê adeten nabêjin ”zava û bûk”. Du kesên bi hev re zewicî yan hevser, ”jinûmêr” in lê em adeten nabêjin ”*mêrûjin”.

Bi armanca kesên ji hemû umir û temenan em dibêjin ”biçûk û mezin” lê adeten em nabêjin ”mezin û biçûk”. Eger televizyonek ne rengîn be, em nabêjin ku ew ”spî û reş” e lê ”reşûspî” ye. Gava ku em şop û şûnên lêdanê yan ketinê li ser leşê kesekî bibînin, em dikarin bibêjin: rûyê wî reşûşîn bûye. Lê em nabêjin: rûyê wî *şînûreş bûye.

Ev sabitiya peyvrêziyê li gel maneyên taybet an ji hêmanên herdu peyvan berfirehtir van gotinan dikin cotpeyv. Mirov dikare ji ber van xusûsiyetan wan wek peyvên pêkhatî (hevedudanî, compound) yên serbixwe bihejmêre.

Gelo çima di peyva ”jinûmêr” de ”jin” berî ”mêr” e û di peyva ”reşûspî” de ”reş” berî ”spî” ye?

Niha ti bersivek li ba min nîne li ser sebebên peyvrêziya cotpeyvan.

Lê dîsa jî mirov dikare hin qeydên giştî diyar bike. Di kurmancî de:[5]

  • Peyva mê berî peyva nêr tê: dêûbab, jinûmêr, xwişk û bira, bûk û zava…
  • Di nav beşên leşî de mirov ji jor dest pê dike û ber bi jêr ve tê: serûçav, destûpê…
  • Di nav rengan de mirov adeten ji rengên tarîtir dest pê dike û ber bi rengên vekirî ve tê: reşûşîn, reşûspî, sorûzer, şev û roj…

Di zimanên din de jî peyvrêza cotpeyvan sabit e lê ne herdem wek ya kurmancî ye:

  • kurdiya başûrî: bawg û dalig (dêbab)
  • farisî: pider û mader (dêbab, peyv bi peyv: bab û dayik)
  • tirkî: ana baba (dêbab)
  • hindî: mata-pita (dêbab)
  • çînî: fu-mu (dêbab, peyv bi peyv: bab-dê)
  • japonî: fu-bo (dêbab, peyv bi peyv: bab-dê)
  • koreyî: bu-mo (dêbab, peyv bi peyv: bab-dê)

Hevbera ”şev û roj” a kurdî di inglîzî ”day and night” û di almanî de jî ”Tag und Nacht” hene ku di herduyan de jî ”roj” berî ”şev”ê tê. ”Reş û spî” di inglîzî de ”black and white” e anku ji aliyê peyvrêziya xwe ve wek kurdî ye lê di spanî de heman gotin ”blanco y negro” ye ku tê de ”spî” berî ”reş”î tê.

 

Giraniya dengî ya cotpeyvan

Di cotpeyvan de tenê kîteya dawiyê ya beşa duyem giraniya serekî heye. Di nimûneyan de cihê giraniyê hatiye qelewkirin:

  • jin + mêr à jinûmêr
  • dê + bab à dêbab
  • reş + spî à reşûspî
  • dan + standin à danûstandin
  • hatin + çûn à hatinûçûn

Peyva ”hatinûçûn” herwiha bi awayê ”hatûçûn” jî peyda dibe. Sebebê ketina –in ji lêkera ”hat-in” di ”hatinûçûn” (hatinûçûn à hatûçûn) de dikare ji ber negiranbûna (ketina giraniya) ”-in” ya lêkera ”hatin” di ”hatinûçûn”ê de be.

Di peyvên ji beşên dukîteyî (yan zêdetir kîte heyî) pêkhatî de beşa yekem jî dikare xwedî giraniya duyem be. Di nimûneyên li jêr de em ê giraniya serekî qelew û giraniya duyemxwehrbinivîsin:

  • kirîn û firotin
  • biçûk û mezin

 

 

Çemandin û girêdana cotpeyvan

Pêşpirtik adeten tenê li destpêka hemû cotpeyvê û paşpirtik jî adeten tenê li dawiya hemû cotpeyvê bi cih dibin. Anku heman pirtik normal li destpêka yan dawiya herdu beşan dubare nabe:

  • danûstandina li gel wan (ne ”*dana û standina li gel wan”)
  • heval û hogirên min (ne ”hevalên û hogirên min” an ”hevalên min û hogirên min”)
  • bêşerefûnamûs (adeten ne ”bêşeref û bênamûs”)
  • dêûbabîtî (adeten ne ”dêyîtî û babîtî”)

 

 

Cotnav

Di kurdî û gelek zimanên din de jî hin cotên navên mirovan jî hene ku bi hev re tên bikaranîn. Adeten ew ji navên keçekê û kurekî pêk hatine û bi hev re maneya ”dastan”ekê didin:

  • Leyl û Mecnûn
  • Xecê û Siyabend
  • Şîrîn û Ferhad
  • Binefşa Narîn û Cembeliyê Hekarî

Di van cotnavan de beşek yekem ji navê keçê / jinê pêk tê. Ew jî li cotpeyvên wek ”bûk û zava”, ”jinûmêr”, ”xwişk û bira” dikin. Anku hem di cotpeyvan û hem jî di cotnavan de mê berî nêr tê.

Lê hemû cotnav ne li gor vê qeyd û bendê ne:

  • Mem û Zîn
  • Derwêş û Edûlê

Di van cotnavan de nêr berî mê ye. Wek din jî nimûneyên pêştir jî ne bi temamî sabit in, loma mirov formên wiha jî dibîne:

  • Ferhad û Şîrîn
  • Siyabend û Xecê

Anku peyvrêziya hemîu cotnavan ne wek ya cotpeyvan sabit e.

Ji bilî cotnavên ji navekî jinan û navekî mêran, herwiha cotnavên ji du navên jinan an du navên mêran jî hene:

  • Hesen û Hisên
  • Stî û Zîn

Sebebê peyvrêziya van cotnavan diyar e: Mebest ji ”Hesen û Hisên” herdu kurên Îmam Elî û neviyên Mihemed pêxember in. Hesen birayê mezin e û Hisên jî birayê biçûk e loma wisa li pey hev hatine rêzkirin. Stî û Zîn jî xwişkên hev in: Stî xweha mezin e, Zîn xwişka biçûk e loma wisa li gor jiyê xwe li pey hev hatine rêzkirin.

Lê peyvrêziya cotnavan ne herdem li gor mezinahiya wan an giringiya wan e jî. Ji xwe di Mem û Zînê de li gor mijara dastanê Zîn ji Stiyê ”giringtir” e lê dîsa jî Stî di cotnavî de berî Zînê ye. Ji aliyê dîrokiya dînî ve Mûsa pêxember berî Îsa pêxember hatiye lê dîsa jî cotnavê wan wiha ye:

  • Îsa û Mûsa

Anku gava em behsa van pêxemberan an jî qala pêxemberan bi awayekî giştî dikin, em adeten dibêjin ”Îsa û Mûsa”, ne ”Mûsa û Îsa”. Sebebê vê peyvrêziyê bi esehî nayê zanîn lê ihtimalen ji dengê M yê li destpêka navê Mûsa ye. Bidin ber:

  • agir û magir
  • ders û mers
  • tiştûmişt
  • hûrûmûr…

 

Sêpeyv?

Ji bilî cotpeyvan, di kurdî û hin zimanên din de jî bi marjinalî herwiha sêpeyv an sênav (trinomial, tricolon) jî hene ku bi awayekî qalibgirtî li pey hev tên gotin û peyvrêziya wan herdem eynî ye û naguhere.

Di kurdî de nimûneyên sêpeyvî yan sênavî pir kêm in lê dîsa jî çend li peyda dibin:

  • kesk û sor û zer: yek ji çendîn navên ala Kurdistanê ye. Gotina qalibgirtî ya rêzkirina navên rengên alaya Kurdistanê ye anku mirov herdem bi gotinê wisa dibêje tevî ku tê de rengê spî jî heye û tevî ku zer ne li rexekî (li destpêkê yan dawiyê) lê li navê ye. Bernavê din ê meşhûr ê ala Kurdistanê ”Ala Rengîn” e.
  • Îsa û Mûsa û Mihemed: awayê qalibgirtî yê navên van her sê pêxemberan tevî ku tarîxiyen Mûsa berî Îsa bû. Herwiha ev her sê nav bi hev re maneyan pêxemberan bi awayekî giştî jî didin.

 

Pirsgirêkên rastnivîsîna cotpeyvan

Gelo mirov cotpeyvan çawa dinivîse? Her beşek serbixwe, hemû beş bi hev ve, hin beş bi hev ve yan jî bo nimûne bi xetikên navber?

Çend awayên mimkin ên nivîsîna cot peyvan:

her beş serbixwe hemû beş bi hev ve hin beş bi hev ve xetik di navberê de
jin û mêr jinûmêr jin-û-mêr
reş û spî reşûspî reş-û-spî
dê bab dêbab dê-bab
bi nav û deng binavûdeng bi navûdeng
binav û deng
bi-nav-û-deng

 

Mixabin hem di kurdî de û hem jî di gelek zimanên din yên baş standardkirî de jî bersiveke zelal û herdemî bo bijartina awayekî ji van peyda nabe. Bo nimûne:

  • inglîzî: black-and-white, black and white (reşûspî)
  • tirkî: ana baba, ana-baba, anababa (dêbab)

Di kurdî de nivîsîna bi xetikên di navberê de (bo nimûne jin-û-mêr, bi-nav-û-deng) diyardeyeke nadir e û kêm tê bikaranîn. Mirov dikare bi hêsanî bibêje ku ew wisa kêm tê bikaranîn ku em wê tercîh û pêşniyaz nakin.

Nivîsîna hin beş bi hev ve û hin jî ji hev cuda (bo nimûne bi navûdeng yan binav û deng) ne awayekî serdest e. Nivîsîna wisa di rastiyê de bi piranî ji encama cudanivîsîna pêşpirtikên rengdêrsaz bi- û bê- ne ku ne awayekî rast e ji ber ku bi- û di peyvên necot re tên nivîsîn:

  • bêxwê (ne sûr / şor), bênamûs (bêar, bêşeref, kesa/ê ku ji şeref û namûsê bêpar e)
  • biçek (çekdar), bişeref (şerefdar, kesa/ê ku şeref û namûs jê re giring in)

Ji her çar awayên mimkin, ev herdu awa bi berfirehî tên bikaranîn:

  • her beş serbixwe
  • hemû beş bi hev ve

Piraniya (eger ne hemû) cotpeyvên kurdî bi awayê her beş serbixwe nivîsandî peyda dibin. Lê hin cotpeyv zêdetir bi hev ve û hin jî her beşek serbixwe nivîsandî tên dîtin.

Di kurdî de çendîn tişt hene ku tesîrê li ser hindê dikin ka cotpeyv bi hev ve yan jî her beşeke wê serbixwe tê nivîsîn:

  • dirêjahiya beşên cotpeyvê: Eger beşên cotpeyvê bi xwe peyvên dukîteyî (yan dirêjtir) bin, ew kêm caran bi hev ve tên nivîsîn. Loma dijwar e mirov bibîne ku kirîn û firotin yanxwarin û vexwarin wek kirînûfirotin an xwarinûvexwarin[6] hatine nivîsîn. Eger herdu beşên cotpeyvê yan bi kêmî beşeke cotpeyvê ji peyvên yekkîteyî bin, hingê ew bi rêjeyeke diyar zêdetir bi hev ve tên nivîsîn: jinûmêr, reşûspî, danûstandin, hatinûçûn.
  • berbelaviya cotpeyvê: Cotpeyvên ku pir tên bikaranîn, beşên wan bi ihtimaleke mezintir bi hev ve tên nivîsîn. Loma gotinên wek dêbav, reşûspî, hatinûçûn ji gotinên wek xal û xwarza, sor û zer, xwarin û vexwarin zêdetir bi hev ve tên nivîsîn ji ber ku gotinên desteya yekem pir li kar in, yên desteya duyem kêmtir.
  • îdyomatîkiya cotpeyvê: Gava ku cotpeyv ne tenê bi maneya xwe ya deng an pir nêzîkî wê lê zêdetir bi awayekî biwêjî û îdyomatîkî tê bikaranôin, hingê ihtimala nivîsîna beşên wê bi hev ve zêdetir e. Bo nimûne, cotpeyvên wek dengûbas (news), danûstandin(negotiation), bavûkal (ancestors) ji gotinên wek şev û roj, bûk û zava, xwarin û vexwarin zêdetir bi hev ve tên nivîsîn ji ber ku peyvên desteya yekem zêdetir ji maneya xwe ya peyv bi peyv dûr ketine û bûne îdyom lê maneya peyvên desteya duyem hema-hema wek beşên wê ye.

Wek prensîp mirov li gor van her sê rêbazan bike û pêşniyazeke wiha kurt bike:

  • hemû beşên cotpeyvên kurt bi hev ve binivîsin, yên dirêj ji hev cuda
  • cotpeyvên îdyomatîk bi hev ve binivîsin, yên maneya wan yekser ji beşên wan ji hev cuda
  • cotpeyvên pir li kar bi hev ve, yên kêm li kar her beşek bi tenê

Lê gava ku em pêşpirtik an paşpirtikan bidin gel cotpeyvan, hingê nivîsîna beşên cotpeyvê ji hev cuda pirsgirêkan peyda dike. Bo nimûne, ”navûdeng” maneya ”meşhûriyet”ê dide. Bo ku em bibêjin kesek ”meşhûr, navdar” e, divê em pêşpirtika ”bi-” lê zêde bikin:

  • bi + navûdeng à binavûdeng

Lê eger me ”navûdeng” wek ”nav û deng” binivîsiya, hingê meşhûr dê bûbûya ”binav û deng” ku awayekî xelet ê nivîsînê ye ji ber ku hingê ”bi” tenê ”nav”î digire tevî ku ”bi-” bo herdu peyvan e.

Herwiha eger kesekî ji kesekî din zêdetir navûdeng hebe, hingê em dibêjin:

  • A ji B binavûdengtir e.

Dîsa eger me ”navûdeng” wek ”nav û deng” binivîsiya, paşpirtika ”-tir” dê tenê beşa ”deng” bigirta û beşa ”nav” jê bêpar bimaya.

Di gotina ”navûdeng” de ev ne pirsgirêk e ji ber ku ”navûdeng” adeten wek cotpeyveke îdyomatîk bi hev ve tê nivîsîn. Lê gelek peyvên din adeten ji hev cuda tên nivîsîn: Biramin ku kesekî ne navûdeng lê çek û rext hene. Li cihê ku em bibêjin ew ”binavûdeng” e, em ê çi bibêjin – an jî rasttir, em ê çawa binivîsin:

  • bi çek û rext?
  • biçek û rext?
  • biçekûrext?

Û eger çek û rextên A ji yên B zêdetir bin, em ê çawa binivîsin:

  • bi çek û rexttir?
  • biçek û rexttir?
  • biçekûrexttir?

Tenê awayên bi hev ve nivîsandî (biçekûrext, biçekûrexttir, biçekûrexttirîn) herdu peyvên bingehîn ên cotpeyvê (çek + rext) bi hev ve girê didin. Mesele ne tenê ”çek û rext” in. Bo nimûne:

  • bêdêbav (sêwî, êtîm)
  • danûstandinker
  • qedirûqîmetzan
  • xwişkûbiratî
  • hatinûçûna [wan]

Loma nivîsîna cotpeyvan bi hev ve ne tenê tiştekî fehmbar û qebûlbar e lê di gelek rewşan de heta giring û zerûrî ye jî.

 

____________________

TÊBÎNÎ

[1] Heman tişt di inglîzî de jî dikare bi gotina ”black and blue” (reş û şîn) were behskirin. Di hin zimanên din de navên hin rengên din bi vê meremê tên bikaranîn. Bo nimûne bi almanî ”grün und blau” (kesk û şîn) û swêdî ”gul och blå” (zer û şîn)

[2] Bi maneya hemû heywanên wek şêr û pilingan – bo nimûne leopard, gepard, jagwar, lînks, pars – herwiha bi mecazî bi wateya ”wêrek, bisteh, netirs, qehreman…”.

[3] Bi mecazî bi maneya ”hestên kûr”.

[4] Di hemû devokên kurmancî de peyva ”av” mê ye lê di diyarkirina cinsê rêzimanî yê peyva ”avûhewa” de peyva ”av” ne biryarder e.

[5] Di hemû zaravayên kurdî de rewş de. Bo nimûne, di kurdiya başûrî devoka kirmaşanî de di cotpeyvên ”bawgdalig” (dêbab) û ”biraxueyşk” de nêr berî mê ye lê di hin peyvên din de mê berî nêr e, bo nimûne ”weü û zawa” (bûk û zava) û ”jin û şü” (jinûmêr). Bo van nimûneyan ez spasdarî zimannasê hêja Rizgar Behadur im.

[6] Helbet ev awayên nivîsînê jî hene lê pir kêm in. Bo nimûne, di lêgerîneke roja 4.12.2015 Google tenê 7 kirînûfirotin beramberî 9 000 encamên awayê ”kirîn û firotin” pêşkêşî min kirin. Lêgerîneke din a heman rojê tenê 6 xwarinûvexwarin hevberî 3 700 ”xwarin û vexwarin”an diyar kirin.

 

Husein Muhammed

zimannas.wordpress.com

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply