Pêşbaziya Fîlman ya Serhedê

Kurtefîlma bi navê “Wenda” bi ser ket.

SERKA ango Ajansa Pêşveçûnê ya Serhedê, 4emîn pêşbaziya kurtefîlman lidar xist. Di pêşbaziyê de “Wenda”ya Mehmet Emin Türküz û Rodî Yüzbaşi xelata yekemîniyê qezenc kir.

Fîlma ku jiyana li herêma Serhedê bi çavên zarokan vedibêje û derfetên wan tîne ser ekranê; wek xelat, 6 hezar lîre bidest xist.

Di pêşbaziyê de “Bêbihar”a Onur Demir bû 2yem, “Şikandina Pisîkê” ya Mahmut Kemal Açikyol jî xelata 3yemîniyê wergirt. 

Çavkanî: trtnuce

Derbar Rêvebir

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply