Kurdên Anatolyaya Navîn Li Enqerê komele vekirin

Kurdên ku li herêma Anatolyaya Navîn dijîn bi hezaran salan li erdnîgariyeke din çanda xwe berdewam dikin. Kurdên Anatolyaya Navîn li Enqerê bi navê (Komeleya Kurdên Antolyaya Navîn) KOMKURD-AN) komeleyek vekirin.

Parlamenterê HDPê yê Sêrtê Kadri Yildirim, Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Dengir Mir Mehmet Firat, parlamenterê berê yê Ruhayê Leyla Guven, Civaknas İsmail Beşikçi, diya Seren Anatolyayê Servet Altunkiliç her wiha gelek komele û sazî beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Serokê KOMKURD-AN Levent Kanat bi mûnasebeta vekirinê axaftinek kir. Di axafitana xwe de got, “Armanca vê komelê tenê ji bo ziman û çanda Kurdan e, em dixwazin ku çanda Kurdan bêtir pêşde bixin û em dixwazin her dem zindîtir bikin. Her wiha di pêşerojê de em Kurdbûna xwe bi hişmendiyekê dixwazin bidomînin ji ber vê yekê em ê têbikoşin. Ciwanên me, keçên me bila zimanê xwe biaxivin, bila çanda xwe bizanibin. Bi vê armancê me ev komele ava kir.”

Parlamenterê HDPê yê Sêrtê Kadrî Yildirim bal kişand ser axaftina bi zimanê zikmakî û got, “Dema miletek bi zimanê xwe biaxive ew tiştekî pir girîng e. Di têkoşîna siyasî ya Kurdan de mijara herî sereke Zimanê Zikmakî ye. Heke zimanê Kurdî pêşve neçe ev têkoşîn naçe serî.

Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de gazincên xwe ji bo partiya xwe anîn zimên û wiha pê de çû: “Partiya me di warê siyaset û di mijarên din de pir baş e. Lêbelê di xebatên zimên de, di warê erdnîgarî, dîrok û çanda Kurdan de qels dimîne. Min ji bo van xebatan komîsyonek daxwaz kiribû lê hê encameke erînî me wernegirtiye. Ez ê ji bo ku ev komîsyon bê avakirin israra xwe bidomînim.”

Li gorî lêkolînan Kurd cara ewil di sala 1184an de hatine Anatolyaya Navîn. Di sedsalên 13 û 14an de komên Kurdan li herêmê hatine dîtin. Ji wê dîrokê heta îro Kurdên Anatolyaya Navîn, ji Kurdistanê dûr çanda xwe, zimanê xwe û folklora xwe jiyane.

Çavkanî: zamankurdi.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply