Çend roj berê ez ji der dihatim mal
Dîte min pelek li erdê daye pal
Min mêzekir pel li ber sekratê ye
Hem li ber wê sekerata mewtê ye
Evî pelê zeman kî wek pilinga
Çi xêr îroj ketibû nava linga
Min rahişte pelê xwe anî jorê
Hinek pirs min jê kirin berya gorê
Min gote ey pelê zer û zerhemî
Kanê ewan dostê te yên her demî
Qey çima te çi kiribû bi darê
Çima dara te tu avêtî xwarê
Bo min bêje wan serpêhatiyên xwe
Bike qala jîn û jêhatî yên xwe
Pelê nexweş pê ket felsefa xwe got
Bi derdê xwe dil û cîger li min sot
Gote ezê hinek tiştan bibêjim
Bi xêra te derd û kulan birêjim
Ne lazim e dirêj bikim ez lafê
Li gorî wê dê ya min a benafê
Carna ji me’r digot ey gelî pelan
Werin bixwînim ji we ra wek melan
Zemanekî dîsa çîpûtazî bûm
Ez bi wî halê xwe qet ne razî bûm
Bi vî halî min derbas kir zivistan
Demek paşê ez bûm ji doxînsistan
Piştî zivistanê hatibû bihar
Heşa ji we ketibû me tevan ar
Piştî Nûbihar hat me bi lez û bez
Me tevan bi hev re kir fotosentez
Me demekê mêzekir li keyfa xwe
Hem ji zivistanê me girt heyfa xwe
Piştî keyfê me dîte weka mêşan
Li ser gulîyê me danîn birêşan
Hûn hemî pel ji wan birêşan çê bûn
Lê mixabin a binê bar em dê bûn
Heya niha hûn tev bi me dimijîn
We derbaskir vê biharê bi me jîn
Gote bi Xwedê nemaye min taqet
Nikarim bo we temîn kim maişet
Ji vir û şûn de dinyayê bibe sar
Hêdî hêdî dawî tê ye li bihar
Em biharan dibin ji fedekaran
Lê payîzan em dibin ji xedaran
Bo siberojê em nekevin şermê
Divê hinek navberê bidin rehmê
Bo zivistanê halê me nebînin
Ji ber vê em naxwazin hûn bimînin
Hem ji bo xwuşk û bira yê nû werin
Divê hûn zû bi zû ji dinê herin
Ewê dê ya tim ji bo me digirî
Şîrê xwe yê helal li ser me birî
Em bê umid man weka gelê ekrad
Kete nava me fîxan û hem feryad
Nalîn û axîn diçû ji me pelan
Me hewarî dixwest ji hemû gelan
Me wê rojê fêm kir gel dostê dê ne
Me direng fêm kir ew birayê kê ne
Me xwu girtibû li çeqelên darê
Lê wan çeqelan em davêtin xwarê
Herwekî min ji te re got ji ber dê
Bê taqet mabûm, ez ketibûm erdê
Te ez girtim bi mêranî anîm mal
Wek camêran hem dipirsî li min hal
Berya mirinê çend gotina bêjim
Baş guhdar bin ka ezê çi bibêjim
Dê ya me yû a we tam tersî hev in
Cudatiya wan weka roj û şev in
Dayika we dimire hûn dimînin
Dayîkên me dimînin me dişinin
Ji ber vê zanibin qedrê dê ya xwe
Ji ber wek daykên me nakin bi ya xwe
Pel ji min re got ey kekê Embarî
Min dil heye bar bikim ji vî warî
Min dî hêdîka rakir ji bo min dest
Sewta dawîn da û xatir ji min xwest
Wê dema min fêm kir pelê min mirî
Min şîn girêda û dest kir bi girî
Ji ber hêstirê çavan rabû laser
Laserê da ber xwe hemî dar û ber
Daran xwe avêt bextê herdu çavan
Ji herdu çavan gelek kirin lavan
Gotin bi Xwedê qet sûcê me nîne
Sûc û xetê me ji rebê jorîne
Ka kî dixwaze bike terka ewlad
Ka kî dixwaze her tim bike feryad
Çavan fêm kir ku dar tev bê gunehin
Ne ji wan kesên bê kok û bê rehin
Devberdan ji kînê dewam kirin şîn
Şîna pelê zerik dil kir dilbirîn
01.12.2020
Diyadin Akdemir