Pençşem , Sermawez 15 2018
Home / Jiyan / Xwarin / Patîle ( Şanborekê Mêrdîniyan)

Patîle ( Şanborekê Mêrdîniyan)

 Te behsa patîleê qenc bike

Çi reng tête xwarin zebanî veke

Digel runê teze we toraqa pak

Bi zehterwelê qenc bi tenik be jî çak2

Eger bête pehtin bi sêlê bixwu

We ger bi firinê ye esla mexwu

Hevîr e hevîr e hevîr e hevîr

Tu guh dêre vê bendê3 min ey emîr

Eger nakî bawer ku patîle xweş

Bipirse ji şiblî efendiyê leş4  

Ez ê îro heta ji min bê qala Patîleyan bikim. Ewilî ez vê bejim; li gelek cîhan ji Patîleyan re dibêjin Şamborek/Şanborek.Ev beytên li jor bi destê Şêx Muhyedînê Hênî hatiyê nivîsin. Min ev beyt ji kîteba ya bi navê ‘ Beyana Xwarinan û Zewqên Wan ‘ girtin . Şêx Muhyedînê Hênî di sedsala 19 emîn de jiyaye.

Li gorî Şêx Muhyedînê Hênî, ji bo patîleyan hevîrê tenik divê, ji bo navikê wê jî toraq û cahter divê. Helbet wekî ku her kes dizane vekirina hevîrekî tenik hunerek e û ji bo piştî biraştinê jî rûnê teze divê. Şêx jî dibêje, tehma yên firinê qet nagihê yên li ser sêlê biraştin.

 

 

Patîleyên Kurdî

Pekî Toraq çi ye? Min bihîstibû lê ji bo piştrast bikim, min ji porspîyên malbata xwe jî pirsî. Zemanê berê xelkê dew dikula ji bo rûnê nivîşk. Piştî dew dihat kulan , ew rûn ji ser dihat girtin. Ew dewê mayî ji bo qusandinê dihat kelandin, piştî kelandinê tê parzinîn û ya mayî wek lorikê dixuye. Hahh! Îşte Toraq ew e. Gotin Toraq û Lorik ne eynî tişt e. Toraq ji dew, lê Lorik ji ava penîr an jî ji şîrê qusiyayî çêdibe.

Cehterî jî gihayek e, tê hişkkirin an jî bi şînî tê xwarin. Min ji xaltîka xwe ya 55 salî pirsî, got; me di ciwaniya xwe de tim dixwar, piştî em çûn bajaran me fahm kir ku tehma wê dişibe ya Kekîkê. Go berê li dora çemê gund şîn dihat û diket dahnokê, mehîrê û hwd. Herî zêde jî gava goşt dihat biraştin pîrika me ew bi kar dianîn.

Îro li herêma me, piranî goşt û pîvaz, dixin navikê patîleyan; yên penêr dixinê jî hene tabî. Yên  penêrên cûr bi cûr bi kar tînin hene; Penêrê Helandî, Lorik, Penîrê Sîxikan. Lê îro-ro, dev ji bikaranîna wê berde, mixabin hema bêje kes nizane ku Toraq çi ye . Gava penîr dikevê, hinek bexdenûs jî hûrik hûrik tê hûrkirin û tevlî penêr tê kirin. Kesen ku cehterî nas dikin pir kêm in û wek berê hew şîn jî tê û nayê xwarin jî.

Mixabin ez bi kêrî vekirina hevîr nayêm. Nizanim vekim û patîleyan çêkim jî. Ez wê rojê mevanê hin canikan bûm û ji min re Patîle vekirin. Hemû yê goşt bûn. Ji bo ez tehm bikim çend hebên bipenêr jî çêkiribûn. Wekî min got êdî gelek kes bi goşt û pîvaz navikê xwe hazir dikin.

 

Bi rastî jî pir xweş bûn . Min jî ji bo we çend pirs ji wan kirin.

Min got; gelo gava meriv patîleyan çêdike çi muhîm e?

Gotin; wekî hûn zanin pêşî ji bo patîleyan hevîr tê vekirin û dawîyê navik dikeve nav hevîrê ku bi tenikî hatiye vekirin. Paşê jî li ser sêlê de dê biraştin. Em ne qiyme, goştên ku bi destan hûrik hûrik tê hûrkirin, yanî goştê kêrê dixin navikê. Ji bo lezzet û ekla xwarinê  li cîh be.

Hevîrê wê bila hilatî be, meriv bi hevîrê şikeva diêşe.

Pîvazê ku hûn ê têxin navikên patîleyan jî, bi destan hûrik hûrik hûr bikin, nexin robotê. Em pîvaz û goşt hama bêje wek hev dixinê, pîvaz ku pir hindik be, bi min ne xweş e. Piştî we pîvaz hûr kirin, kevçiyek xwê bavêjin ser, pîvazan bi xwê re baş bifirkînin û dawiyê bişon. Hûn zanin gava ku pîvaz hebkî zêde dikeve xwarinekê, meriv bi wê jî diêşe. Ji bo mêvanên we bi dilêkî rehet bixwin û piştî xwarinê jî pê neêşin li vê dîqat bikin.

Min got; dest û milên we sax bin.

Wan jî got; efîyeta canê we be

nanoziko.blogspot.com.tr

 1  Di nav Kurdan de îro wek ‘cehter’ jî tê binavkirin û navê gihayekî ye ku dikeve nava xwarinan û wek baharat tê bikaranîn.

2  Xweş, leziz

3 Her çiqas ev peyv di metna orjînal de wek ‘bend’ê hatiye nivîsin jî, li gorî peywendê lazim e ‘pend’ be, yanî ‘şîret’ be.

4 Şiblî, bi erebî ji têjika şêr re tê gotin. Yanî eger tu nake bawer ku patîle xweş e, ji şêrê ku leşan bixwe pirs bike, ew ê jî bibêje ku patîle xweş e.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir