PIRSA XWENDEVAN
Wekî her car silavên ji dûr,silavên şoreşî ji Rojavayê Kurdistanê.
Hokerên hevedudanî .
Gelo hokerên hevedudanî bi hev ve tên nivîsandin,lê yan ji hev cuda ne?
Mînak :
-Karê min her roj e./Karê min herroj e.
-Ez her roj/herroj/her tim/herim/her dem/herdem pirtûkên rêzimanê dixwînim.
-Jixwe/ji xwe dema me zêde nema,hela rabe em biçin.
………….
Ez wan ji hev cuda dinvîsim,gelo ya rast kîjan e?û gelo Mîrê zimên çi pejirandîye?
û gelo ma ku bi hev ve bên nivîsandin, an ji hev cuda bin çi pirsgirêk heye ?
Ji kerema xwe mijarê ji me re zelal bike bi mînak û analîza xwe ya hêja.
di gel silav.
Şengo KÊVERÎ.(Hoşeng NÛH)
—————————————————————————————————————————————————–
HOKER, DAÇEK, LÊKER, RENGDÊR Û NAVDÊRÊN HEVEDUDANÎ
CUDA YAN PEV RE BINIVÎSIN?
Di nivîsa peyvên hevdanî (hevedudanî, compound, bileşik) an ji pir beşan pêkhatî de du kategorîyên serekî hene:
1) Yên ku hemû hêmanên (unsûr) wan di her awayî de bi hev re tên nivîsîn û wek yek peyvê tên xwendin/bilêvkirin.
Navdêr (noun, ad) û rengdêrên (adjective, sifet) hevdanî yên ji pir peyv an hêmanan pêkhatî dikevin nav vê katogerîyê; hejmar û şêwe yan fonksîyonên hêmanan çi bin jî, bi hev re wek yek peyvê tên nivîsîn. Di gotinê de jî gişt bi hev re wek yek peyvê tên bilêvkirin.
Dest + girtî: destgirtî
Ser+xwe+bûn: serxwebûn
Ser+dem: serdem
Dor+bend: dorbend
Rê+ber: rêber
Der+geh+van: dergehvan (dergevan)
Dîrok+nivîs: dîroknivîs
Cot+kar: cotkar
Dest+vala: destvala
Dest+dirêj: destdirêj
Guman+bar: gumanbar
Ser+bi+xwe: serbixwe
Dev+li+ken: devliken
Çav+birçî: çavbirçî
Lîst dikane gelekî dirêjtir bibe, rengdêr û navdêrên bi vî awayî pir in. A girîng ew e ku rengdêr an navdêrbûna wan bê naskirin û bê zanîn ku wek yek peyvê bi hev re tên xwendin, bilêvkirin û nivîsîn; her weha peyvên kategorîyên din, ên wek daçek, hoker, lêker bi van re (rengdêr, navdêr) tevlihev nekin.
Ev qayde ew qas rûniştî ye ku lêkerên hevdanî yên ji pir peyvan, dema ku wek navdêr tên bikaranîn, ew jî gişt bi hev re wek yek peyvê tên bilêvkirin û nivîsîn:
Baz dan Bazdana te ne xerab bû.
Xwe kuştin Li vî welatî hejmara xwekuştinan zêde dibe.
Dev jê berdan Devjêberdana te jî êdî bi kêrî tiştekî nayê.
Serî lê dan Serîlêdana xwe betal kir.
Dest tê werdan Desttêwerdana dagirkeran nayê qebûlkirin.
Dagir kirin Dagirkirina vî welatî wê li serê we bibe bela.
Her weha ev tewre lêker di raweya tebatî (pasîv) de jî wek navdêran bi hev re tên nivîsîn:
Çar dewletan Kurdistan dagir kir. Kurdistan ji alîyê çar dewletan ve hat dagirkirin.
Wan Ermen qir kirin. Ermen ji alîyê wan ve hatin qirkirin.
Me ew rûreş kirin. Ew hatin rûreşkirin.
Wan em azad kirin. Em hatin azadkirin.
Kê ev mîh ser jê kir? Ev mîh ji alîyê kê ve hat serjêkirin?
Ev lîst jî dikane were dirêjkirin, lê ez bawer dikim mebest tê fahmkirin.
2) Yên ku ji bilî hin rewşan, wek prensîp hemû hêmanên wan ên ku bi serê xwe xwedî wate û fonksîyona rêzimanî ne, cîhê tên nivîsîn.
Daçek, hoker (rengpîşe) û lêkerên ku ji pir peyv û hêmanan (unsûr) pêk tên, dikevin nav vê kategorîyê. Ji bo ku hêmanên wan bi hev re werin nivîsîn, divê sedemên taybet hebin, an na, wek prensîp cuda tên nivîsîn. Mînak:
- a) Heke hêmaneke hoker, daçek, an lêkerê, yan beşeke wê pirtik/qertaf (affix, ek) be, yan bi serê xwe wate û fonksîyoneke xwe nemabe.
Ji bo lêkeran ewên ku di serê wan de ra-, da- û hwd hene mînakeke sereke ye:
Da+ketin daketin
Ra+bûn rabûn
Ve+kirin vekirin
Ve+dan vedan
Da+dan dadan
Ji bo hokeran, ewên ku di dawîya wan de pirtikên wek –ê, -an, -kî, -ane, -anî û hwd hene.
Êvar+î êvarî
Car+in+an carinan
Mêvan+kî mêvankî
Êvar+kî êvarkî
Dirêj+kî dirêjkî
Kurd+ane Kurdane
Mêr+ane mêrane
Nîv+anî nîvanî
Sibe+tir sibetir
Her weha ewên ku bi tîpa ‘e’, ‘a’ yan ‘am’ bi hev tên girêdan:
Ber+e+paş berepaş
Kerr+e+kerr kerrekerr (bi dizî)
Pêlepaş pêlepaş
Ber+am+ber beramber
Ser+an+ser seranser
Ewên ku ‘î’ li serê wan bi wateya ‘ev’ tê bikaranîn: Îşev, Îsal, Îcar, Îro(j)
Ewên ku hêmanên wan hinek tîp/dengên xwe diweşînin û bi hêmaneke din re dikelijin, an ku şêweyê xwe yê serbixwe wenda dikin:
Bi rastî birast, birra
Çi qas ko/ku çiko, çiku, çiqa
Her çi yê … heçî, herçî
Her çi ku/ko … heçko
Qet nebe qene
Bi paş ve/de paşve, paşde
Bi şûn ve/de şûnve, şûnde
Bi pêş ve/de pêşve, pêşde
Di cîh de cîde
Bi dûv re dûre
Ne, ji xwe nexwe
Vê gavê vêga
Vê carê vêca
Tu carî, tu caran tucar
Di dilê xwe de dilxwede (qaşo, xwedêgiravî)
- b) Ji bilî rewşên a), peyvên hemû hoker û daçekên hevdanî (ji pir peyvan pêkhatî) yên bi serê xwe jî xwedî wate û fonksîyon, û bastûra (struktur) xwe parastî, hemû cuda tên nivîsîn:
Ber bi jor ve Ber bi paş ve
Bê şik Bê guman
Bi awayekî/haweyekî Bi carekê
Bi dizî Bi dûr (ketin)
Bi ku de/ve Bi lez
Bi lez û bez Bi rastî
Bi roj Bi şev
Bi tevayî Bi tenê
Bi xwe Bi min
Bivê nevê Di vê navê de
Hema hema Her çi
Her kî Her û her
Her wekî (din) Ji derve
Ji dil Ji dûr ve
Ji ku de/ve Ji ku derê (ve)
ji paşîyê ve Jê û pê ve
Jê re Ji nuha û pê ve
Ji nuh de/ve Ji xwe
Jor û jêr Ser dawîyê
Şev û roj Roj bi roj
Tim û tim Vê gavê
Vê êvarê Vê carê
DAÇEKÊN HEVDANÎ YAN JI PIR PEYVAN PÊKHATÎ jî bi heman awayan û li gora heman prensîpan bi hev re yan cîhê tên nivîsîn, ji xwe hin ji wan hem hoker in û hem jî daçek in, li gora hevok û naverokê dibin daçek an hoker; loma cîhê ravekirin pêwîst nake, ez ê hema lîsteke mînak pêşkêş bikim:
ber bi … bi hev
ber bi … ve bi hev re
bêyî ku … bi … re
bi … de bi … ve
bi ser … de
di … de di bin … re
di ber … de/ve di ser … re
di … re di … ve
ji ber … ji … de
ji ber ku … ji … re
ji ber xwe ji … ve
ji ber xwe ve ji xwe
ji bo, ji bona … ji ber xwe
ji bo(na) ku … ji ber xwe ve
Li ba(l) … ji xwe ve
li ber … li gel
li cem pev re
Bê guman em dikanin lîstê gelekî dirêjtir bikin, lê bi van mînakan jî mebest tê fahmkirin.
Hun her weha dipirsin ku gorbihuşt Mîr C. Bedirxan çawa nêzîkî vê mijarê dibe, di Hawarê de jî di pirtûka wî û R. Lescot a bi navê Rêzimana Kurdî de jî kêm zêde ev nêzîkbûn heye; di Hawarê de bêtir hevgirtî ye, di pirtûkê de yek-du hevnegirtin xuya dibin; wek ku heman daçek/hoker li derekê pev re, lê li dereke din cuda were nivîsîn. Lê ew pir kêm in. Bi tevayî em dikanin bibêjin ew jî wek Hawarê nêzîk dibe; rengdêr û navdêrên ji pir hêmanan (beşan) di kategorîyekê de bi hev re tên nivîsîn; hoker, daçek û lêker ji bilî qertaf, kelijandin, xerabûna bastûra peyvan û hwd, cuda tên nivîsîn; ji ber ku hêmanên wan bi serê xwe jî fonksîyon dikin.
Mînak: hinek kes daçekên wek li ber, li bin, li ser, ji ber, ji bin, ji ser û hwd bi hev re dinivîsin (liser, libin, jiber û hwd), ev nikane were qebûlkirin; ber, ser, bin û hwd ji alîyekî ve dibin servekên (obje) daçekên berî xwe (bi, ji, li), ew ne pirtik/qertaf an tewanga wan in; ji alîyekî din ve heke li dû wan navdêr/cînavek hebe, ew dibin beşeke tiştên ku ew navdêr/cînav temsîl dike.
Yek ji mînakên din ên ku te li gel pirsa xwe dane jî peyva ‘her’ e. Li vir dema ku em didin ber peyva ‘every’ ya Îngilîzî, em jî dibêjin qey divê em wek wan bi peyvê re binivîsin: everyday, everyone, everywhere. Lê ew tenê ji bo van peyvan bi hev re dinivîsin, di awayên din de cuda dinivîsin; wek, Every year / Every week / I have been to every TV station / Every society has its own culture û hwd. Her weha Îngilîzan peyva ‘each’ jî heye, ew her tim ji peyvê cuda tê nivîsîn: Each of my friends / Each of us / Each student must prepare something / Each will write a poem û hwd.
Li şûna’every’ jî û li şûna ‘each’ jî em di hin rewşan de ‘her’ di hin rewşan de ‘her yek’, bi kar tînin.
Ji lew re li şûna ku em heman peyvê carinan pê re, carinan cuda binivîsin, ku ji bo pê re nivîsînê sedemeke taybet tunebe, ya maqûl ew e ku em her tim cuda binivîsin.
Her roj, her rojek
Her şev
Her kes
Her der
Her sal
Her wekî din
Her weha û hwd.
Lê belê ‘hero’ bi hev re, ji ber ku kelijandin û weşandina dengan heye.
Peyvên bi ‘her’ di Hawarê de her tim cuda hatine nivîsîn, lê di pirtûka Rêzimana Kurdî de nakokî hene, carinan bi hev re carinan jî cuda hatine nivîsîn.
Ji bo agahîyê ez ê ji Hawarê û pirtûka Rêzimana Kurdî wêneyên hin beşan li jêr bidim.
Mijar têra xwe berfireh e, hêvî dikim ku ev nivîs ji bo zelalkirinê alîkarîyê bike.
Nivîskar: Baran RIZGAR