Nirxandina 3 Gav û 3darek (3)

3.Guldanka Sewrê

            ”Sewrê….Sewrê

            guldanka te xweşik bû

            Lê aaaaaax, çi zû şikest!”(r.125)

            Ne hestên nivîskar tenê ye. Hestên xeyala ne. Hestên gava ne. Keştiyê Xalid Begê Cibran di nav guldankê de diherike. Nêrgiz şîn dibin bi îmzeya Damad Ferîd Paşa di zozanên xeyalan de. Gav nayê avêtin hêviyên Yûsif Ziyayê rewşenbîr, Seyîd Ebdulqadir gur dibe. Lê li Londonê kevir di destê yekî de guldanka hêviyê dikeve. 

Kevirê Lozanê

            Lê kevir kevirê Lozanê bû ku guldankê dişikîne. Sewr di gola Lemanê de dixeniqe û çemê Thamesê de tê şûştin. Lord Curzon kefenek dişîne Enqerê. Ismet Paşa bi destê xwe Sewr kefen dike. Bihayê sêdaran yek Mûsil bû li Amedê tê çikandin.

Gav, ku namînin ji bo avêtinê

            Gav namînin lê ”-Dê tîbûna xwe, bi xwe re bibim ba xwedê.”(r.141) tîbûn gav davêjin bi gavên serbazan re. Gav destên xwe dirêjî şaşikê dikin û destek jî xwe dirêjî werîs dike. Werîs şaşik ber bi salên borî ve digindirîne. Xeyal êdî gav navêjin. Kirinên bêîman gav davêjin. Azadî gav davêje. Helbestvanê rojnameya Rojî Kurd û Jînê, xebatkarê Azadî, Mebûsê Bedlîsê gav davêje. Gava xwe roja duşemê davêje li gundê Qolhisarê di bin dara tûyê. Şêx Seîd, wek Cemiyetî Eqwam bêdeng nahêle gav ji bo Azadî lê dixwaze. Xalis ber bi wan gav davêje dengê serbazan tê ber guhên wî ”-Saat ikiye on dakika var!*”(r.148) tîbûna saetê di dilê Şêx de tê vemirandin.

            Biryar biryara Azadî bû. Simkoyê Şikak û Mehmûd Berzencî dê arîkarî bikirana. Elî Riza gavên xwe biavêta Helebê li wir pez bibira Stenbolê. Seyid Ebdulqadir dîtiba û gavan ber bi Xalid Beg biavêta. ”-Yekê remezanê.”(r.149) gav dê were avêtin. Destpêka newrozê. ”-Bila bêrîvan herin bêriyê, berxan berdin bila herin şîr.”(r.150) Ne bêrîvan çûn ne jî gav. Gav hatin avêtin. Ew gav li Bedlîsê tê avêtin. Ew gav Xalid û Yûsif Beg li Bedlîsê digirin. Şêx gava xwe li Qolhisarê radike û Gimgimê daydine. Gavên Azadî şaş tên avêtin.

Siya dil, ya kesk

            Gav xwe davêjin Kerbelayê. Tîbûn dibe tîbûna Kerbelayê. Xormekan gavên xwe davêjin qaymeqamiya Gimgimê. Tizbî di dest tê avêtin û tiving li mil gav davêje dibe serokê Azadiyê. Berê xwe dide gundê Emer Axayê Faro ”-Li vê kerametê binêrin, siya şêx çiqasî kesk e.”(r.159) Gav bi bîrûbaweriyên netêw xwe dide der. Siyarî gavên xwe ber bi Hozatê davêjin xwe bigihînên Seyîd Riza. Fehmî Efendiyê Licî gav davêje nav katibiyê. Lê Fehmî hez nekir ku Şêx gav bavêje Hênê. Lê ne tenê Hênê gav diçe ”Keko, em jî dixwazin tu werî Pîranê.”(r.163) Gav zû tên avêtin.

 ?

            ”Ma ez bibêjim ka çendî cîranan ez xapandim

            Da ku ez bikevim vê cirîdê?!”(r.165)

            Nivîskar huneriya xwe  ya helbestî di vir de radiwestîne, hunera Selîm Berekat gav  davêje nav perê romanê. Lê werîs gavên xwe davêje qirikê. Gavê Pîranê poşmaniyê dixe nav xeyalan. Lê Seyîd Riza, Simkoyê Şikak, Mehmûd Berzencî nehatina wan rê li ber Xalis û Xidirê Botî dikare rawestîne ku nekeve nav xeyalên di bin sêdarê de.

            Du gavên biyanî dikevin nav xeyalan ”-Ew mehkûmên dewletê ne.”(r.168) ew Hesikê Elikî û Weliyê Hedikî ji Qelbînê şîna xeyalan datînin. Agir li Pîranê vêdikeve. Xeyal vê agirê dibe Hênê, Dara Hênê, Elezîz, Xinûs, Maden, Gimgim, Erxenî, Licê, Çermûg, Meletî belav dike. Lê Teyarên Albatros vê agirê dibe bircên Amedê. Fransiyan gav davêjin li başûr bi trênê. Eskerên Fransiyan gavên xwe paşt ve davêjin. Hêzên eşîran gavên xwe bi hêzên dagirkeran re dikin gav û di nav xeyalan de Elezîz tê talankirin.

            ”Şêx ji axaler û begler….”(r.183) Gotina devokî di nav xeyalên sêdarê bi xameyê nivîskar derbas dibe. Gav xwe avêtibûn bîstê remezanê lê ling ber bi Şerefdînê xwe ji agir direvandin. Gavek din jî hatibû avêtin ji bo serpereyê Şêx, mirîtî heftsed Reşadî, saxî hezar Reşadî. Gurên birçî li Bedlîsê gavên Xalid û Yûsif Beg bi gotina Xalisê kal di nav xeyalan de darve dikin. Xeyal xwe da tara pira Evdirrehman Paşayê. Meha Nîsanê xwe di taldeyê de derdixe. Termê Xalis di wir de ”-Seîd! Min ne gote te, careke din tî di ser vê pirê re neçe?”(r.189) kire gazin û lome. Dor gav avêtinê, dora eskerên Tirka bû di nav xeyalan de. Lê xeyal hatin dorpêçkirin. Amed ji London û Musila di hembêza Londonê de bû doşek. Heftê û pênc roj bû notirvan Elî Sayîb serokê ‘Istiqlal Mahkemesî’ gav ber bi sêdaran da destpêkirin.

Gava Çarem

            Gava çarem dora serbaz e. Û pirs li xîzexîza zengiloka di werîs de ”-Xwedayê min, te çima…”(r.202) gav nikare bavêje. Dengê Perîxanê tê ber guhê Xadimulmucahidîn ”Ev gava te ya çarem bû, ezgorî!”(r.203) Li ber keviyê bîrê gav radiwestin û bi dengê Perîxanê di nav xeyalan de şiyar dibin. Şiyarbûneka sêwî li ber dîwaran. Dîwarên ku zarok, jin û kal di bin de dimînin ji belengaziyê û bêkesiyê.

Kes/Karakter

            Şêx Seîd: Lehengê / karakterê sereke ye. Kal e. Şêxê Neqşebendiya ye. Neçar dibe serokê Azadiyê. Rêber e. Di warê Tesevufê de gihiştiye pîleya herîbilind. Evîndarê Perîxanê ye. Di biçûktayiya xwe de feqetî kiriye. Di medreseyên  Palo, Mûş, Melazgir…hwd perwerde dîtiye. Di romanê de giştî ser kaltiya wî de roman diçe lê xame û xeyal diçin dema zarokatî û ciwantiyê jî.

            Du Serbaz: Rêhevalên heta ber sêdarê ne. Ciwan in. Esker in. Lehengê mêtingerîyê ne.

            Xalisê Bedlisî: Hevalê Şêx yê di medreseyê de ye. Feqe bû. Hevalê Mele Selîm e. Xwediyê dengê li ser pira Evdirrehman Paşayê ye. Titûnkêş e. Di dawiya jiyana xwe de dibe xwediyê torbeya gwîzan wek Xidirê Botî. Dînê netifaqiyê ye. Lehengê sereke ye.

            Perîxan: Lehenga evînê ye. Dilketiya di xeyalan de ye. Mîrateya şerê Qirimê ye.

            Rustemê Melazgirî: Hevalê Xalis e. Feqe ye. Leheng e.

            Mele Selîmê Xêzanî: Hevalê Xalis e. Darvekirina wî bûye mebesta dînbûna Xalis li Bedlîsê. Leheng e.

            Xidirê Botî: Motîfa başiyê ye. Xwediyê torba gwîzan e. Nunerê ruhaniyetê ye. Leheng e.

            Qasim Begê Cibrî(Silêman): Hem leheng hem jî agahiya dîrokî ye. Fermandarê dewletê ye. Hevlingê Şêx Seîd, zavê Xalid Beg e.

            Yûsif Ziya Beg: Hem leheng hem jî agahiya dîrokî ye. Mebûsê Bedlisî ye. Xebatkarê Azadiyê ye.

            Şêx Eliyê Çanê, Fehmî Efendiyê Licî, Çerkez Yûsifê Zazî, Şêx Xalib, Şêx Ebdulla, Şêx Şerîf, Nebo Axayê Keleş, Heqî Begê Licî, Şêx Ebdullayê Melikan, Emer Axayê Faro: Katib, Seyîs, Fermandar, şerker…hwd. in. Leheng in.

            Weliyê Hedikî(Qelbînê), Hesikê Elikî(Dêreyê), Ibrahîmê Hecî Elî: Du kesên serî kaçax û mehqûm in. Yê mayî jî milîs e. Leheng û neleheng in. Agahiyên dîrokî ne.

            Serkîs Boxosyanê Ermenî, Hamêst: Lehengên lawaz in. Nîşaneyên qetlîama ne.

            Elî Sayib: Hem leheng  hem jî agahiya dîrokî ye. Mebûs e. Serokê Dadgeha Istiqlal ya Amedê ye.

            Şêx Ubeydullahê Nehrî(Şemzinî), Simko Axayê Şikakî, Şêx Mehmûdê Silêmaniyê, Seyid Riza, Xalid Begê Cibrî, Doxtor Fuad, Mele Selîmê Xêzanî: Wek nav derbas dibin ne lehengên romanê ne. Pêşengên gel in. Zana û Rêveber in. Agahiyên dîrokî ne.

            Elî Riza, Şêx Mehmûd, Ebdurrehîm: Malbata Şêx Seîd e. Kur, bav û birayê wî ne. Hem leheng hem jî agahiyên dîrokî ne.

            Fehmiyê Bîlal: Gundî ye. Ji Hênê ye. Lehengek lawaz e.

            Seyid Ebdulqadir: Kurê Şêx Ubeydullah e. Agahiya dîrokî ye.

            Hesen Xeyrullah Efendî(Şeyxul Îslam), Sultan Murad, Sultan Evdilezîz, Ismet Paşa, Damad Ferîd Paşa, Enwer Paşa, Sultan Wehideddîn, Lord Curzonê Ingilîz, Boxos Nûbar Paşa, Şerîf Paşa: Agahiyên dîrokî ne.

                Şêx Rêzo: Motîfa başiyê ye. Nunertîyeke di nav olê de ne.

 

Nîvîsa yekemîn (3)

AMADEKAR: ARAM RODER

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply