Şemî , Adar 23 2019
Destpêk / Forum / Nivîsxane / Nêrîneke Giştî Li Ser Edebiyata Nûjen Ya Kurdî

Nêrîneke Giştî Li Ser Edebiyata Nûjen Ya Kurdî

Destpêk

Ev xebat wek kurteyeke edebîyata kurdî ya modern e. Di vir de armanc wek tegehên sereke yên ku bi edebîyata kurdî ya modern ve giredayîne bêne pêşkeşkirin. Ew kesên ku di demeke kin de li ser edebîyata modern biwazin bibin xwedî agahîyan dikarin ji vê xebatê sudwerbigrin. Bi taybetî ev xebat ji kesên ku li zanîngeha beşa ziman û edebîyata kurdî dixwenin wek nivîseke kurte hatîye nivîsîn.

1. Çend Gotinên Bingehîn Ji Bo Modernîte

Paşxaneya modernîte; sanayî, sekulerîzm (dinyayî) û rasyonalizme (aqilmendîye).

Modernîte, kar dinav mirovan de parvekiriye ango karbeşî derxistiye pêş. Modernîte mirov giredayî beşekê kiriye. Yanî kar minimize kiriye. Bi vî awayî takekesî derxistiye pêş.

Berê navenda her tiştî Xweda bû. Di modernîte de navend bû zanîn û hiş. Zanist û ehlaq û hûner li hember Dêrê (Dîn) û Qesrê (Rêvebirî) derdikevê. Rexne vê demê pêşde diçê Bi awayekî eşkere ji îro xuya dibe ku serkeftbûye.

Modernîte be Şoreşa Fransiz destpêkir. Ku sê têgehên bingehîn derxistin pêş. Ev têgeh; wekhevî, biratî, azadî (3 rengê ala Fransiz ya îroyîn). Bi modernîte re mirov li pey şopa xweyî kevin geran. Ku bi navê revivalizm tê naskirin. Revivalizm; vegera cewherê xwe. Di modernîte de jiyan tabula rasa ye. Tabula Rasa; lewhaya vala ye. Ku tu çi li sere binvîsêne tu dikare ji nûve jiyaneke derxê meydanê.

Nîrxeke dî ya modernîte îcadkirina matbaye ye. Bi matbaye re raman zû belavbûn.

Bi matbaye re;

  1. Zimanên netewî bûne zimanê perwerde ye
  2. Edebiyatên netewî avabûn
  3. Kevneşopeke edebî destpêkiriye.

2. Modernîteya Kurdan

Di dema Osmanîyan de li Kurdistanê matba li Wan, Bidlîs û Diyarbekir tene hene. Lê ne di destê kurdan de ne.

Modernîteya kurdî, modernîteya rewşenbîrîye. Rewşenbîrî jî bi rêya edebîyate derketîye pêş. Ji xwe modernîte pêşî di edebiyata kurdî de tê xûyakirin.

Destpêka edebîyata modern ya kurdî bi Hecî Qadirê Koyî (1815 – 1897) destpêdikê.

3. Qonaxên Edebîyat Kurdî

3.1. Qonaxa Yekem; Stenbol

3.1.1. Komele û Weşanên Wan

  1. Kurdistan Azm-î Kavî Cemîyêtî 1900. Rojnameya Kurdistan di navbera salên 1898 – 1902yan de 32 hejmar derxistin.
  2. Kurd Teavûn we Teraqqî Cemîyêtî 1908. Kurd T. ve T. Gazetesî di sala 1908 9 Hejmar derxistin.
  3. Kurd Neşrî Mearîf Cemîyêtî 1910 – 1911. Bi navê Kurd Numûne Meşrutîyet Îbtîdaîsî dibistanek vekirin.
  4. Kurd Talebe Cemîyêtî (Hevî) 1912. Dibin navê Hêvî de; Rojî Kurd (Reveberî di deste Bedirxanîyan de bû.), Hetawî Kurd (Reveberî di deste Baban de bû.) û Yekbûn hatin derxistin.
  5. Kurdistan Muhibban Cemîyetî 1912.
  6. Kurdistan Tealî Cemîyêtî 1918. Kovara Jîn 25 Hejmar weşandin.
  7. Kurd Tamîm-î Maarîf we Neşrîyat Cemîyetî 1919.
  8. Kurd Kadinlari Tealî Cemîyeti 1919.

* Peyman; 1908, Îttîhat we Teraqqî Cemîyetî ya Diyarbekirê derdixist.

3.1.2 Nîvîskarên Qonaxa Stenbolê

Ebdirehman Rehmî; Memê Alan, pîyesa yekemin e.

Xelil Xeyalî; Di Jînê de bi navê Kurdîye Bidlîsî, di Hetawî Kurd de bi navê Bave Naco, M.X nivîsandiye. Ji xeynî vana Pîremerd, Kemal Fewzî, Hemzeye Muksî, Memduh Selîm, Seîdê Kurdî, Kurdîzade Ehmed Ramiz, Ebdullah Cewdet, Mihemed Mihrî jî ji ekola Stenbolê ne.

3.2. Qonaxa Duyem; Silemanî, Mehabad (1920 – ….)

Kevneşopîyek (Tradîsyon) berdewam e.

Li Başur; di sala 1988de 166 çîrok çap bûne.

Ji bo tradîsyone 2 bingeh pêwistin;

1- Navend, ji bo bicîh anîna xwestekan.

2- Perwerde, derdora kevneşopîyek edebî.

3.2.1. Nîvîskarên Qonaxa Silemanî – Mehabad

Hesen Kizilcî; Kenê Parsek

Rehmî Qazî; Peşmerge

Pîremêrd; Diwan

Abdullah Goran

Hemîn Mukrîyan

Hêjar

Cemal Nebez

Şêrko Bêkes

Abdullah Peşêw

Ferhad Shakely

Ferhad Pîrbal

Şêrzad Hesen

3.3. Qonaxa Seyem; Şam

Di sala 1932yan de destpêdike.

Hawar, 1932 – 1943, 57 hejmar

Ronahî, 1942 – 45, 28 hejmar

Roja Nû, 1933 – 46, 73 hejmar

3.3.1. Cureyên Edebî Yên Ku Di Vê Qonaxê De Hatine Nivîsîn

Sehitî (ceribandin), şano, adaptasyon, kurteçîrok, helbesta serbest, werger

3.3.2. Nivîskarên Qonaxa Şamê

Celadet A. Bedirxan, Kamuran A. Bedirxan, Qedrîcan, Osman Sebrî, Nureddîn Zaza, Cegerxwîn

Helbesta peşîn ya serbest Celadat nivîsiye. Navê we Bilûra Min e.

Hevind; piyes, Celadet Bedirxan, piyesa duyemin e. 1933

Memê Alan; Cîhad

Hevind; Şerê Welat e

3.4. Qonaxa Çaremîn; Erîvan (Qafqasya) 1935 – 1991

Ev qonaxa edebî bi taybetî kurdên ku li Erîvanê bicîhbûne avakirine. Ji bo hilweşandina Yekîtîya Sovyetê ev sedem di sala 1991e de bi dawî dibe. Lê dibe neye jibîrkirin ew kes piştî sala 1991e ji xebatên xwe dewam kirine.

3.4.1. Nivîskarên Qafqasya û berhemên wan

Ereb Şemo, Şivanê Kurmanca, 1935 (Roman yekem)

Eliyê Ebdurrahman, Xate Xatun

Egidê Xudo, Dê û Dêmarî

Heciyê Cindî, Hewarî

Tosine Reşîd, Min Berîya Şevên Tari Kir

Eskerê Boyik, Çanda Kurdên Sovyetê

3.5. Qonaxa Pencemîn; Dîaspora, Swed,

Dîaspora, belavbûna mecburîye.

Diaspora kurdên Swedê diasporayeke edebî ye.

Hêstên kollektîf, nasnameya netewî

Hêstên şexsî

Netew û surgun; netewetîya surgunê

3.5.1. Nivîskarên Dîaspora

Li Swed; Mehmet Uzun, Mahmut Baksî, Hesenê Metê, Firat Cewerî, Rojen Barnas, Laleş Qaso, Bavê Nazê, Şahînê Bekirê Soreklî, Mustafa Aydoğan, Enwer Karahan

Li Belçîka; Medenî Ferho

Li Fransa; Fewaz Hûsên

Li Elmanya; Helîm Yusif

3.5.2. Kovarên Li Dîaspora

Nûdem, Armanc, Apec, Roja Nû, Kurdistan, Press, Kurmancî, Bîrnebûn, Vate, Hêvî

3.5.3. Enstîtûyên Li Dîaspora

Enstîtûya Parîs, Enstîtûya Bruksel

4. Çend Agahîyên Taybet

4.1. Çend Agahî Li Ser Qonaxa Erîvanê

Kurdistana Sor, 1923 – 1929

Surgûnên Kurdan

1937 surgûna Sibirya, bi destê Stalîn

Reya Teze, 1930 – 1996, 4800 hejmar derketîye.

Dibistana Tehrîkum (Erîvan) 1931

Dibistana Mamostetîyê li Şuşayê ya Qerebax, 1932

Radyoya Erîvanê, 1955

Realîzma Sosyalist (şoreşgerî), 1934

4.2. Metnê Modern

Metîn bi 2 alîne

  1. Çîrok, bûyer an rêzebûyer; leheng, cîh, dem, ev berhem çi qiset dikê?
  2. Vegotin, ev berhem çawa hatiye nivîsandin?

Yanî; çi dibejê, çawa gotiye? (vebejêr)

4.3. Elfabeyan Latînî Kurdî

  1. Elifbeya Kurdî Latinî, Lazo (Agop Rozaryan), 1921
  2. Elifbeya Kurdîya Latinî, Musayip Axundow, 1923
  3. Elifbeya Kurdî Latinî, İshak Monagolov û Erebê Şemo, 1929
  4. Elifbeya Hawar, 1932

4.4. Çîrokên Neqedîyayî

  1. Çîrok, Fuat Temo
  2. Le Xewma, C. Saib, 1926/27
  3. Mesela Wijdan, A. M. Caf
  4. Awatî Dil, Pîremerd
  5. 12 Siwarey Meriwan, Pîremerd

Ji van çapan % 53 li Kurdistan (Silemanî, Hewler, …) % 45 li Bexdaye derketine. Zimanê van çîrokan % 96 bi Soranî (kurdî)ye.

Jiyanewe (1925) çîroka ku di qonaxa duyem de hatiye nivîsin.

Li Bakur; Çîrok 1913 Fuat Temo – 1979 Meyro, M. E. Bozarslan

(Hawar, Ronahî, Reya Teze)

% 99 li Stenbol ê, Du zimanî (Kurdî – Tirkî),

Encam

Di vê xebatê de hat dîtin ku modernîteya kurdan dinav rewşenbîran de destpêkiriye. Moderniteyeke edebîye. Ev edebiyat bi gelek sedemên cihê dinav gelê kurd de belav nebûye. Bêhtîr dinav kesên zana û rewşenbîr de maye. Lê dibê ew kêmayî tenê ji bo kurdan neyê gotin. Gelên rojhilat bi tevahî di vê rewşê de ne. Disa jî li gor tinebûna dewleteke serbixwe ev xebat hêjayî malê dinyaye ne. Dibe kurd van cewheran biparezin û ev doza ku li erde maye dibe werê bilindkirin.

Heftenameya BAS

Derbar Dilazad ART

Dikarê vê jî bixwênê

Newroz – Rojbîn Ozkan

Newroz xewna Ehmedê Xanî Newroz evîna Mem û Zînê Newroz hêstên Feqîyê Teyran Newroz helbestên …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *