Tule

Tule, lale (latînî: Tulipa) navê komekê kulîlkên ji malbata liliaceae ye. Carekê bê ajotin, her sal bi xwe digihê. 2-8 pelên wê hene. Li ser darikekê yek an du gupik hêşîn dibin. Tuleyên Kurdistanê bêhtir sor in, lê yên zer û bi rengên vekirî jî hene.

Welatê bav-kalê yê vê kulîlkê rojavayê Asyayê, Afxanistan, Azerbaycan, Qazaxistan, Îran e, ji wan deran belav bûye. Li Kurdistanê bi taybetî li cihên deştî digihên. Li Mûş, Îdir, Bidlîs û Wanê kêm be jî çandiniya wê tê kirin.

Li seranser erdxanê (dinya) tule tê diyarîkirin. Li Ewropa, bi taybetî Holandê bazara wê mezin e. Li wir bi teknîkên nûjen 1200 cureyên tuleyê tên ajotin û firotin. Cureyên Ewropayê Tulipa gesneriana, Tulipa kaufmanniana, Tulipa greigii û Tulipa fosteriana ne.

Cureyên wê yên li Kurdistanê

Mixabin kîjan kîjan e, navê wan ên zanistî çine, florîstên kurd rave nekirine. Navên li deşta Rewanê derbas dibin ev in:

Gagîvas, gagîwas

Tuleya bişkovî

Alale, alalok

Tuleya ecem, laleya Îranî

Tuleya taldeyan

Gagiro

Şilêr

Tûleya spî

Wîkîpediya

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *