‘‘Mîrê Bilûrê’’ Egîdê Cimo

“Bilûra min,
Dengê xwe berde
Dinya,
Mîna zarokekî berşîr,
Ket dergûşa xwe;
Dengê xwe berde bilûra min,
Û jê re bilorîne
Xema wê birevîne!
Bilûra min î tu…”

(Celadet Alî Bedirxan)

Ez, Mîrê Bilûrê di zarokatiya xwe de dizanim.

Zarokatiya xwe de; Çimkî bavê min evîndarekî dengbêjiyê û dengê bilûra wî bû. Hinek rojan bavê min bi saetan guh dida bilûra wî. Jixwe dengbêjî bo bavê min piştî nimêja sibê destpê dikir û bi saetan berdevam dikir; hem guh dida dengbêjan, hem rondikên wî dibarîn, hem jî distra û dilorand…

Bi xêra wî min jî Mîrê Bilûrê naskir. Di van salên dawiyê de jî me bi hev re pirranî guhdariya Feyzoyê Rizo û bilûra Egîdê Cimo dikir.

Mîrê Bilûrê ustad Egîdê Cimo ne pêdiviyê pesin û methan e. Çimkî  Egîdê Cimo di temenekî dûr û dîrêj de têr û tijî, bi xizmet û rûmet di vê dinyaya bêbext de jiya û çû li ber rehma Xwedê. Navê wî her çar perçeyên Kurdistanê de deng veda, gişk dizanin ku Egîdê Cimo kî ye. Ew bi deng û selîqeya bilûra xwe mêhvanê pirraniya mal û malbatên welatê xwe yên bindest û bi keser bû; di rojên cejn û sersal, geşt û seyran, govend û dîlanan de… Heger bi xwe jî li wir neba, kasetek an vîdeoyeke wî bi kêmevî deng û awazên bilûra wî amade û beşdar bû…

Guhdarên bilûra wî çi pîr û çi ciwan, çi jin û çi mêr, ji deng, awaz û awayên bilûra wî yên xweş û resen pirr hez dikirin û çi roja ku ji perçekî kurdistanê dengê bilûra wî bilind ne biba, hingê mirov hest bi kêmasiyekê dikir.

Jiyaneke mişe ji çand û hûnerê pêkhatî tê bîra mirov, dema behsa Egîdo Cimo tê kirin. Ji zarokatiyê bigire heta dawiya emre wî, di nav êş, kul, xem, axîn, jan û trajediya penaberiyê de, aliyê xwe yê hûnermendî û kurdistanî yê dewlemend û qayîm her carê daye jiyandin. Ji ber vê yekê di nava çand û hûnera kurdan de roleke mezin leyîstî ye. Wek gelek dengbêj û hûnermendên kurd wî jî ji vê jana kurd ku bi sedan salan e ya bi xwînê derbûye, para xwe jê girtiye.

Ji ber hindê dengê bilûra wî di cerg û hinavên me de wek dengekî îlahî û pîroz diloriya û di nav cerg û hinav û serên dijminan de jî wek bombeyekî diteqiya. Ji lewre miletê kurd evîndar û piştevanê bilûra wî bû…

Egîdê Cimo bi hebûna xwe û dengê bilûra xwe ve Kurdistan bû…

Ew kesê/a dibêje ez Kurd im, divê ew dîrok, çand û zimanê xwe li ser her tiştê xwe re bigire. Divê ew  tişt li ber dilê wî ji her tiştên wî şirîntir, hêjatir û bihatir bin; lê xwedî derkeve û wek bîbika çavê xwe biparêze. Çimkî heke ev hebin ew jî heye, lê ku ev neman, ew jî namîne! Ev a bang û ragihandina pênasû hebûna neteweya Kurd e. Ji ber vê yêkê jî ti cudahiyek di navbera dengê bilûra Egîdê Cimo û merşa neteweyî de nîn e…

Mîrê Bilûrê bi dengê bilûra xwe ve bangî rihê her kurdekî dikir, di xewn û xeyalên birîndar de dibû reng, hiş û bîranên sêwî de dibû dengekî berz û fesîh… Çi dikir nefesa wî ya kûr û xurt, agirê dil û cergê wî dikir; bi hiş û dilê her kurdekî diket.

Ez nizanim dengê bilûra ‘Mîrê Bilûrê’ dilxemgîn e yan dilşad e. Lê aniha, dengek bi ber guhê min dikeve, hest dikim ku kûr û dûr tê…

Bila nivîs aniha ewqas be. Ez dîsa di kûrahiya dile xwe de dengê bilûra wî û bîranên zarokatiya xwe re mijûl bim çêtir e…

Derbar Ersîn Tek

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply