“Bilûra min,
Dengê xwe berde
Dinya,
Mîna zarokekî berşîr,
Ket dergûşa xwe;
Dengê xwe berde bilûra min,
Û jê re bilorîne
Xema wê birevîne!
Bilûra min î tu…”
(Celadet Alî Bedirxan)
Ez, Mîrê Bilûrê di zarokatiya xwe de dizanim.
Zarokatiya xwe de; Çimkî bavê min evîndarekî dengbêjiyê û dengê bilûra wî bû. Hinek rojan bavê min bi saetan guh dida bilûra wî. Jixwe dengbêjî bo bavê min piştî nimêja sibê destpê dikir û bi saetan berdevam dikir; hem guh dida dengbêjan, hem rondikên wî dibarîn, hem jî distra û dilorand…
Bi xêra wî min jî Mîrê Bilûrê naskir. Di van salên dawiyê de jî me bi hev re pirranî guhdariya Feyzoyê Rizo û bilûra Egîdê Cimo dikir.
Mîrê Bilûrê ustad Egîdê Cimo ne pêdiviyê pesin û methan e. Çimkî Egîdê Cimo di temenekî dûr û dîrêj de têr û tijî, bi xizmet û rûmet di vê dinyaya bêbext de jiya û çû li ber rehma Xwedê. Navê wî her çar perçeyên Kurdistanê de deng veda, gişk dizanin ku Egîdê Cimo kî ye. Ew bi deng û selîqeya bilûra xwe mêhvanê pirraniya mal û malbatên welatê xwe yên bindest û bi keser bû; di rojên cejn û sersal, geşt û seyran, govend û dîlanan de… Heger bi xwe jî li wir neba, kasetek an vîdeoyeke wî bi kêmevî deng û awazên bilûra wî amade û beşdar bû…
Guhdarên bilûra wî çi pîr û çi ciwan, çi jin û çi mêr, ji deng, awaz û awayên bilûra wî yên xweş û resen pirr hez dikirin û çi roja ku ji perçekî kurdistanê dengê bilûra wî bilind ne biba, hingê mirov hest bi kêmasiyekê dikir.
Jiyaneke mişe ji çand û hûnerê pêkhatî tê bîra mirov, dema behsa Egîdo Cimo tê kirin. Ji zarokatiyê bigire heta dawiya emre wî, di nav êş, kul, xem, axîn, jan û trajediya penaberiyê de, aliyê xwe yê hûnermendî û kurdistanî yê dewlemend û qayîm her carê daye jiyandin. Ji ber vê yekê di nava çand û hûnera kurdan de roleke mezin leyîstî ye. Wek gelek dengbêj û hûnermendên kurd wî jî ji vê jana kurd ku bi sedan salan e ya bi xwînê derbûye, para xwe jê girtiye.
Ji ber hindê dengê bilûra wî di cerg û hinavên me de wek dengekî îlahî û pîroz diloriya û di nav cerg û hinav û serên dijminan de jî wek bombeyekî diteqiya. Ji lewre miletê kurd evîndar û piştevanê bilûra wî bû…
Egîdê Cimo bi hebûna xwe û dengê bilûra xwe ve Kurdistan bû…
Ew kesê/a dibêje ez Kurd im, divê ew dîrok, çand û zimanê xwe li ser her tiştê xwe re bigire. Divê ew tişt li ber dilê wî ji her tiştên wî şirîntir, hêjatir û bihatir bin; lê xwedî derkeve û wek bîbika çavê xwe biparêze. Çimkî heke ev hebin ew jî heye, lê ku ev neman, ew jî namîne! Ev a bang û ragihandina pênasû hebûna neteweya Kurd e. Ji ber vê yêkê jî ti cudahiyek di navbera dengê bilûra Egîdê Cimo û merşa neteweyî de nîn e…
Mîrê Bilûrê bi dengê bilûra xwe ve bangî rihê her kurdekî dikir, di xewn û xeyalên birîndar de dibû reng, hiş û bîranên sêwî de dibû dengekî berz û fesîh… Çi dikir nefesa wî ya kûr û xurt, agirê dil û cergê wî dikir; bi hiş û dilê her kurdekî diket.
Ez nizanim dengê bilûra ‘Mîrê Bilûrê’ dilxemgîn e yan dilşad e. Lê aniha, dengek bi ber guhê min dikeve, hest dikim ku kûr û dûr tê…
Bila nivîs aniha ewqas be. Ez dîsa di kûrahiya dile xwe de dengê bilûra wî û bîranên zarokatiya xwe re mijûl bim çêtir e…