Paytexta Avusturyayê Viyana, bajara herî jiyanbar a dinyayê hat hilbijartin.
Li gorî lêkolînên Şirketa şêwirmendî ya navneteweyî Mercerê, Viyana di sala 2016an de dîsa di listeyê de cihê xwe yê ewil girt. Li gor Mercerê jiyana herî bi qalite, li Viyanayê tê jiyîn.
Ligel Viyanayê; Zuriha Swisre, Aucklanda Zelandaya nû, Muniha Elmanya û Vancouvera Kanadayê bûn 5 navên ewil ê listeyê. Paytexta Iraqa Bexdayê jî bû navê herî dawî ya listeyê.
30 navên ewil ê listeyê de ji Elmanya 7 bajêr (Munih, Dusseldorf, Frankfurt, Berlin, Hamburg, Stuttgart, Nurnberg), Ji Ewustralya 5 (Sidney, Melbourne, Perth, Adelaide, Canberra), Ji Kanada 4 (Vancouver, Toronto, Ottawa, Montreal), Ji Swisreyê 3 (Zurih, Cenevre, Bern), Avusturya (Viyana), Danîmark (Kopenhag), Hollanda (Amsterdam), Zelandaya nû (Wellington), Luksemburg, Swêd (Stockholm), Belçika (Bruksel), Singapur, Emerîka (San Francisco), Finlandiya (Helsinki) ve Norveç’ten (Oslo) cih girtin. Herwiha balê kişand ku di listeyê de herî zêde bajarên Ewropaya Rojava cih digrin.
trtnuce