Kovara Zarema êdî hew tê çapkirin

Di 30ê hezîrana 2018an de ji ser hesabên tora civakî yê Kovara Zaremayê agahiyek hat parvekirin ku rêvebirên kovarê biryar dane ji îro pê de xebatên xwe wê tenê ji se rmalpera kovarê bidomînin. Û hew Kovara Zaremayê çap dikin.

Kovara Zaremayê heta niha bi tevahî 13 jimar hatine çapkirin.
Kovara Zarema ji Gulana 2014an ve li ser teorî û rexneya wejeya kurdî xebatên didomînê.

Agahiya ku rêvebirên kovarê ji ser hesabên xwe yên civakî parvekirin ev e:

“Xwînerên ezîz,
Êdî kovara Zarema wê neyê çapkirin, weşana wê li ser malperê bidome.
Heta niha bi çi awayî dibe bila bibe ew ên keda xwe xistine kovara me, em ji dil û can spas dikin, mala wan hezar caran ava be. Ew ê qet neyên jibîrkirin”

Wek rêvebirinên Çandnameyê me ev peyam wiha fehm kir: wek kovareke çapkirî hew derdikevê, lê wek dîjîtal wê dewam bike.

Em wek malbera Çandnameyê Hevî dikin ku ji ser malperê bi awayekî dijîtal û weşaneke rêkûpêk wek rojên çapkirî dewamî weşana xwe bike.

Malpera kovarê ya Fermî ev e: http://www.kovarazarema.com

Derbarê Kovara Zaremayê de hin agahî

Kovara Zarema ya rexne û teorîyê, ku ji çar mehan carekê derdikeve, di Gulana 2014’an de dest bi weşanê kirîye û heta niha (Tirmeh 2018) sêzdeh hejmarên wê derketine. Zarema armanc dike ku zimanê Kurdî di qada zanistên civakî û rexneya wêje û hunerê de xurttir bike û hişmendîya rewşenbîrîya Kurdî kurdîfîze bike, ji binê serdestîya Tirkî û ji hişmendîya Tirkîyewî xelas bike û bi vî awayî perspektîfeke dij-mêtinger saz bike. Bi vê armancê hewil dide di navbera parçeyên Kurdistanê de bibe pireke danûstandina rewşenbîrî, lewma gelek nivîsên wê ji alîyê nivîskarên ji Rojhilat û Başûr der barê qadên curbecur, her wekî şano û sînemayê, rexneya wêjeyî û zanistên civakî de hatine nivîsîn.

Zarema bo nivîsên warê wêje û hunerê û hemû zanistên civakî vekirî ye. Li gel vê yekê, bo wergera ji zimanên bîyanî bo Kurdî û ya di navbera zaravayên Kurdî (bi taybetî ji Soranî bo Kurmancî) de jî bûye zemîneke girîng. Ji teorîya wêjeyê heta bi qada dîrok, folklor, şano, sînema, sosyolojîyê û hwd. gelek nivîs hatine wergerandin, lê ji nivîsên bi zaravayên ji bilî Kurmancî re jî vekirî ye.

Zarema hin hejmarên xwe li ser babetekê dosyeyê amade dike, yan jî giranîyê dide ser babetekê. Heta niha hin dosyayên wek Dij-mêtingerî (hej.2) û Feminîzmê (hej.4)  amade kirine û di du hejmaran de jî giranî daye ser helbesta bi Kurdî ya modern (hej. 6-7). Ev rêbaza amadekirina dosyeyan, yan jî giranîya li ser babeteke taybet wê bidome da ku nivîskarî û xwînerîya Kurdî ji sînorên wêjeyê derbas bibe û di qadên cîyawaz de rê li ber fikr û ramanên nû xweş bike. Bi geşkirina rexneya wêjeyî û hunerî û sîyasî, Zarema hewil dide di Kurdî de uslûba analîzkirin, rexnekirin û dîyalogê bikemile.

Navê kovarê ji pirtûka Avestayê hatîye wergirtin, di zimanê Avestayî de wateya wê ‘bihar’ e, di zaravaya Dimilkî de tê wateya ‘dilê me’.

Zanyarîyên peywendîyê:

  • avnîşana Twitterê: https://twitter.com/kovarazarema
  • Navnîşana Facebookê: https://www.facebook.com/Kovara-Zarema-616627658409031/?hc_ref=ARRXgNWdtifgQp6SKY-Zx2_yxQe9oeofa5DMudDqU3Av7f2XAK_q7Nx4D8Z-EDkbYB8&fref=nf
  • Navnîşan: Şilbe Toplukonutları, Öztaş Sitesi,252.Ada, BO-7, No: 9 Yenişehir / Diyarbakir / Turkey
  • Telefon : +90 505 527 92 17
  • Navnîşana Malperê: http://www.kovarazarema.com
  • Navnîşanên e-Peyamê: info@kovarazarema.com – zaremakurd@gmail.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply