Kovara Dilopê ku newrozê dest bi weşana xwe kiribû bi jimara xwe ya sêyem derket.
Dilop di jimara xwe ya tirmeh û tebaxê de wek jimarên din bi nivîsên taybet û cûda derket pêberî xwendevanên xwe.
Dilopa ku serê du mahan carekê diniqutê bi jîmara xwe ya nû wek mijara taybet dest avetiyê meseleya binavkirina Heskîfê û werankirin û ji nû ve avakirina Surê.
Bi navê “Hasankeyf’ten Sur’a… Tarihsel Mekan-kültürel miras yıkımı! Ne Oldu! Ne Yapmalı?” dosyayek li ser vê mijarê amadekiriye.
Kovar li ser meseleyên çandî, hunerî û siyasî eleqedar e û bi zimanên Kurdî û Tirkî tê weşandin.
Ji bo têkilîyê: dilopdergisi@gmail.com
Herwiha hûn dikarin bi saya van nivîsên me yên berê derbarê kovara Dilopê de behtir agahiyan bidestbixin.