Konferansa “Çapemeniya Kurd û Geşedana Wê” hat lidarxistin

Li Enqereyê bi navê “Konferansa Çapemeniya Kurd û Geşedana Wê” li oteleke Enqereyê, konferansek hat lidarxistin.

Zimanzan Prof. Dr. Kadri Yildirim, Bêjerê PUK Medyayê Yadîgar Caf û Peyamnerê El Cezîreyê Huner Muzurî wek axaftvan li ser mijarên “Di Çapemeniya Kurdî de Pirsgirêka Ziman”, “Bandora Çapemeniya Kurdî Li Ser Zimanê Kurdî” û “Bandora Çapemeniya Kurdî Li Ser Cîhanê” di konferansê de axivîn.

Konferansa ku moderatoriya wê ji hêla Berpirsyarê Komeleya Sînemager û Televîzyongerên Kurd (KUSÎ-KURD) Salih Suleymanî ve hat rêvebirin, tê de bi tirkî û kurdî wergêra simultane jî hat kirin.

Suleymanî bixêrhatina mêvanan kir û destnîşan kir ev konferans ji ber 118emîn salvegera Cejna Çapemeniya Kurdî hatiye lidarxistin.

Suleymanî got ku di 22yê nîsana 1898an de rojnameya Kurdistanê wek yekemîn rojnameya kurdî dest bi weşanê kiriye û ev roj ji ber wê wek cejna çapemeniyê tê pîrozkirin.

Suleymanî wiha axivî: “Di medyaya kurdî de hin kêşe û pirsgirêkên weke nebûna kadroyeke gihîştî, hebûna sansurê, weke pirsgirêkên serekî tê zanîn. Em ê îro behsa van bikin û di dawiyê de em ê vê wek encamname ji raya giştî re belav bikin.”

Zimanzan Prof. Dr. Kadri Yildirim wek axaftvanê ewil li ser mijara “Di Çapemeniya Kurdî de Pirsgirêka Ziman” axivî.

Yildirim ewil behsa yekemîn rojnameya kurdî Rojnameya Kurdistanê, şert û mercên ku ev rojname derketiye kir û wiha got: “Ev rojname di nav rewşeke hêsan de derneket. Di serdama Siltan Evdilhemidê duyem de derket. Siltan mixabin destûr nedida ku ev rojname derkeve, ji ber vê ew li Qahîreyê derket.”

Yildirim behsa kêmasî û pirsgirêkên medyaya kurdî kir û got ku di nav çapemeniya kurdî de standardek tune.

Yildirim wiha axivî “Divê em klasîkên xwe baş bixwînin ku gelek bêje, term û têgehên resen di nav van klasîkan de cih digrin di medyaya kurdî de ji bo îro bibe alîkar. Helbet ne mumkune ku hemû têgeh û bêje ji klasîkan bên girtin. Ji ber vê, divê kurmanc, zaza, soranî û loranî hemû kurd wek lijne li hev bicivin û ji bo ku standartkirina ziman bixebitin.”

Bêjerê PUK Medyayê Yadîgar Caf jî li ser mijara “Bandora Çapemeniya Kurdî a Li Ser Civaka Kurd” sekinî û wiha got: “Medya di mijarên siyasî û civakî de xwedî roleke mezin e. Heke di destê karsazekî an jî partiyekî de be, nikare rola xwe bi cih bîne.”

Caf got heke medyaya kurdî û medyaya cihanê bê ber hevdu di navbera wan de zêde cudahî û kêmasî tune û wiha dewam kir: “Ev ji 30 salan zêdetir e bi awayekî qanûnî medyaya kurdî li Kurdistanê xebat dike. Qasî 1200î zêdetir çapemeniyên bi awayekî fermî kar dikin hene. Ji van hinek ji ber sedemên aborî û hinek jî ji ber sedemên şexsî tên girtin.”

Caf got ku medya zêdetir ji bo îdeolojiyê tê bikaranîn, an jî di bin bandora partiyeke siyasî de dimîne û wiha axivî: “Medyaya kurdî ji bo netewebûnê û edebiyata kurdî dixebite. Lê ji hêla huner û werzişê de kêmasî hene û hêvî dikim di siberojê de zêdetir di van qadan de xebat bên kirin.

Peyamnerê El Cezîreyê Huner Muzurî jî wek axaftvanê dawîn li ser mijara “Bandora Çapemeniya Kurdî a Li Ser Cîhanê” axivî. Muzurî got ku ew îro li Enqereyê li ser medyaya kurdî di roja cejna Rojnamegeriya Kurdî de diaxivin û ew ji ber vê pir kêfxweş e.

Muzirî got ku îro him li Tirkiyeyê û him jî li welatê ku ew jê hatiye şer heye û ew hêvî dike ku aştî pêk were û wiha axivî: “Piştî ku şerê DAEŞê hat Kurdistanê, çapemeniya navneteweyî berê xwe dan welatê me û medyaya me. Li Kurdistanê 40 saziyên biyanî, yên tirkî, erebî, frensî, îngilizî û yên din ku weşanê dikin hene. Dema ev sazî tên Kurdistanê û weşanê dikin cîhan û der û dora me jî bi çavekî din li me dinêhêrin. Gelek giring e ku rojnamevanên me berê xwe bidin saziyên biyanî. Wexta ku ez diçim BBCyê ez wek kurdekî diçim.”

Muzurî got ku li her welatî nebaşî hene û wiha axivî: “Medyaya kurdî her tim behsa tiştên nebaş dike, wek gendelî, şer, penaber û dibêje ku li cihanê rewş pir baş e. Yanê her tim li ser nebaşiyan disekine. Lê ev tişt li welatên din jî hene û ew van tiştan wisa zêde nîşan nadin. Tiştek din jî mijara penaberan li Kurdistanê heye, heke tu her roj der barê penaberan de 20 nûçeyan çêkî ti bandor çênabe. Lê heke ev nûçe li ser medyaya biyanî û navnetewî belav bibe ew ê berê xwe bidin medyaya me û wê alîkariya wan bikin.”

Di konferansê de piştî axaftinan guhdarvanan di çarçoveya mijarê da pirsên xwe kirin û axaftvanan jî bersiv dan.

Piştî ku konferans qediya kokteylek çêbû. Rojnamevan û xebatkarên medyaya kurdî û mêvan beşdarî kokteylê bûn û bi hev re sohbet kirin.

Nûçe: Turkan Tosun

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply