carên ku dînîtî bi kindirê jiyanê xwe li min dipêçe
li hêviya pihîna celadê xwe nasekinim
û dimirim.
lê dema celadê min digihe armancê
û daleqayî dimînim li ser sêdarê
û kes namîne li dor
ez bixwe ve têm
kindir ji ser stû dipekînim
hemû aferîdên sêdarê
bi wê sêdara ku
ji bo mirina min hatiye çêkirin
çav bel, stûtewiyayî
bi ser hev de davêjim.
wan mêjiyê jahrîkirî
tenê bi pifkirina wî kursiyê
ku dilê celadan lê dipije
dişînim nav arê erdzemînê.
li ser vê serkeftinê
hewtikê qilêrî yê hundirê xwe
bi lîlandin û guhdana straneke
xwerû ji hezkirin
û peyvên dildaran ên şîrespî pêk tên
bi ser aferîdên
şûr û mertalên hemdemî ve dirêjim.
25 Adar 2002
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014