Keça Kurd Gulê û Nivîsên Diwaran

Te çawa dest bi nîvîsandina Kurdî a li ser dîwaran kir?

 

Her sal dîwarnivîsên herî baş ên salê tên weşandin. Min jî li yên sala borî dinêrîn. Tiştên pir xweş tê de hebûn. Lê belê min dît ku qet ên kurdî tê de nînin û min got çima ez jî yên bi kurdî nenivîsim? Min got eger ku îsal binivîsim di dawiya salê de ezê bikarim albomeke wêneyan a nivîsên herî baş ên li dîwaran bi kurdî çêbikim. Min hewl da ku ez spreyan (reng) bikirrim û bi wan binivîsim. Lê min biryar da ku bila dîwarnivîsên min ne erebesk bin, ne polîtîk bin û bila bi zaravayên kurdî bin; Ango bi Kurmancî, Zazakî û Soranî bin. Bi piranî min xwest ku mijara nivîsên min hunerî û helbestî bin.

Tu çima naxwazî tiştên siyasî binivîsî?

 

Ez dixwazim zarokek an jî jineke navsere jî bixwîne û fêm bike û bizanibe ku bi kurdî alfabeyek heye. Kurdî zimanek e. Tê xwendin tê nivîsandin û heta li ser dîwaran jî tê nivîsandin. Ez dixwazim bala her kesî bikşînim. Lê gava ku tiştên polîtîk bin dê tenê hinek kesên taybet bixwînin. Ji ber ku berê di nava xwe de têra xwe parçe bûne. Ger ku tiştên siyasî bin dê yek bêje Barzanîcî, yê din bêje Apocî. Ez naxwazim ku bi tenê aliyek bixwîne. Dixwazim hemû kurd bixwînin. Jixwe berê nivîsên siyasî gelek in.

Ji bo nivîsên te bertekên çawa tên dayîn?

 

Carekê min li ser dîwarekî dinivîsand. Zilamek ji wê de derket û got, “Ev çi ye. Hûn dîwaran pîs dikin. Jixwe nayê xwendin jî.” Yanî behsa Kurdî dikir. Ez dizanim ku fersend di dest hinekan bikeve ewê li min bidin. Lê Kurd gelekî pê kêfxweş dibin. Ji ber ku cara yekem e ku li aliyê Tirkiyê bi Kurdî li ser dîwaran tê nivîsandin. Belê li Kurdistanê hene. Lê li wan deran tunebûn.

Te heta niha li çend bajaran nivîsîne?

 

Bi piranî ez li Stenbolê dinivîsim. Lê min li Eskîşehir’ê jî hinek nivîsandin. Lê Eskîşehir piçekî bi xeter  bû. Ji ber ku Eskîşehir bajarekî nîjadperest e. Ez ditirsiyam. Îro jî min li Enqerê çendek nivîsandin. Ez diçim ku, spreya xwe jî bi xwe re dibim.

Tu çima hatî Enqerê?

 

Ez ji bo seredana hevalên xwe hatim û min got hîn ku ez li vir im, ez li Enqerê jî çend tiştan binivîsim. Li Enqerê jî kurd ne hindik in. Û li gorî Eskîşehîr’ê ji bo nivîsandina Kurdî ewletir e. Min li Enqerê dîwarnivîsa xwe ya yekem bi Zazakî nivîsand. Dilê min heye ku ez bi Soranî jî binivîsim li Enqerê.

Gava ku tu dinivîsî tu natirsî?

 

Belê carinan ditirsim. Xeterên xwe hene. Mesela, carinan ez bi şev dinivîsim. Sibê ez dinêrim ew hatine jêbirin. Ez careke din dinivîsim. Gava ku yekemcar min ji diya xwe re got “Ezê li ser dîwaran bi Kurdî binivîsim” Ji min re got “Ma tu dîn bûyî. Jixwe Kurdan digrin, diavêjin zindanan!” Bavê min jî xeyîdî. Yanî ew jî ditirsin. Jixwe her roj em xeberên kuştinê dibihîsin ji Kurdistanê û ez jî bi kurdî dinivîsim. Lê gava ku ew wan nivîsan dibînin ew jî kêfxweş dibin. Axir ev jî hunera min e.

Tu zehmetiyên çawa dikşînî, ango pereyê spreyê ji ku tînî?

 

Zehmetiya herî mezin peydakirina pereyê spreyan e. Ez ji bûrsên xwe didim. Yanî ji berîka xwe didim. Gava ku bêpere dimînim ez nikarim binivîsim. Ango gelek caran nikarim binivîsim. Lê ya xweş ew e ku carekê hevalekî ji min re peyamek şand û got “Ez dixwazim heqê spreyên te bidim.” Min got na. Lê dû re ez paşman bûm.

Nivîsên te yên herî bêhtir hatî ecibandin kîjan in?

 

Gotina Cegerxwîn a “Ger em nebin yek emê herin yek bi yek”. Ez bawer im pêdiviya me Kurdan bi wê yekê heye loma. Ya din jî “Hembêzek maç û barek şekir” bû. Ez bawer im me Kurdan pêdivî bi evînê jî heye.

Hinek nivîsên Gulê li ser dîwarên Stenbolê:

 

Çavkanî : rudaw.net

 

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply