Pêxember, Ji Holê Rakirin…

Pêxember, Ji Holê Rakirin, Ne Dînê Rast e

Our’an  dibêje tabî’ê Pexember bin.

Di Qur’ana Pîroz de nêzî 20 ayetan dibêje; Tabî’ê Pêxemberbin, “Peyrevê  Xweda û Pêxemberê wî bin.”

Bi gelemperî; Li çar esasê Qur’anê,  a dudiyan Pêxembertî û nibuwet e.

Bingeh û temenê dînê Îslamê; Qur’ana Pîroz e. Muallîm û perwerdekarê wî dînî jî, Pêxemberê Xweda ye.

Çaxa kitabek bê muallîm û perwerdekar be, ew kitêba bê kêmasî nayê femkirin.

Ji bo vê metodê pêwîst e ku Pêxemberê Xwedê xweş were naskirin. Lewra ew; Perwerdekar û mualimê dînê Îslamê  ye. Sûnnet û seniya wî esasê Îslamê ye. Çaxa ew ji ortê were rakirin dînê Îslamê bê sitûn dimîne. Ji bo vê, Rebbê Alemê, di Qur’ana Pîroz de, sureya Alî îmran di ayeta, 31an de dibêje; “(Muhemmed tu ji wan re bibêje) hege hun bi rastî li Ellah Te’ala hez dikin, nexwe bidin pêy min, Ellah Teala jî dê ji we hez bike.  Û li gunehan, we bibore û bi bexşî ne. Bi rastî Ellah Teala her guneh bexş û dilovane.”

Di vê ayetê de wusa xuya dike ku, dînê îslamê; bi Qur’an a Pîroz û bi peyrevya pêxember temam û kamil dibe.

Bedîuzzeman jî, Xwedê jê razî be, dibêje;  “Eger ji Xweda re muhabbeta we heye, lazime ku hun tabîya hebîbê xweda bin, çaxa hun tabîya Resulullah nebin wisa xuya dike ku, hun ji Xweda hez nakin. Lewra muhabbeta hebîbê Xweda, li pê çûyuna sinneta wî û rêça wî ye.”

Dîsa di sureya Nîsa ayeta 80 yî de dibêje;”Kîjan bi gotina Pêxember bike, îdî (bira ewa bizane) ku ewî bi gotina Yezdan jî kirye. Û kî jan ji Pêxember ru bifitilîne  îdî (bira ewan jî bizane!) ku me (Muhammed !) tu li ser wan parêzvan neşandî yî.” Di ayeta 59an de dibêje; “Gelî ew ê ku we bawer kirye!  Hun bi gotina Yezdan bikin û hun bi gotina Pêxember …bikin.”

Wusa xuya dike ku; rêça dînê Îsalmê  ya rast, li du çûyuna Pêxember e.

Sunnet û li du çuyîna Pêxember jî, bi du çêşîdan dibe; Yek lê wacîb e, yanê ferz e, her kes pêwîst e ku bê kêmasî wan bîne şûnê û qet nayên guherandin. Ewana muhkemat in, bingeh in, li ser her misilmanî ferz in.

Ya duduyan; Nafîle ne, ew jî du şiqin; şiqa  yekem tealluqa îbadetan dikin ku ew jî nayên guherandin.

Şiqa duduyan, adab in, ew jî di kitabên siyerê de hatine beyankirin. Çaxa ta’biye wan adaban bibî, ji bo ku Xweda û emrê pêxember tînin bîra mirovan ew jî îbadet tên hesibandin. Çaxa wan nekî, tu cezayê wê tineye.   Lê belê li edebe pêxember mehrum dimînî.

Lê mixabin, heta hezar car mixabin, heyf û xebînet ku misilmanê vê esra ma, çaxa dibêjin sinnet a Pêxember; Evan adabana qebul dikin, qey tu dibê jî dînê îslamê li van adaban tenê pêk hatiye. Hal eve ku tu wan adaban bikî, xêre.  Çaxa nekî tu astengî tuneye.

Lewra mislimanê vê esrê sinneta Pêxember û dînê Îslamê li van edebên ku ne bingehin,  îbaret dibinin. Ew jî xeletîyeke mezin derdixîne holê û hinek însan ên di jî, îfrat dikin û sinnet û hedîsa Pêxember qebul nakin înkar dikin. Ew jî xeletiyeke mezin e.

Bingeha dînê Îslamê Qur’ana pîroz e.  Pêxember jî tetbîqkar û perwerdekarê wî dini ye.  Sûnneta wî ya, a ku aleqedarê îbadetêne ne.  Hema a ku adab in li gor îlciata zemên kanin werin tetbîqkirin. Ew pir caran  urfî ne. Tiştê urfî nekeve şuna esasan. Qur’an û hedîsa sehîh esasin, kakilin, lub’in, tiştê urfî jî wek qalik û libas  tête hesibandin.

Xweda jê razîbe Ustad Bediuzzeman, di Dîwana Herba Urfîde dibêje;” Ku padîşah be jî, heta ku ji emre Pêxember re îtîatê bike û li du wî here xelîfe ye û em dê jî, jê ra îtiatê bikin.  Eger ne taqîbkarê rêça Pêxember û Qur’ana Pîroz be, û zûlumkar be, ku padîşah be jî haydud e.”

Wusa xuya dike ku, yek bê yekî nabe. Qur’ana Pîroz kelama Xweda ye û mu’cîze ye. Pêxember jî perwerdekar û şîrovekarê wê kelama Xwedaye.

 

Derbar Adem Murteza

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply