Kovara Kurdî bo Zanistên Civakî û Mirovî Derwaze bi jimareya taybet a li ser bîranîn û perûkirina mîrateya rewşenbîrî ya profesor Emîr Hesenpûr (1943-2017) bi hevkariya gelek lêkoler û wergêrên hêja çap bû!
Çapbûna jimara duyem a kovara Derwazeyê ji ser hesabên medyaya civakî yên kovarê wek fermî hat belavkirin. Malpera kovarê www.derwaze.com jî ji nû ve tê çêkirin.
Di vê jimareyê de bi îngilîzî û kurdî (kurmancî – soranî) nivîsarên nirxandina xebatên mamoste Emîr, hizirînên hevkar û xwendekarên wî derheq tesîra wî li ser wan, bibliyografiyeke berfireh a xebatên wî, ligel çendîn belgeyên wî yên destnivîs û çapnebûyî hene.
Dîzayna vê jimareyê, tevî îkona logoyê ya nû, Alan Al Youssef çêkiriye.
Ev jimareya kovarê li Stenbolê (Chalak Arts Cafe, Medya, Nûbihar, Mephisto), li Amedê (Pirtukakurdî, Kafka), li Mêrdînê (Leylan, Zend) peyda dibe. Herwiha li Wan û Mûşê bi rêya nûnerên kovarê dê bê belavkirin.
Li ser înternetê jî (ji bo derveyî welat jî): pirtukakurdi.com û kurtcekitap.com
Ji bo agahiyên berfirehtir li malpera kovarê binêrin (tê birojkirin): derwaze.com.