Kurdî û Kurdbûnî

Hevalên hêja û birûmet!

Her çiqas ku hemû gelên cîhanê wekî xwişk û bira û tevahiya mirovahiyê jî wekî malbateke mezin dibînin jî her gel û civak xwediyê çandeke cuda û xweser e. Cudabûna her çandê, rengînî û dewlemendiyeke gerdûnî dide çanda mirovahiyê. Û her çand jî hêjayî peresîn, geşedanî û parastinê ye Ji bo ku çand û kelepûra civakekê were parastin, pêdivî bi bikaranîn, parastin û geşedaniya zimanê neteweyî heye. Rikn û ripinê çanda neteweyî li ser hîmê zimanê neteweyî ava dibe.

Heta ku zimanê neteweyekê neyê bikaranîn û parastin, çand, huner û kelepûra wê neteweyê nikare were parastin. Bizava siyasî ya nû ku wekî “globalîzm”ê (gloveriya gerdûnî) tê binavkirin, an gel, civak û neteweyên cîhanê dişibîne hevdu yan jî wan bi tevayî ji holê radike. Ev çanda ku tevahiya dinyayê daye ber xwe, cil û berg, xwarin û vexwarin, kevneşopî, dirb û dirûvên mirovan jî dişibîne hevdû. Mebest entegrasyon, dejenerasyon û asimîlasyon e. Yanî armanca serwerî û sermayedariya modern, biyekbûn, bîjîbûn û pişaftina gelan e. Birastî jî pişagtin, tiştekî pir melûn e (lanetlêhatî ye).

Mirovan ji nirx û hêjahiyên wan ên neteweyî dûr dixe. Wan ji eyarekî derdixe û dixe eyarekî din. Ji bo wê em dibêjin, pişaftin komkujî ye û ew sûcê herî giran e. Zimanê ku bi saya zanîn û teknolojê pêk tê, îro ziman û çandeke nû ya navneteweyî ava dike. Ev zimanê çêkirî û têkel (tevlihev), serdestî jiyana rojane bûye û gelek zimanên resen daye/dide jibîrkirin. Digel vê yekê, windabûna gelek zimanan û girêdayî wê, jiholêrakirina çand û şaristaniyên qedîm lezgîntir dike. Li gorî hin lêkolîn û agahiyên zanistî, di maweya çend salên dawî de bi hezaran ziman ji holê rabûne û hê jî radibin. Mixabin ev xeterbariya gerdûnî ji bo zimanê kurdî jî derbasbar e. Zimanê kurdî yê ku bi hezaran sal, digel hemû astengî û çewsandinên bêyom, bêhed, bêteşe, di nava gel de dihat axaftin, îro bi ber bayê globalîzmê ketiye.

Zimanê ku heta qirnê dawî jî zimanê gel bû, îro bûye zimanê ronakbîrên kurd. Yanî zimanê ku çil sal berê ji hêla heft saliyan û heta heftê saliyan dihat axaftin, îro tenê ji hêla birek nûser û xwînerên ku bi kurdî dixwînin û dinivîsin ve, tê axaftin û bikaranîn. Dîsa mixabin îro zarokên kurdan pir kêm bi kurdî diaxivin. Ciwanên kurdan pir kêm bi kurdî diaxivin. Navserên kurdan pir kêm bi kurdî diaxivin.

Hunermendên kurdan pir kêm bi kurdî diaxivin. Pîşekarên kurdan pir kêm bi kurdî diaxivin. Siyasetmedarên kurdan, pir kêm bi kurdî diaxivin. Karmendên kurdan pir kêm bi kurdî diaxivin. Karkerên kurdan pir kêm bi kurdî diaxivin. Kardarên kurdan, pir kêm bi kurdî diaxivin. Bi kurtayî di civaka kurdan de kurdî kêm bûye. Li bajar û bajarokên kurdan kurdî kêm bûye. Li sazî, dezgeh û mezrîngeyên kurdan kurdî kêm bûye. Di hest û hizrên kurdan de kurdî kêm bûye. Di êş û azarên kurdan de kurdî kêm bûye. Di kêf, şahî û hingimeyên kurdan de kurdî kêm bûye. Sempozyûm, konferans û kongreyên kurdan ne bi kurdî ne. Mîtîng, meş û çalakiyên kurdan ne bi kurdî ne. Sewyan(afîş), pankart û dirûşmên kurdan ne bi kurdî ne. Agahî, pêwendî û gotûbêjên kurdan ne bi kurdî ne.

Kirîn, firotin û danûstandinên kurdan ne bi kurdî ne. Bazar, bajar û bazirganiya kurdan ne bi kurdî ye. Polîtîka, ajîtasyon û ramyariya kurdan ne bi kurdî ye. Zanîn, perwerdehî û hîndekariya kurdan ne bi kurdî ye. Gotinbêjî, bang û bangeşa kurdan ne bi kurdî ye. Perestî, diroz (dia) û niyaza kurdan ne bi kurdî ye… ji bo wê ye ku zimanê kurdî hêdî hêdî ji nav gel vedikişe, qels dibe û ber bi mehandinê ve diçe.

Wekî ku me li jorê jî gotibû zimanê neteweyî, ayidîbûna mirov a neteweyî diyar dike. Ew zimanê neteweyî hem nîşan û nasnameya mirov a navneteweyî û hem jî zanava mirov a civakî ye. Ligel hemû guherîn û veguherînên gerdûnî, tiştê ku neteweyan ji nav hev derdixe û wan ji hevdû cuda dike zimanê wan e. Ku ziman tunebe, meriv nizane kîjan mirov ji kijan neteweyê ye. Entegrasyon û asîmîlasyon kiriye ku dê û bav bi zimanekî û zarok û neviyên wan bi zimanekî din biaxivin. Bo nimûne, îro dê û bavê me bi kurdî, belê zarokên me bi tirkî diaxivin. Bi vî awayî di navbera du nifşan de qutbirî çêbûye. Yanî ne dapîr û bapîr ji zimanê neviyên xwe û ne jî neviyên wan ji zimanê wan fêm dikin. Bêguman gelek mirovên kurd bê vîn û daxwaza xwe, hatine bişavtin û ji zimanê xwe û girêdayî wê, ji çand û kelepûra xwe bidûr ketine. Îcar bi rastî kurdekî/e bişavtî jî nikare bibêje “ez kurd im.” Çima? Lewre êdî qet bi kurdî nizane lewma.

Zarokên şîrîn û delal! Rêgez û rêbazên zanistî ne li gorî hestên mirovan, li gorî qaydeyên rasteqîniyê tên danîn. Ji bo wê, divê em tu carî xwe nexapînin. Kesê/a ku peyvek kurdî nizanibe, nabe kurd. Çimkî kurdbûnî ne bi şîrê dê û xwîna bavê û ne jî bi hisandin û xwekurdhesibandinê bi dest dikeve. Kurdbûnî rasterê bi ziman ve girêdayî ye. Lewre ziman, stûn û bastûra neteweyekê ye. Ku tu ziman ji nav derxî, tu tiştê wê neteweyê namîne. Gotina kin, kesên ku qet bi kurdî nizanibe (bi kurdî nexwîne, nenivîse û neaxive), nabe kurd. Mîr Celadet Bedirxan bêheq negotiye: “Kurdno malxerabno, an nebêjin em kurd in, an jî bi kurdî bixwînin, binivîsin û biaxivin.”

azadiyawelat.info

Derbar Rêvebir

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply