DiAlbuma Delîl Dîlanar “Dengbêjname-1” bi etîketa PEL Recordsê derket.
Bihara ku Pel Recordsê bi hunermendên hoste yên muzîka kurdî ve dabû destpêkirin bi albuma “Dengbêjname” a denbêjê nivşê nû DelîlDîlanar re berdewam dike.
Strana klasîk a dengbêjê bi nav û deng Şakiro “Nêçirvano“navê xwe dabû albuma yekem aDelîl Dîlanar. Rêze albumên Delîl Dîlanar bi navê kilamên “Serayê” û “Zerîyê” ên dengbêjên hoste Reso û Şeroyê Biro berdewam kir.
Li gel van albuman, Delîl Dîlanar albumeke „dîyarikirinê“ ji bo apê xwe, dengbêjî navdar a li herêma Serhedê tê hezkirin Husenê Muşî derxist.
Dengbêjname albuma pêncemîn a rêwitîya hunerîya Delîl Dîlaner e û ji 11 kilamên ji hev giranbihatir pêk tê. 11 kilam jî kilamên gelêrî ne, çavkanîyên 6 kilaman tê zanîn.
Delîl Dîlanar bi “Dengbêjname-1” kevneşopa kilamên dengbêjîyê ku çavkanîya serpêhatîyên sedsalan e, didomîne.
Hin kilamên ku di albumên din ên Delîl Dîlanar de hatinê gotin ji nû ve û bişêwazeke din tê gotin. Ji van kilaman yek; kilama dengbêjê gewre Şakiro ku navê Serhedê di dîroka dengbêjîyê de nivîsandîye, “Serayê” ye. Bestekarên vê kilama bêhempa û beste karên strana ku çavkanîya wê Radyoya Erîvanê ye, “Qasimo” Hakan akay û Delîl Dilanar in.
Kilama dengbêjê herêma Serhedê Ezîz “Delalo” jî besteya hevpar a Hakan Akay û DelîlDîlanar e.
Di albumê de stranên ku besteyên wan ji alîyê Hakan Akay ve hatine çêkirin; kilama dengbêj Huseyno “Şerê Tarxan”, “Zerîyê” û kilama dengbêjê ji herêma Serhedê Şeroyê Biro “Nêçîrvano” ne.
Gotin û besteya kilama herêma Serhedê “Evdalo” gelêrî ne. Çavkanîya kilamên “Şevavê”û “Dilo”Şeroyê Biro ye. Çavkanîya destana navdar a êzîdiyan “Dewreşê Evdî”dengbêj Seydo ye.
Kilama herêma Serhedê “Metê”jî ya Şebabê Egît e.