“Hunermend dikare bi rêya hunera xwe dostan ji bo doza gelê xwe çê bike”

Şêwekar Bedran Barî Kî Ye?

Di sala 1971ê de, li gundê Bor Se’îd yê navbera Hesekê û Amûdê ji dayik bûye, zaroktîya xwe li gund derbaskir, piştî ku xwendina xwe ya seretayî li gund kuta kir,  ya navendî û sanewî li bajarê Hesekê gihande serî, û ji peymangeha amadekirina mamosteyan derçû, ji sala 1992an ve wek mamoste li dibistanên Hesekê qonaxa seretayî kar kiriye, di sala 2013an de koçî Elemanya bûye û heya îroj li wir dijî.

-Şêwekarê kurd Bedran Barî, çîroka we û hunerê çawa destpêkir ?

Hezkirina hunerê ji zaroktiya min ve destpêkir, piştî her baraneke buharê min ji wê herîya ku li beyarên gundê me dihate raxistin mirov, lawir û gellek tişt çêdikirin, her weha ji têl û qutîyên vala min alavên cot û batoz çêdikirin, û min pir ji guhdarîkirina stranên folklorî hezdikir, û min tembûrek ji xwe re ji qutîka rûn û textikan çêkir.

Lê vê hezkirinê zû bi zû berhem neda, ew jî ji ber gellek sedeman bû, di serî de sedemên civakî û abûrî bûn, û ji ber ku ti guhdan bi hunerê li civaka me nebû.

Di temenê sîh saliya xwe de, min biryar da ku ez vê hezkirinê vejînim û heya ez li ser darê vê jînê sax bim divê ev hezkirin zindî bimîne. Wê gavê min berê xwe da navenda hunerê şêwekariyê li Hesekê, û weke endamekî min sê salan lê xwend, heya sala 2001ê,  bi vî awayî ez baş li pêş ketim, ji wê demê ve ez karê şewekariyê dikim, her weha ez li bizqê jî didim.

Di sala 2008an de ez di Yekîtiya Şêwekarên Sûrî de bûme endam .

-Di derbarê şîwazê ku hûn di hundirê tabloyên xwe de bi kar tînin de, gelo we ev şîwaz ji ku girtiye, an jî em dikarin bibêjin ku ev şîwazeke taybet bi Bedran Barî ye?

Ji destpêka hebûna hunerê ve heya îroj, ew di gellek qonaxan re derbas bûye, her qonaxek dibistanên xwe yên taybet hene, her dibistanek jî şêweyên xwe hene.

Ji dibistana klasîk û jîwerî bigir heya tu bighêjî dibistanên suryalî, enalîzm, nûjen û pişt nûjen…hwd.

Bi dîtina min, divê şêwekar di qonaxa jîweriyê re derbas bibe û ji wê dest pê bike, piştî ku baş têde bigihêje û ji alav û imkanên xwe yên nîgarkêşiyê piştrast bibe ew dikare şîwazekî taybet ji bo xwe biafirîne ku ew şîwaz guncawî raman û mijarên wî be.

Hîn ez ne dûrî dibistana jîweriyê me, di piraniya karên xwe de cîweriyê tevlî derberînê dikim, li gel hinek ji analîzmê.

-Hin rexnevan dibêjin : “Huner tenê ji bo hunerê ye” ango mebesta hunerê tenê bedewî ye, hin din jî dibêjin “Huner ji bo guhertina civakê ye”, ango divê ku her tabloyek nameyekê di hundirê xwe de hilgire. Hûn çi armancê datînin ber çavên xwe dema ku dest bi tabloyekê dikin ?

Çendî ku hunermend û şêwekar bi nîgaş, hizir û ramanên xwe dûr biçe, dawîyê ew dimîne mirov û endamê civakekê, bi wê civakê bandor dibe hem jî bandorê lê dike.

Dema ku ez dest bi tabloyekê dikim, hizir û ramanên min ber bi cîweriyeke dûr yan nêzîk ve diçin, wê gavê hewil didim bi xêz û rengan bûyereke ku bi rastî bûye derberînim, û heman bûyerê bînim bîra yê bîner û bihêlim ku têde bihizire, di heman demê de jî karvedaneke derûnî û ramyarî pêre çê bikim. An jî ,û ji ber ku niha ez li Elemanyayê me, dixwazim wan bûyerên ku li welatê min rûdidin, êş û azarîyên gelê xwe bi rêya tablo û rengan bighînim bînerê Elemanî.

Gotinek nemir Yelmaz Gonê heye dibêje : “Armanca min li jiyanê ne karê hunerê bû, lêbelê rizgarkirina gelê min bi rêya hunerê bû.”

Bi dîtina min divê huner têkeve xizmeta civakê û ji bo wê be, wek armanc ji bo hunehrê ev di pila yekê de ye.

Lê dûrbûnek dikeve navbera hunermend û bîner dema ku karîna bîner ji bo têgihiştin û xwendina tabloyê kêm û lawaz be, û asta çanda wî ya hunerî nizim be, di heman demê de yê şêwekar xwedî ezmûneke dûr û dirêj be û şîwazê wî yê hunerî nêzî analîzmê be. Lê ev nayê wê wateyê ku şêwekar dûrî jîweriya xwe ye, an xizmeta civaka xwe nake, lê dibe ku cemawerekî wî hebe karê wî dişopîne û hewil dide ku tabloyên wî baş bixwîne.

Huner roleke pir mezin di pêşketina civakê de dilîze, pirsgirêk û aloziyên civakê bi şîwazekî şaristanî,  payebilind û bedew diyar dike, hew weha gellek pirsan li bal yê bîner diafirîne û wî rûbirû li hemberî wan pirsgirêk û arîşiyan datîne, û wî beşdarî dîtina çareyên guncaw dike.

Ji alîyekî din ve, huner dîroka civakê belge dike. Her karekî hunerî vedigere demekê, cihekî û qonaxeke dîrokî,  mirov dikare dîroka gelekî an civakekê bi rêya huner, folklore û çanda wî gelî an wê civakê nas bike.

Huner nerîn, çêj û çanda hunerî ya gelan li pêş dixe, her weha pêwendî û têkeliyan di navbera gelan de ava dike û wan bi çandên hev û dû dide nasîn, lewra hunermend dikare bi rêya hunera xwe dostan ji bo doza gelê xwe çê bike.

Hûn rola hunermendên kurd, bi taybetî a şêwekarên kurd div ê qonaxê de çawa dinirxînin ?

Huner nameyeke pîroz e, dikare civaka mirov li pêş bixe, îro gelê me di qonaxeke zehmet re derbas dibe, heya ji me bê emê hewil bidin ku dengê wî bighînin cîhanê, û bi rêya hunera xwe ji gelên cîhanê re bibêjin ku em dikarin şer bikin, nîgarkêşiyê bikin û hez bikin.

-ji bo siberojê, çi projeyên we hene ?

Di vê mehê de pêşangeheke min li bajarê Nînborg yê Elemanî heye, ji bo sala nû jî karê xwe û çend pêşangehan dikim.

-Gotina we ya dawîyê ?

Di dûmahîkê de, ez spasiya kovara we û hemû karmendên wê dikim, serkeftinê ji karê we re dixwazim.

Kar û pêşangehên şêwekar :

-Pêşangeheke hevbeş li gel xwendekarên navenda hunerê şêwekariyê li Hesekê sala 2000an.

-Pêşangeheke tekane li navenda çandê li bajarê Hesekê sala 2003an.

-Pêşangeheke din li Hesekê sala 2008an.

-4 Pêşangeh li Elemanyayê.

– Li gel çend şêwekarên kurd beşdarî di çend pêşangehên hevbeş de li bajarên Elemanya kiriye.

-Beşdarî di pêşangeheke hevbeş de ku ji bo bîranîna a komkujiya Şengalê ya 2014an li Siwêdê kiriye.

-Beşdarî pêşangeha Amedê ya 2015an bûye.

-Beşdarî çalakiyên piştgiriya Efrînê li bajarê Bon yê Elemanî bûye.

Hevpeyvîn : Imran Yûsiv
Wergerandin ji zimanê erebî : Imran Yûsiv
Welatpres.com

 

 

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply