Da ku ez derpiyekî bikirim ez çûm sûkê. Dinê germ bû, kêm kes li sûkê bûn. Ji ber meha remezanê yên kareke wî tuneyî li malên xwe, xwe ker kirîbûn. Ji ber germahiya havînê, min dixwest ku ez derpiyekî tenik bikirim. Li sukê ji bilî çend dikanan hemû dikan girtîbûn. Li kêleka avahîyekê min tebleyeke ya cilan dît . Ji ber germa rojê min xwe da aliyê ku sih lê heyî. Gava ez çûm nik tebleyê zilameke dora heftî salî ji xwediyê tebleyê re digot:
-Min tene ev pênç TLê he heye. Lê tu dibêjî derpî deh TL’a ye. Ka ez ê vî pênç TL’î bidim te, derpîyî bide min.
Lê xwediyê teblê digot na xalo çênabe. Min bi xwe pênç TL’a nekiriye. Gava wî welê got li ser ruyê zilamê pîr, xemginiyeke dilkul işkere bû û ji neçarî derpî danî ser teblê.
Hema min rahişt derpî û min êxist deste zilamî de. Xalo got:
-Ne min têra vî derpî pere tuneye.
Min bersiva wî da:
-Xalo ez ê perê wî bidim. Tu xeman nexwe. Min ji xwe re jî derpiyek kirî û heqê her du derpiyan da. Xalo ji min re got:
-Xudê cihê te bike buheşt. Ji bilî diayan tiştek ji deste min nayê.
-Sax bi xalo, min gote wî.
Paşê Xalo, ji berika xwe kaxezek derêxist û êxist destê min de. Min fekir kaxizê, li ser kaxizê Taxa Cûdî Kolana Pêncê Mizgefta Kevserê û binê wê jî telefonek hatibû nivîsîn.
Min ji xalo re got:
-Ev çi navnîşan e?
Wî jî bi dengeke nifs got:
-Ev navnÎşana min e. Ez nizanim herim mal. Wesayetek li vir tüneye ku min bibe mal.
-Wesayet li nik min heye Xalo ez ê te bibim vê navnîşanê. Lê ez jî xerîbê vê dere me, ez vê derê baş nizanim. Em ê pirs bikin û ez ê te bibim wir. Wesayeta ku min li kolana jêr cih kirî, min anî. Gava ez vegeriyam xalo xwe dayibû bine siha dara tûyekê. Ez li ber wî sekinim û xalo li wesayetê siwar bû. Bere em diçûyîn û bere jî xalo ketibû axaftinan.
Ji min pirsî, tu xelkê Silopiyayê yî?
Min gotê :
-Na xalo ez xelkê Şirnexê me.
Gava min welê got, kêfa wî gelek hat.Ji min re got:
-Tu çima ez nabêjî Şirnexî me. Ne ez jî ji Şirnexê me. Em jî revîyane û hatine vê dere. Ka tu çi agahiyan diderbarê Şirnexê de dizanî?
Min ji xalo re got:
-Ji bilî wan malên li derdora bajêr, hemû mal hatine hilweşandin. Sedê heştî mal xirabûne. Kesek nizane dê kengê qedexeya derketinê ser bajêr rabe. Şirnexî li kulanên xelkê perişan bûne. Mane bê mal bê kar. Ew di rewşeke gelek xirap de ne.
Belê tu rast dibêjî. Ma em çi bikin, di çarenûsa me de ev jî hebû.Tiştek ji deste me nayê ji bilî diayan, xalo got.
Bistekê sekini û ji min re got:
Tu kî yî? Te xwe li min neda nas kirin.
Ji ber ku emre Xalo li dora heftîyî bû min got ez navê bapîrê xwe bibêjim dibe ku ew wî nas bike. Min jê re got:
-Xalo ez neviyê Mele Evdilkerim im.Navê min Lezgîn e.
Gava min welê got xalo piçekê matmayî ma û paşê bersiva min da:
-Neviyê Mele Evdilkerimê Malmelayî?
-Belê ez neviyê wî me.
Gava zanî ez neviyê Mele Evdilkerim im. Ez hembêz kirim. Kêfa wî gelek hatê.Pişti bêhnekê got:
-Bapîrê te seydayê me bû. Me gelek wext bi hev re borandiye.Ew mirovekî pir qenç bû. Wî her tim arîkarî dida derdora xwe. Yekî weke wî camêr di axa Şirnex de nebû.
Dengê wî sist bûbû. Li dora çavên wî şil bûbûn. Axîneke kûr kişand û got:
-Xudê cihê wî bike buheşt. Bila ew li cihê xwe bi aramî raze. Zarokên wî jî di rêya wî de ne. Ew jî weke bapêrê xwe qenciyê dikin.
Min ji xwe re got: ev gotinên giranbûha ji min re bes in.
Xalo navê te çi ye. Ez hêj nizanim navê te çi ye?
Navê min Ehmedê Eyşê ye.
-Bi nasina te ez gelek kêfxweş bûm, min ji xalo re got.
Piştî min çend caran pirsa navnîşana wî ji derdorê kirî, ez hatim ber deriye mizgefta Kevserê. Gava xalo mizgeft dît got:
-Hema min li vir dane. Ez ê herim mizgeftê. Lê kaxeza min bide min, ne tu jibîr bikî. Min kaxeza ku navnîşan li ser ji berika xwe derêxist û jê re got:
Xalo ez ê nimareya telefona xwe li pişta kaxezê binivîsim gava tiştek ji te re lazim bibe li min bigere.
Xalo got :
-Tu binivîsî baş e. Xudê ji te razî be.
Min li pişta kaxezê nimareya telefona xwe nivîsî û êxist deste xalo de. Xalo kaxez pêça û êxist berîka xwe de paşê jî, ji wesayetê peyarbû û bi gavên hêdîka ber bi mizgeftê ve çû.