Hebû, tunebû. Kesek ji Xwedê mestir tunebû, roviyekê pîr hebû, dikir nedikir nikarîbû ji xwe re xwarinek bidîta. Radibe dere hina gur dibije:
– Apê gur, were em û tu bibin heval, em bi hev re herin seydê, nêçîrê me girt em ê tevda bixwin,
Gur, dibije:
– Dibe, lê ka em ê herin ku derê seydê.
Rovî, dibije:
– Were em ê herin ser zinar, kew tên dikevin şikeftê, em ê xwe bavêjin ser wan û em ê wan bigrin. Ez hero diçim lê nikarim pirr bigrim, heku tu werî em ê bi hev re pirr kewan bigrin.
Gur, dibije: “Temam.”
Gur û rovî tevda derin ser zinar disekinin, kew tên…. Gur, dibêje: “Em xwe bavêjin ser,”
Rovî, dibêje: “ Bisekine bira, bila pirr bibin, kew tên tên…”
Rovî, dibêje:
-Min heta sêsêyan jimart em ê xwe bi hev re bavêjin ser wan. Rovi dibêje:
-Yek, du, sê…
Gur xwe ser zinar davêje, rovî xwe şûnda dikê û disekine. Rovî kêleka zinara hêdî hêdî peyadibe tê lê gur dinêre. Gur li ‘erdê veliziye, hal têda nemaye her derê wî perçe perçe bûye.
Gur famdike rovi ew xapandiye,ji rovî re dibe: “Em bûbûn hevalê hev, hey ez diçim dewerê, ez çavê te maçkim.”
Roviyê fênek peyva xwe ya dawiyê:
“APÊ GUR, mal malê min e, ez seri de dixwum, ez di dawiyî de dixwum kêfa min zane.”
Amadekar: Kadîr Aker-Çandname
Gotevan: Hecî Fuat,
Sal: 76,
Herêm: Qerejdaxa/Çiyayê Reş- Amedê