Di Ola Îslamê De Mafê Mirovan

 

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا كُونُوا قَوَّامِينَ لِلَّهِ شُهَدَاءَ بِالْقِسْطِ وَلَا يَجْرِمَنَّكُمْ شَنَآنُ قَوْمٍ عَلَى أَلَّا تَعْدِلُوا اعْدِلُوا هُوَ أَقْرَبُ لِلتَّقْوَى وَاتَّقُوا اللَّهَ إِنَّ اللَّهَ خَبِيرٌ بِمَا تَعْمَلُونَ (8) المائدة                                                                                                    

Bawermendên birûmet!

Ola Îslamê, qîmeteke mezin daye mirovan. Ji bo jiyaneke ku layîqê wan e bide domandin, hinek mafên jêneger bi wan daye zanîn û ev mafên ha weke mafê destnedanê bi wan  hatine qebûlkirin. Ev mafên ku di roja me ya îro de bi mafê mirovan ê bingehîn hatine wesifkirin, armanca wan xweşî, ewlehî û aramiya civakê ye. Bêguman mirovahî, ew xweşî û aramiya ku lê digere encax dikare di peyama Îslamê ya gerdûnî de bibîne. Xuda Teala di Qurana pîroz de wiha dibêje: “Gelî bawermendan! Dema Xuda û pêxember ji bo ku we zînde bikin gazî li we kirin, bersiva wan bidin.[1] Di van peyamên Îlahî de tê  xuyakirin ku ji mirovan re jiyaneke zinde heye. Bêguman cehalet, zilm û wehşetê, jiyan bê wate kiribû, bi hatina Îslamê re weke ku careke din mirovahî zinde bû. Lewre di navenda van peyamên îlahî de tim û daîm mirov, rêzgirtina mirovan, xweşî û aramî hene.

Misilmanên birûmet!

Ji bo ku mirov, jiyana xwe bi şêwazeke rûmet bidomînin di serî de bi parastina dîn, can, mal, aqil û namûsê guncan e. Ev di heman demê de mafê mirovan ên bingehîn û destnedanê ne. Pêxemberê me di xutbeya xwe ya xatirxwestinê de wiha dibêje: “Gelî mirovan!  Xudayê we yek e, bavê we jî yek e, hûn tev zarokên Adem in, Adem jî ji axê ye. Agahdar bin! Ji bilî teqwatiyê pê ve çêtiriya kesê ereb li ser yê neereb û çêtiriya kesê neereb jî li ser yê ereb nîn e. Çêtiriya yê rengsor li ser yê rengreş û çêtiriya yê rengreş li ser yê rengsor jî nîn e. Bi rastî li cem Xuda  yê herî qenc ewê herî biteqwa ye.” Ji van gotinên pêxemberê me jî diyar dibe ku mirov di mafan de weke hev in. Ew tiştên ku mirovan dike mirov û jiyanê jî bi wate dike, tevahiya wan nirxan e  ku ev nirx mafên  mirovan ên bingehîn in. Ji bo vê yekê mirovahiyê di dîrokê de heta roja me ya îro ji bo ku van nirxan biparêze tu car texsîr nekiriye gelek qurbanî daye. Ji bo jiyaneke birûmet bêguman mirovahiyê gelek berdêlên mezin daye û hîn jî dide.

Misilmanên birûmet!

Bila em ji bîr nekin, li hember kê dibe bila bibe, ew mafên ku me binpêkirî di roja dûmahiyê de em ê jê werin pirskirin. Pêxemberê me di hedîseke şerîf de wiha dibêje: “Çi kesê ku li ser wî mafekî birayê wî yê namûs yan jî malê hebe, ji beriya wê roja ku zêr û zîv tê de derbas nabin, bila xwe pê bide helalkirin. Lewre eger emelên wî yê qenc hebe wê jê bên girtin û eger tune be wê ji gunehên xwediyê wî bên girtin û li ser kesê sûcdar wê bê barkirin.”[2] Bila em baş bizanin rêzgirtina ji mafê mirovan re peywireke olî ye. Ez xutbeya xwe bi wateya ayeteke ji Qurana pîroz diqedînim: “ Gelî bawermendan!  Ji bo Xuda bi heqiyê rabin û bi rastî şehdeyiyê bidin. Bila kîna we ya li hember neteweyekê, we najo ku hûn bê edaletiyê bikin. Bi edaletê tevbigerin. Ev tevger nêzîktirînê teqwayê ye. Ji Xuda bitirsin. Bi rastî Xuda bi kiryarên we agahdar e.”[3]

Mele Cewadê Girdarî/ÇANDNAME

[1] El-Enfal 24.

[2]  Buxarî 2375.

[3]  El-Maîde 8.

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply