Gotinên Pêşiyan

Gotin gelekî watedar in. Her gotinek, bi qasî deh rûpela mînak jê tê nivîsîn. Ji xwe her gotinek, destpêka bûyerekê an jî ya çîrokekê ye. Gotin, di kîjan dîrokê de an jî di kîja demêde hatîye ziman kes nizane. Bi tevayî gotinên gelêrî ne tu kes nikare li gotina an jî li biwêja xwedî derkeve.

Levma gotinên kurda, ji zeman heya zeman, hatine heya dema îro. Di civaka kurda de, di nava geftûgoya de, elhas gotinek ya bav û kala dihate ziman. Mijara civakê çi dibe bera ew be; lê elhas gotinek ku li gorî mijarê û civatê haş bike heye.

Mînak, dema kû Seddam Helepçe kîmya baran kir, rihspîyên me ev gotin anîn ziman: “ÇEAV SORÎ JI GOYÊ COHT RE NAMÎNE”
Piştî ku Amarîka, Iraq dager kir û Seddam derxistin dadgehê Seddam fortê xwe dikir cardin gotinek pêşîya derket pêş. Yixtîyar ev gotin gotin.
“SEDDAM JI HÊŞTIR KETIYE LÊ JI HOPHOPA XWE DANEKETÎ YE.” Piştî ku Seddam roja Cejna qurbanê hate bi dar vekirin. Gotin ji bo Bush jî dubare bû çeav sortî ji goyê cohtre namîne.
Erê her gotinek kurda destpêka çîrokekê ne.
Mîna ku gotin e?
“HOSTE NECAR RAZÊ MÎNA HERCAR XWEDÊ YEK E DERGEH HEZAR”
Çîroka hoste Necar bi kurtayî ev e.
Qralê bazar ferman da, dellal rahişt defa xwe û ket nava bajar. Got: “hêê…! bera kes nebêje min nebihîst. Wê roja înê bi tevayê necara li qada qral vehewin. Wê qral pêşpirkekê li dar bixe.”
Piştî banga dellal bû roja înê bi tevayê necara rahiştin birek û tefşoyên xwe berê xwe dan qada qraltîyê. Qral hat bi tavayê necara bejna xwe jêra tewandin. Qral derbasî ser textê xwe bû.
Qral got: “Gelî necara bera gûhên we li ser min be. Daxwazya min ji we eve. Hûnê herkes sindoqekê ji bo qralîça keça min çêkin. Sindoqa herî baş yanî ya yekemîn diyariya wê hezar zêr e. Lê ya ne pak ezê xwediyê sindoqê radestî cellad bikim û serê wî jêkim. Her çiqas gotina Qral ya talî ne xweşbû Jî cardin necar neçarin ku fermana Qral bi pejirînin. Qral gotina xwe ya talî got. Dema we heta ev îna bê ye, wê her kes sindoqa xwe amade bike.
Bi tevayê necaran beziyan dikkanên xwe. Çiqas sebxa kokên dara hebûn civan din. Herkesî digot: Ez xwediyê hezar zêrî me; lê di dilê herkesî de gotina Qral ya talî jî hebû. Bi tevayê necara sindoqê xwe radestî mirovên Qral kirin. Di pêşpirkê de mamê şêro jî hebû. Mamê şêro, bi xwe hosteyê tabûta bû. Necarekî qedîm bû. Lê hêza wî û nezera wî ne ya berê bû. Mamê şêro jî sindoqik ji rêzê çêkir û bir radestî mirovên Qral kir. Roja şemîyê wê pêşpirk bi ancam biba. Şeva navbera înê û semiyê ji bo necara dirêj bû. Herkesî digot ma gelo ez im yê kû li dîwana Qral bê pêşwazîkirin. Û her kes berevajî diponije. Ma gelo ez im yê kû cellad bi millê wî bigre bibe serjêkirnê.
Belengazê mamê şêro, jî di heman mitalêde di nava nivînê de xwe diqulipîne vî aliyî û wî aliyî.
Kebaniya şêro got: “Hoste necar razê mîna her car Xwedê yek e dergeh hezar” Lê wer ji dilê şêro re bêje. Ew şev xew neket çavê bi tevayê necara û çavê şêro jî.
Bi sehara sibê re, du leşkerên Qral hatin ber deryî mamê şêro. Li derî dan: Mamê şêro mamê şêro! Şêrê belengaz ji qidûm ket. Zimanê wî ne ma geriya, hişkî zuha bû di şûna xwe de. Kebaniya şêro derî vekir. Ji mirovên Qral pirsî we xêre?
Mirovên Qral gotin: Doh êvarî Qralê me çû ser dilovanya xwe, me divê ku mamê şêro sindoqeke miriya yanî tabûtekê ji bo Qral çêbike…

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply