Helbest û Çend Taybetiyên Wê (3)

E – HELBEST Û HELBESTVAN

 

Helbest hîtabê hest û ruhê mirov dike û bala mirov dikşîne, mejîyê mirov dixe hareketê. Helbest di derûnîya ruhê mirov de xweşhalî yan jî xemgînî çêdike, mirov coş jî dike û bi derd, kul û keder jî dike. Hinek helbest hene, wisa xweşa mirov diçe ku, ruhê mirov pê mest dibe.

 

Jîyana her helbestvanî ji naveroka helbestên wî/wê cuda ye. Lêbelê, carna di helbestên helbestvanan de rengê jîyana helbestvan bi xwe heye. Helbestvanekî aşiq, rengê eşqa jîyana xwe bibe, nebe dide helbesta xwe. Lê, car heye helbestvanekî neaşiq li ser eşqê dikare helbesteke baş û xweş binivîse. Helbestvanekî ku di jîyana xwe ya rasteqîn de bê derd û kul be, dikare helbesteke tije bi derd û kul û keder binivîse. Helbestvaneke xemgîn jî dikare helbesteke şadimaniyê, keyf û zewqê, şad û bextiyariyê binivîse. Helbestvan carna derdê xwe, lê piranî derd û pirsgirêkên civakê dinivîse.

 

Ji hinek helbestan stranên gelek xweş pêk tên. Hinek helbest ji bo ajîtasyona sîyasî baş tên bikaranîn. Hinek helbest ji alî xwendevanan ve têne ezber kirin. Ez dizanim ku gelek nas û dostên min hinek helbestên Ahmed Arif, Nazim Hîkmet û Cegerxwîn ezber kirine.

 

Li rojhilata navîn helbesta klasîk a Areban, Farisan û Kurdan xurt e. Helbesta klasîk a tirkan tune. Helbestên ku di dema Împaratorîya Osmanîyan de hatine nivîsîn bi farisî ne. Lê, helbesta tirkan a modern xurt e. Ev xurtbûn jî bi saya helbestvanên ku netirkin, lê bi tirkî dinivîsin. Herwekî Nazim Hîkmet bi eslê xwe Polonî ye. Ahmed Arif kurd e.

 

Helbesta kurdî ya nûjen li Kurdistana bakur hêj nû gul vedide û ber bi kemilandinê ve diçe. Helbesta kurdî a klasîk hem li başur û hem li bakurê Kurdistanê gelek xurt e. Lê, li bakur helbesta nûjen qels e. Ez bi rewşa helbesta kurdên rojhilat baş nizanim. Ez dizanim ku ya wan a klasîk xurt e, lê ya modern di çi rewşê de ye, haya min jê tune. Helbesta kurdên Kurdistana başur û başurê rojava –kurdên binxetê- baş in. Ji ya Kurdistana bakur xurttirin. Li perça herî biçûk a Kurdistanê, helbesta kurdî ji perça herî mezin a Kurdistanê xurttir û geştir e. Bi min, divê nivîskarên kurdên bakur girîngiya afirandina helbestê li ber çav bigrin û giranî bidin afirandina helbesta kurdî a nûjen li Kurdistana bakur.

 

Helbestvanek dikare helbestên xwe bi wezn û kafîye jî binivîse û dikare bêwezn û kafîye jî binivîse. Ew li gor dilê xwe şikl û şemalek dide helbesta xwe. Helbestvan dikare behsa hemû tiştên ku însan eleqeder bike, binivîse. Di nav rêz û hevokên helbestvanan de evîn, jîyan, soreş, civak, êş, keder, hêvî, bedbînî, bextiyarî, hestên derûnî û gelek tiştên din hene.

 

Huner jîyanê bi mirov dide nîşandan. Hunermend, ji realîteya sosyal civakî cuda nîn e. Jîyana helbestvan, têkiliyên wî/wê li ser fikr û hunera wî/wê tesîr dike. Hunermend – wêneçêker, peykervan, muzîsyen, dengbêj, aktor, çîrokbêj, romannîvîser, helbestvan- bi karkerîya ked û mejî ji rengan, dengan, peyv û hevokan, îmge û xeyalan cîhanek ava dikin, nexş û coşîyên jîyanê didin nîşandan.

 

Hunermendîya helbestvanan zor û zehmet e. Jîyana wan ne wekî însanên normal jîyanekî basît e, rojane ye. Ew ji karkeran bêtir karkerin, xebatkarin. Lewre ew diafirînin. Di welatên paşvemayî de, hunermend, rewşenbîr, nivîskar, dibin hedefa dewleta antî-demokratîk, bi fermanên dîktatoriyê dikevin hepis û zîndanan, sirgûn dibin.

 

Helbestvan însanên welatparêz yên herî xas in. Heger ew ji welatê xwe, zimanê xwe, gelê xwe, edebîyata xwe hez nekin, evîndar nebin, nikarin helbest binivîsin. Helbet mexseda min ji evîndariyê netenê evîna keç û xortan e, yan jî ne tenê evîndariya helbestvanekî bi keç an jinek re ye. Hezkirina ji gel û welat jî evîndariyek e. Helbestvan dikare welat bişibîne gulek û li ser gulê helbest binivîse. Helbesta ”Aylê gulê, gulê, gulê nadim malê dinê” li ser welat hatiye nivîsin û li vir ”gul” sembola welat e.

 

Helbest keda mejî ye û bi sebir tê nivîsîn. Yê ku bêhnteng be, bê sebir be bila xwe nêzîkê helbestê neke. Tu tiştê ku bi kedê bê afirandin hêsan nîn e. Keda însanan pîroz e. Divê herkes ji kedê re rêz û hurmet nîşan bide.

 

Nivîsîna helbestan di serî de qels be jî, paşê di pêvajoya demê de dikemile, digîşe kemala xwe. Jîyan bi mirov gelek tişt dide fêrkirin. Her rojên pêşerojê zanîna mirov zêde dibe. Hunera gotinê li ser mirov tesîr dike. Hestên mirov û ramanên mirov li hevûdu diquncin, hev temam dikin û mirov pêşve dixin.

 

Bingeha helbestê peyv e, gotina hunerî ye. Hevok ji peyvan pêk tên. Afirandina helbestê, wek çêkirina dermanê xwezayê ye. Helbest dermanê hest û ruhê însan e. Helbest netenê bi ramanê, herweha bi hest û xeyalan tê afirandin. Lê, ev afirandin afirandina keda mejî ye. Di helbestê de, di gel hest û raman, şikl û naverok heye. Mijar û temaya her helbestê cuda ye.

 

Hestên helbestkî, wekî herikandina avê ye. Carna tiştên ku mirov ji dil û bi hestên xwe tîne zimên, wekî kehanetê di jîyanê de rast derdikevin. Min beriya têkçûna Saddam Huseyin li ser têkçûna wî û azadîya gelê kurd helbestek nivîsî, tiştên ku min nivîsîbû pêk hat, rast derket. Ev jî zanîna dûrbînîya hestê nivîskar e. Bi tirkî jê re ”Önsezi, Öngürü” dibêjin, anku mirov bi hestên xwe pêkanîna wê tiştî hîs dike, yan jî texmîn dike ku ew tişt dê pêk bê û paşê pêk tê.

 

Li cîhanê tu tişteke mutlaq ku neyê guhertin tune. Li xwezayê û di nav civakê de hertişt tê guhertin. Guherandin zagonekî dîyalektîkî ye. Heger mirov xwedî zanîna dîyalektîkê be, dikare beriya guherandinan, guherînê bibîne.

 

 

F – SERKANÎYA HELBESTÊ

 

 

Li ser hunera helbestê gelek lêkolîn hatine kirin û heta niha bi hezaran pirtûk hatine nivîsîn. Pirtûka pêşî, anku ya yekem ku li ser hunera helbestê hatiye nivîsîn, pirtûka fîlozofê yunanî -grekî- Arîstotales e. Wî du hezar sal berê di dibistanê de weke fîlozofekî mamoste ders daye xwendevanan û berhema xwe ya li ser hunera helbestê afirandiye.

 

Di edebiyatê de şaxê herî kevn helbest e. Piştî helbestê tiyatr -şano- tê. Duvre çîrok û dawî jî roman tê. Berhemên nivîskarên kurdan yên klasîk bi tevahî helbest in. Lê, berhema Ahmedê Xanî ”Mem û Zîn” herçiqas bi zimanê helbestkî û bi şêweya helbestê hatibe nivîsîn jî, ev berhem wisa dewlemend, pirrengîn û pirhêliye ku, mirov dikare weke helbest, tiatr /şano, destan, çîrok û roman binav bike. Tehm û lezeta temamên şaxên edebiyatê di vê berhemê de hene.

 

Di helbestên klasîk yên qedîm de tema û motîfên heyî bi piranî temaya trajediyê ye. Helbet di gel tradejî, komedî jî heye. Trajedî û komedî ji bo afirandina helbestên klasîk – bi taybetî jî ji bo edebiyata klasîk a grekîyan – bûne bingeh. Di helbestên romantîk de jî coşîya hest û evînê roleke girîng dilîze.

 

Li gor lêkolînvanên ku li ser helbestê lêkolîn kirine, dîwana helbestan herî xweş bi farisî hatiye nivîsîn. Ev îdîayek e, rastî û nerastiya wê li cihek. Li gor min dîwana herî xweş bi kurdî hatiye nivîsîn û ew jî dîwana Melayê Cizîrî ye. Hinek dibêjin zimanê farisî zimanekî helbestkî ye. Fîlozofê alman Goethe piştî şêşt salîya xwe farisî fêr bûye û bi farisî dîwan nivîsiye. Lê, Shakespeare helbestên xwe bi îngilîzî nivîsiye û helbestên wî nekêmê helbestên zimanê farisî ne.

 

Helbest haceteke ragihandinê ye. Di her helbestê de mesajek, anku peyamek heye. Tema û naveroka helbestan curbecur e û herweha mesaja ku dide xwendevanan jî cuda ye. Her xwendevan li gor xwe ji mijara helbestê maneyeke derdixe. Ji helbestê fêmkirina hemû xwendevanan newekhev e.

 

Helbest afirandineke heş û mejî ye. Ew ji mejî diherike û bi peyvan jîndar dibe û reng dide jîyana mirov. Lênêrîn û metoda nivîsîna helbestê herdem tê guherandin. Helbest xwe nû dike û pêşve diçe. Berê di helbestê de kafiye tunebana, helbest nedihat hesibandin. Lê, niha di gelek helbestan de kafiye tune û serbestî heye. Cureyên helbestan û metoda nivîsîna helbestan wisan pirin ku mirov nikare hemûyan bi nav bike yan jî bijmêre. Helbest di demên cuda de, bi rengên cuda têne nivîsîn. Helbestên herî kevin, sumeriyan, çînîyan û grekîyan nivîsandiye. Lê, helbesta ku îro li cîhanê tê nivîsîn, ne wek ya sumerî, çînî û grekîyan e. Li ewropayê helbesta beriya kapîtalîzmê û ya dema kapîtalîzmê bi her awayî ne wek hev e, ji hevûdu cuda ye. Di dema desthilatdariya burjuvaziyê de, li ewropayê helbest gihîştiye kemala xwe û kemiliye. Şano û helbestên Shakespeare weke neynika burjuvaziya ewropayê ye.

 

Niha di dema me de, helbestên post-modernîstan naşibin helbestên beriya xwe. Ew bi şêweyeke nû helbest dinivîsin. Helbet baş û nebaşiya vê şêweya helbest nivîsînê minaqeşeyeke din e. Lê, wan li gor bîr û rayên xwe ji xwe re riyekê nû, stîl û şêweyeke nû dîtine û berhemên xwe weha diafirînin.

 

Piştî van çend gotinên jorîn, niha em bi gelemperî li serkaniya helbestê binêrin. Serkanîya helbestê xweza -natur – û civak e. Di hêla madî de natur û civak, lê di hêla manewî de jî xewn û xeyalên hest û ruhên mirov in. Helbest bingeha xwe ji xweza û civakê werdigre û bi hest û xeyalên rengoreng tê afirandin. Heger xweza û civak tunebana, dê helbest jî tunebana. Ger însanan alfabe çênekirana, nivîs nenivîsandana û bi taybetî jî heger şêweya nivîsa pexşan tunebana, dê helbesta nivîskî çawa hebûna?

 

Helbest nivîsîn çalakîyeke însanî ye. Afirînekerê wê heş û mejî ye, serkanîya wê xweza û civak e, hunera wê ziman e. Helbest bi teknîkeke hunerî, bi gotinên hilbijartî bi sembol, sîmge û peyvên sihrî tê afirandin. Pexşan ji bo helbestê haceteke û helbest li ser bingeha wê şikleke cuda digre, bi rengeke din tê rave kirin. Peyv û hevokên helbestê bi rîtmeke cuda tê bikar anîn. Temaya naveroka helbestan wisa curbecur e ku, mirov nikare hemuyan bi temamî nav bike û li peyhev rêz bike.

 

Ekolên edebî yên helbestan li ser bingeha serkanîya xweza û civakê şikil girtine. Ekola naturîst û ya realîzma civakî ekolên weha ne. Ekolên din jî ji rewşa halê însanî cudatir nîn in. Bingeha romantîzmê û surrealîzmê jî halê ruhîyeta însan e. Ekola romantîzmê li hemberê beşeke biçûk ê civakê -ku ev beşa biçûk hemû desthilatdariya civakê di destê xwe de civandiye- anku li hemberê çîna burjuvazîyê serî hildaye. Ekola surrealîzmê jî li hemberê şîrovekirina teng a helbestê, li hemberê bêqîmet mayîna helbestê ji bo qîmet dayin û pêşvebirina helbestê serî hildaneke edebî ye. Serkêş û birêvebirên ekolên helbestan xwestine ku ji nav civakê û jiyanê, bi xewn û xeyalan hunera helbestê bilind bikin, pêşve bibin û helbestê têxin nav jîyana rojane a însanan.

 

Şoreşgerên radîkal bi sirûda ”guhertina cîhanê” û helbestvanên surrealîst jî bi şîara ”guhertina jîyanê” derketine rê û di nav qada têkoşînê de cihê xwe girtine. Di esasê xwe de guhertina cîhanê bi guhertina jîyanê ve girêdayî ye. Jîyan û civak negehure, dê dinya çawa bigehure? Guhertinên civakî bi xwe re guhertinên cîhanê pêk tîne.

 

Di pirtûkeke helbestan de sî, çil helbest hene. Temaya her helbestê cuda ye. Maneya naveroka helbestan li gor her xwendevanekî tiştek e. Ji yek helbestek deh xwendevan dikarin deh maneyên cuda derbixin. Hemû xwendevan wekî hev ji helbestê fêm nakin, her yek li gor xwe jê fêm dike û maneyeke dide helbestê. Hinek helbest wisa xwedî maneyeke kûrin ku, şîrovekirina maneya helbesteke dikare bi dehan, heta bi sedan rûpel bê nivîsîn.

 

Di afirandina helbestê de malzeme peyv in. Helbest bi hunera ziman, ji peyvan tê pêkanîn. Helbest dibe zimanê peyvên hilbijartî yên ku bi hunerî tê afirandin. Peyvên hilbijartî li ser mirov wisa tesîr dikin ku di hest û ruhê mirov de bahoz pêk tînin. Ji bo ku helbest bi hestên xeyalî tên avdan, di hişê mirov de bi cih dibin. Helbestvan xeyal û hêvîyên xwe tînin ziman û wan bi mirov re parve dikin.

 

Helbestvan bi nivîsîna helbestê, berhem diafirîne. Di pêkanîna helbestê de, helbestvan ji hêla mejî ve gelek diweste. Ew ji bo ku peyvan hildibijêre, hevokan li hevûdu rêz bike, mane û reng bide helbestê, heş û mejiyê xwe dişixulîne û xeyalên xwe li ser kaxiz jîndar dike. Di afirandina helbestê de, helbestvan hem diqehire, derd û kul û êş dikşîne, hem jî dema helbesta xwe temam dike, keyfa wî/wê tê, şad û bextiyar dibe. Dema ku peyv li pey hev dikevin rêzê, hevokên bi manedar derdikevin holê, ruhê helbestvan coş dibe. Ew ji helbesta xwe a ku temam kiriye tehm û lezet distîne, haz digre, xweşhal dibe.

 

Helbest tişteke wisa taybetmendiye ku, naveroka wê gelek rengîn e, dewlemend e. Weke ku min di rêzên jorîn de jî gotibû; her însan anku her xwendevan li gor xwe dikare maneyeke cuda di helbestê de bibîne. Helbest pêşî ji afiranderê xwe, anku pêşî ji nivîskar rûmet dibîne û paşî jî, ji xwendevanan hurmet û rûmet dibîne. Dema xwendevan helbesteke xweş dixwîne, jê keyf distîne, ruhê wî/wê şad dibe. Ji xwe hinek helbest eynê weke dermanê derûnîya ruh in. Helbet helbest tenê ji bo keyf û zewqê nayên nivîsîn. Lêbelê di hinek helbestan de keyf û zewq wisa hene ku xwendevan şad û bextîyar dike, ruhê wî/wê coş dike.

Lokman Polat (3)

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply