????????????????????????????????????

Ferhenga herî têrûtejî ya Kurdî-Farsî derket

Ferhenga herî têrûtejî ya dîroka wêjeya Kurdî ya bi navê “Ferhenga Zanîstgeha Kurdistanê” bi hewldanên Xaneya Lêkolînan a Kurdistanasî ya Zanîngeha Sineyê, roja 9ê Gulanê bi merasîmekî hate nasandin.

 

Ev ferheng wek ferhenga herî berfireh û têrûtejî ya Kurdî-Farisî ya dîroka wêjeya Kurdî tê dîtin û ji 4 bergan pêk tê. Karê amadekarî û serpereştiyê ji aliyê Macid Rûhanî ve di nava 10 salan de hatiye kirin.

 

Rêveberê Xwendina Bilind a Kurdî ya Zanîngeha Sineyê Dr. Bextiyar Secadî di merasîmê ragihand: “Yekemîn ferhenga Kurdî beriya 330 salan ji aliyê Ehmedê Xanî ve hate nivîsandin ku navê wê Nûbihar bû. Duyemîn ferhenga Kurdî jî 140 sal piştî Nûbiharê deket ku ew jî ji aliyê Şêx Marfî Nodê ve hatibû nivîsandin.”

 

Bi gotina Secadî ji sedsala 20ê heta niha zêdetirî 100 ferhengên Kurdî hatine nivîsandin ku piraniya wan ferhengên nav û yên têgehan in. Secadî diyar kir, ku 20 ferhengên Kurdî yên bi vî awayî nînin û ya herî giring jî Henbaneya Borîne ya Hejar Mukiryanî ye.

 

Bextiyar Secadî ku di dema amadekirina projeya ferhengê de çavdêr bûye, got, “Ev ferheng ferhenga herî bêwêne ya derbarê dîroka wêjeya Kurdî de ye.”

 

Xaneya Lêkolînan a Kurdistanasî ya Zanîngeha Sineyê di sala 2000î de hatiye damezrandin û heta niha 35 pirtûkên derbarê çand, wêje û dîroka Kurdî de çap kirine.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Hunermend Rojda: Divê Em Çand û Zimanê Gelê Xwe Biparêzin

Hunermenda navdar Rojda dibêje parastina çand û zimanê Kurdî erkekî hunerî yê girîng e. Rojda …

Leave a Reply