Dilê Şikestî / Ronî Aram

Eger ji vê eşa dil ez rizgar bibim
Ez hew carek din evîndar dibim

Ku min bizanîbûya min dil ne dida
Îro polî poşman min li xwe ne dida

Ez hew dilê xwe êdî didime kesî
Ez bawer nakim ji sozên tu kesî

Ji destê yar, min derba xwe xwar
Çi qas bigirîm û ez bikim hewar

Feyda nakin ev gotin û ax û zare zar
Di hezkirinê de ma qey hebûn bazar?

Dev kiribû kevan, ziman jî weke tîr
Ew tîra tûj li dil da, birîn bû wek bîr

Min dewlek avête binê wê bîrê
Min cêr jê dagirt ji jan û ji xwînê

Cêrêm bi ser ve çû tije bû teqî
Hew cebar dibû êdî dilê şikestî

Ronî Aram

Derbar Mêvan

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply