Di Pêşketina Ziman De Girîngiya Wergerê

“Eger hûn Kurd dixwazin bikevin nav miletên – neteweyên- modern-medenî

klasîkên edebiyata cîhanê – dunyayê –wergerînin.”  Ebdullah Cevdet

 

 

Yê ku ziman û edebiyata nivîskî dewlemend dike yek jê jî werger e. Ji bo pêşketina edebiyatê û dewlemendiya zimên werger roleke girîng dilîze. Gelek zimanên ku qels bûn ji xêra wergerê re dewlemend bûn, pêş ketin. Li Tirkiyê piştê damezrandina komarê buroyên wergerê yên fermî hatin damezrandin, bi navê “Tercume Burosu – Sazgeha Wergerê” vekirin û dest bi wergerê kirin, edebiyata cîhanê ya klasîk hemû wergerandin zimanê Tirkî. Hêj jî ji alî dewleta Tirk ve her sal bi sedan pirtûkên klasîk û yên modern têne wergerandin. Tirkan ji xêra wergerê re zimanê xwe pêşve birin, dewlemend kirin.

 

Kurd jî divê girîngiyê bidin ser wergerê. Ji hemû zimanan bêtir pêwîstiya zimanê Kurdî bi wergerê heye. Ji bo ku gelek kêm berhemên biyaniyan têne wergerandin sebebê xwe heye. Helbet gelek sedem hene, lê ya bingehîn bê dewletbûna Kurdan e. (Mebest bakurê Kurdistanê ye.) Heger dewleteke Kurdan hebana dê sazgehên wan yên wergerê jî hebana û dê her sal bi sedan pirtûk bihatana wergerandin.

 

Li Swêdê di yek salek de – 20 sal berê, di sala 1997ê de – 963 pirtûk hatine wergerandin.

( Hersal ji hezarî zêdetir pirtûk li zimanê Swêdî têne wergerandin.) Di hêla wergerê de yê herî qels Kurd in. Di saleke de sê, çar pirtûk ancax têne wergerandin. Pirtûkên xwerû bi Kurdî herî pir li Swêdê têne weşandin, lê mirov gava li pirtûkên wergerê dinire gelek kêm in. Di yek salek de – di sala 1998an de – tenê çar pirtûk hatine wergerandin. Di dema çûyî de weşanxaneya Welat -ev weşanxane li Swêdê bû- çend pirtûkên klasîk wergerandin Kurdî, lê paşê ev weşanxane jî hate girtin. Bi navê “Nûdem Werger” kovareke xwerû wergerê derket, lê ew jî hetanî niha tenê 1 hejmar hate weşandinê. Di dema çûyî de. weşanxaneya Nûdem û weşanên Helwest giranî dane ser pirtûkên wergerê û pirtûkên wergerê diweşandin.

 

 

Werger divê li gorî

qaîde, rêziman û rastnivîsîna wî zimanî be.

Werger çiye? Werger nivîsek ji zimanekê veguhêztina zimanekê din e. Yanê veguhertina nivîs û axaftinê re werger tê gotin.

Werger hêsan nîn e, gelek zehmet e. Di wergerê de gelek zehmetî derdikevin pêşberê mirov. Di saziya hevokan de zehmetî heye, divê maneya hevokê nehê guhertin, lê nabe ku mirov peyv bi peyv wergerîne. Werger divê li gorî qaîde, rêziman û rastnivîsîna wî zimanî be. Di maneya kelîmeyan de mirov hinek zehmetî dikşîne. Hinek kelîme /peyv/ hene ku di zimanê din de maneya xwe ya rast e rast bide tune. Divê mirov jê re kelîmeyeke bibîne ku maneya wê hevokê xirab neke.

Xweşî û başiya wergerê û herweha pêdiviya wergerê gelek heye. Werger zanîna mirov zêde dike, zimanê mirov dewlemend dike. Hinek peyv, kelîme hene ku qet di bîra mirov de nîne, wexta mirov bi karê wergerê re mijul dibe mirov li ser wan kelîmeyên jibîrkirî difikire û ew peyvên jibîrkirî bi bîr tîne, yan jî ku mirov nizanibe li ferhengê dinêre û wê peyvê ji nû ve fêr dibe.

Li Swêdê bi hezaran pirtûk bi zimanê Swêdî hatine wergerandin. Lê bi Kurdî pir hindik pirtûk hatine wergerandin. Helbet kêmbûn û zêdebûna wergerandina pirtûkan bi qelsî an dewlemendiya zimanê Swêdî û Kurdî ve girêdayî nîn e. Sedem ji neîmkanbûna rewşa Kurdan tê, sedem ji aloziya rewşa aborî ya Kurdan tê. Ez mamosteke ku di dibîstanên Stockholmê de dersa Kurdî dide dinasim, wî ji Swêdî du pirtûk wergerandiye Kurdî, lê îmkanên wî yên aborî dest nade ku herdu pirtûkan çap bike. Helbet kêmbûna wergervanên Kurd jî ji bo kêmwergerandina berheman sedemeke din e. Di nav Kurdan de wergervanên profesyonel tune ne. Wergervanên heyî, hemû jî amator in. Ew di dema xwe ya vala de bi karê wergervaniyê mijul dibin. Û ji bo wergervaniya xwe yek kronek jî qezenç nakin. Yanê ji bo wergerê ji tu ciheke heq nastînin. Bi gotina vekirî pirtûkan belaş werdigerînin.

Di kovarên kurdî de jî divê nivîsên wergerê bêne weşandin. Lewre ji bo pêşveçûna çand, edebiyat û zimanê Kurdî rola kovarên Kurdî gelek girîng e. Xebatkarên kovarên Kurdî bi dil û can xizmet dikin.Ev rastiyeke ku; ji bo dewlemendiya naveroka kovaran werger pêwîst in. Kovarên Kurdî ji bo ku kêm nivîsên wergerê diweşînin, ew jî ji bêîmkaniya wan tê. Heger hinek mirov nivîs wergerînin Kurdî û ji kovaran re bişînin, kovarên Kurdî dê bi dilxweşî wan nivîsên wergerê biweşînin. Dema min kovara Helwestê diweşandin nivîsên wergerê ku dihatin, min hemuya diweşandin.

Pirtûkên wergerê yên ku di nav weşanên Helwestê de derketine ev in :

1 – Romeo û Juliet – Shakespeare, 2 – Bazirganê Venîsiya – Shakespeare, 3 – Peyamber – Xelîl Cibran, 4 – Baxçeyê Peyamber – Xelîl Cibran, 5 – Baskên Şkestî – Xelîl Cibran, 6 – Çîrokên Kurmancî – Aleksander Jaba, 7 – Çîroka Evînê – Samed Behrengî, 8 – Edik û Bedik – Samed Behrengî, 9 – Çîrokên Lawikê Keçel – Îsmaîl Karabiyik, 10 – Ji Nav Edebiyata Swêdê

Hinek pirtûkên Çexov, Tolstoy, Dostoyevskî, Shakespeare, Pîrandelo û yd, li kurdî hatine wergerandin û ji bo çapê di dorê de ne.

Lokman POLAT

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply