Şuştina qab û firaq û cilikan dikare temen dirêj bike

Di lêkolîneke ku li Amerîka de hatiye kirin de, şuştina firaq û cilikan ji bo tendurustiyê bandora erênî dide ava kirin.

Di xebata ku di kovara ‘’Journal of the American Geriatrics Society” de hate weşandin de, lêkolînvanan li zankoya Buffalo ya Amerîka de ragehandin , şuştina firaq û cilik û karên weke wan yên rojane weke potansiyel xwedî bandoreke berfirehin û metirsiya mirinê jî di asteke girîng de dikare kêm bike.

Nêzî 6 hezar jin yên ku temenên wan di navbera 65 û 99 de ne beşdarî vê lêkolînê bûn. Lêkolînvanan aktîvîteya fîzîkî ya beşdarvanan bi cihaza têgihîştinê heta hefteyekî şopandin. Di pêvajoya din de jî bijîşkan rewşa beşdarvanan heta 3 salan şopand. Di encama xebatê de derxistin holê ku di navbera kesên ku herî kêm rojê 30 deqan firaq û cilikan dişun de rêjeya mirinê ji kesên ku piranî xwedî jiyaneke bê hereket dene ji sedî 12 ferqa xwe heye.

Di xebatê de hat ragehandin aktîvîteya ku rojê yek demjimêrî tê kirin, dema jiyana wê ji sedî 39 zêde dibe.

Pêşengê ekîba xebata ku hatî meşandin Michael LaMonte anîziman,” Hêmana tendurustiya gel yên rojane, ji bo ku aktîvîteya fîzîkî ji bo tendurustiyê bi bandor û bi sûd be, pêwîstî bi liv û tevgera bilind an jî ya navîn heye. Cara yekem me li ser jinên temenê xwe mezin xebatek kir, di pêşneyarên wan de jî aktîfbûna bedenî û fîzîk ji tenduristiyê de pir bi sûd e û ew yek bi aşkarayî diyar bû.’’

 

basnews – 

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply