Di Îslamê de Girîngiya Ziman

Di hebûn û jiyana her miletek de, ziman roleke sereke dilîze û tu tiştekî bi qasî ziman ji bo miletekî girîng nîne. Man û nemana miletek girêdayê zimanê wî miletî ye, eger ziman wendabû, milet jî namîne.

Ziman di navbera dîrok û niha û pêşerojê de, wek pirekî ye û wan dem û dewranên ji hev cihê û dûr bihv de dide girêdan. Ji destpêka afirandina mirovan de  ku mirovê yekemîn”Adem e” hetanî niha, du tiştan hebûna miletan parastine. Ew jî ”dîn û ziman e” Lewra tu miletek bê ziman û dîn nikarin najîn û parastina dîn, zaman û milet bihev de girêdayîne û yek bê yê din kêm e.

Ew miletê ku li dîn û zimanê xwe xwedî dernekevin, di demeka kurt de, ji hêjayên xwe yên netewî dûr dikevin û dikevin bin bandora ziman û çanda miletê desthiladar û bi tevayî xwe wenda dikin. Tişta ku miletek ji yê din cuda dike, çanda wî ye. Hîmê ku cend û wêje li ser tê avakirin, ziman û dîn e. Her miletek bi ziman û dînê xwe dilşad dibe û pê serbilinde.

Çikû di afirandina mirova de, ev pêjn û hizir hene û dayîneka Xwedayî ye. Li ser mijara ziman gelek pirtûk û nivîs hatine nivîsîn û lêkolîn û vekolîn hatine kirin û her kesî çawa xwestine wusa li mijarê nêhêrîye.

Pirê caran kesên sîyasetmedar û netewîst, bi qasî ku pêwîstîya wan bi mijara ziman hebûne, kirine aravên sîyasî û li ser sîyaset kirine. Lê tu gavî li ser rasîya ziman nesekinîne û serê xwe li ser ayetên Qur´ana pîroz ne êşandine.

Lewra Xweda Te´ala, erd û azman ji bona mirovan çêkirî. Gava mirov di erdê de tunebe ma qîmeta dunyayê çîye? Çikû dunya bi mirovan zweş e. Bi vî awayî, çawa erd û azman nîşanên qudreta Rebil Alemîn e, her wuha cudabûna reng û zimanê me jî ayetên Xweda ye.

Xweda Te´ala di Qur´ana pîroz di sûrê Rom û ayeta 22an de waha ferman dike.
 وَمِنْ آيَاتِهِ خَلْقُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَاخْتِلَافُ أَلْسِنَتِكُمْ وَأَلْوَانِكُمْ  إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِلْعَالِمِينَ
”Ji ayetên (mezinaya) Xweda ye, afirandina erd û azman û cihê cihêbûna ziman û rengê we. Bi rasî di vê de ji bona kesên zana re ders û îbret hene”

Ji sunetê Rebil Alemîn e ku gava behsa tişteke bike û bixwaze bal û dêna mexloqên xwe bikişîne ser, bi tiştên li ba mexloqan biqedir û qîmet e behsa wê tiştê dike. Wek mînak, gava Rebil Alemîn bi ”sitêrkan anji be demê” sond duxwe” bi sondê re dixweza mexloqên Wî li ser wî tiştî lêkolîn û vekolînan bike û ku aqlê xwe bikarbîne û qedir û buhayek bide wê tiştî.

Îroj di dunê de tiştên herî giranbuha, jîyan e û jîyaneka serfiraz û serketî jî, bi desthiladarîya ser erdê mumkune. Şer û cengên hetanî niha li ser erdê çêbûne, gişt ji bona mal û mikê ser erd û bin erd e.  Ji wê jî zêdetir, li ser erd û bin erdê de bi mîlyonan nîmetên Rebil Alîmîn hene. Li gora rêbazên Îlahî, nîmet ew tişt e ku Rebil Alemîn qencî û xêr û xweşî bi mexloqên xwe re kirîye. Li hemberî van qencîyên Rebil Alemîn, wezîfa me mexloqan ew e ku em ji Xweda re hemd bikin û pesn û sipasîyan layîqê Rebil Alemên bibînin. Her wiha merû dikare xêr  û bereketa ezman jî li gora erdê qîyas bike.
Xweda bi erd û azman re behsa ziman û rengê me kirî û ev jî tê wê wateyê ku, cudabûna ziman û rengên me jî bi qasî erd û azman bi qedr û qîmet e.

Çawa kes dev ji welatê xwe bernade û ji bona desthiladarîya xwe tekoşîn dide û dikeve şer û cengan, her wuha ziman û rengê meriva ji nîşanên qudreta Xweda ye û divê her kes li ziman û rengê xwe xwedî derkeve û jê şerm û fedî neke.

Tevaya zimanan sefetên Xweda yên axaftinê neû yek ji yê din zêdetir û muhtebertir nîne. Divê her muminek li hemberî xêr û xweşîya ku Rebê wî pê re kirîye şikirdar be û hemdê Xwedayê xwe bike.

Vêca şikirkirina ziman çawa dibe?

Şikirkirina ziman ew e ku merû bi zimanê xwe qise bike, bixwîne, binivîsîne û di hemî warê jîyanê de bikar bîne. Geve meriva ev yek kir, emrê Rebê xwe  edadike.

Bi tayîbet van demên dawî, pirên kurdên dîndar dev ji zimanê xwe berdane û bi zimanê tirkî û erebî û farsî diaxifin û ji wan zimanan re xizmet dikin. Belê, merû çiqas zimanan bizanibe ewqas başe û tevaya zimanan sifetên Xweda yê axaftinê ne, lê tu çima zimanê xwe ji bîrdikî. Lewra Xweda tu kurd çêkrî û zimanê kurdî kirî para te û nîmetek Xweda ye. Gere merû berê li hemberî wê xêr û xweşîya ku li meriva hatîye kirin re şikirdar be û paşê qasî dikare ziamnên din fêr bibe.

Feyzulah Yalçîn-ufkumuz.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply