Pazartesi , Ocak 25 2021

Destxetên winda yên dîroka kurd

Tim tê gotin, kurdan dîroka xwe nenivîsandiye! Li gorî netewên din çi rast çi nerast ên ku derbarê dîroka xwe de arşîvek dane hev, erê wisa ye, kurdan dîroka xwe nenivîsandiye…

Erê hemû neteweyên din di vir de wê de derbarê dîroka xwe de çi rast çi ne rast, çi ber destan ketine gihandine hev, danîne pêşiya neteweya xwe û gotine, va ye dîroka me!..

Gelo dema wan neteweyan ji destxetan, ji gilkevalan, ji peyker û gernameyan dîrokeke bo xwe didan hev kurdan çi dikir?!

Ew ên dibêjin kurdan dîroka xwe nenivîsandiye, bi wê gotina kurdan dîroka xwe nenivîsandiye, bi rûyê reş qest dikin ku dîrokeke kurdan tune ye!

Lê ne wisa ye, derewan dikin! dema wan ji xwe re ji destxetan dîrokeke nîvî derew nîvî bi vir ava dikirin kurdan berî wan dîroka xwe nivîsandibûn; hem jî ne dîrokeke bi viran hatî pê!..

Balam ji ber nebûna dewleteke kurd, ji ber nebûna statuyeke ew destxet di vir de wê de hatin jibîrkirin, di sindoq û kun û kunêzekan (qul û qewaran) de riziyan, hin jê bi destê neyaran ketin, hatin desteserkirin, hin jê çûn heta pirtûkxaneya Konyayê; li wir çi bû çawa bû kes pê nizane, agir bi pirtûkxaneyê ket û tev şewitîn…

Bi tevahî dîroka neteweyeke dişibe dîwarekî temam bûyî, lê dîwar yek bi yek ji keviran pêk tê; her destxetek dibe kevirên wî dîwarî; dema destxet giş bigihîjin hev dîwarê dîrokeke temambûyî tînin pê, lê dema bi destê hinan jê hin werin windakirin an bêxwedî bimînin, di qul û qewaran de werin jibîrkirin, ku demê ew rizandibin, ku mişkan ew vekojandibin, êdî çû ji kîsê me…

Derewan dikin ew ên dibêjin kurdan dîroka xwe nenivîsandine! Mînaka Serencama Yarsanan li holê ye!

Çima van mînakên olî didim, çi ku heta serdema netew dewletê du mînakên nivîsandina dîrokê hene, yek a olî ya din a keyserî-împaratoriyan e!

Wekî mînak dîroka îsraîliyan, dîroka ola wan e!

Çima destxetên winda dibêjim, sê mînakan bidim dê mijar bêhtir bête famkirin;

Mînaka yekem: Axa lê demande radizê nerm be hestiyên wî neêşîne, Nûrî Dersimî di pirtûka xwe ya bi navê ‘Hatiratim’ de dibêje, dema li Dêrsimê bo serî rakirinê li nav êlên Dêrsimê diçûm dihatim li mala pîrekî çavên min bi pirtûkeke di nav tûrikekî de bi dîwêr ve darda kirî ket. Dêrsimî dibêje dema min pirs kir ka ew çi pirtûke gotine dîrokçe û secereya mala pîr e. Dibê min çi kir çi nekir, da carê lê binêrim bixwînim lê malbatê gotiye pirtûk pîroz e, nabe kesekî ji derveyî malbata pîr lê binêre.

Dêrsimî dibêje, piştî serhildan tê hiskutkirin pê hesiyam ku leşkeran ew pirtûka li gor malbata pîr pîroz jî desteser kirine bi xwe re birine, lê kesî nekariye bêje pîroz e destê xwe nedinê!…

Mînaka duyem: Di sala 2008’an de bo bernameyekê ez çûbûm Meletiyê, bo şev bibim mêvanê wî çûm mala xalê xwe Hemê Êzîz. Bo diyarî wî bikim min bi xwe re du pirtûkên xwe jî birin danê.

Bi pirtûkên min pir kêfxweş bû, rabû çû li odeyeke din topeke kaxiz a ji ew ên avahîsaz li ser plansaziya avahiyan xêz dikin anî li odeya em lê rûniştîbûn raxist; ji vî seriyê odeyê heta seriyê din lox kir topê kaxizê vekir.

Got xarzê bi salan e li ser dişixulim, go min secereya êla Kawa ya heştsed salî nivîsandiye.

Cara yekê bû min secereyek didît, hem jî bi kurdî yeka heştsed salî, secereya êla min a Kawa. Li wir, ji wê secereyê ez bi navên dozdeh bapîrên xwe hîn bûm; dozdeh bapîr dozdeh zik, di nav dîrokeke heştsed salî de…

Li gorî wê secereyê bapîrê min ê herî pîr ê tê zanîn Kal Meqsûd e.

Piştî sohbet û destnîşankirina kêmayiyên nivîsandina kurdî, çi ku wî bi elîfbaya kurdî nizanibû, loma ji dewsa X, Ğ, ji dewsa Q, K, û hwd. nivîsandibû.

Gor gotina wî, êla Kawa beriya vê heştsed sal (di navbera 1200-1250’î de) li binxeta me ya îro bûye du mil, milekî berê xwe daye Misirê (hêngê li Misirê Fatimî desthilat in) milê din berê xwe dide çiyayên Komageneyê-Semsûrê!

Sedema koçê diyar e, hêngê li binxeta kurdan a îro û li ser axa Sûriyê  wekî aniha şer e; şer de navbera Îsmaîlî, Eyûbî, Fatimî, Xaçperest û Şovaliyeyên Perestgehan de ye.

Me li hev kir ku di demek bo me herduyan guncav de em ê bi hev re li ser hûrgulî û rastnivîsa wê bixebitin û Enstûtiya Kurdî ya Stenbolê jî dê ew çap bikira.

Mixabin, hê ew dem nehat li nav baxçeyê mişmişan dilê wî sekinî hew lêda…

Dema me li hev kir ku em ê li ser secereya wî amade kirî bixebitin û bidin çapê, hem xalojna min li wir bû hem jî zarek wî. Piştî çilê xalê Hem derket min mesele ji zarokên wî re vekir; min go eger hûn secereyê bidin min li ser daxwaza xalê Hem ez dixwazim li ser bixebitim, li ser navî wî bidim çapê; wê hem navê wî bikeve pirtûkxaneya kurdî hem jî li pirtûkxaneya kurdî dê pirtûkeke secereyê zêde bibe.

Piştî bi hev şêwirîn, ji min re gotin ku wan ew secere bexşandine pirtûkxaneya dibistanekê!

Mînaka sêyem: Li nêzî gundê me bi navê Hozikê gundek heye. Li maleke wî gundî ku jê re dibêjin mala pîr, text (makam)ê Şaê Merdan heye. Di nav gundên elewiyan ên derdorê de ew text an jî ew mala textê Şaê Merdan lê ye bûye ziyaretgeh, cihekî pîroz e. Bawermendên elewî wî textî-meqamî cihekî pîroz dizanin, serdana wir dikin, loqmeyan dipejînin belav dikin.

Bi kurtasî çîroka wî meqamê Şaê Merdan wiha ye; ji zemanên ku nizanim kîjan zeman e, kesekî biyanî tê li wê malê wekî berdest, alîkar dest bi kar dike; diçe cotê wan  dike, diçe ber pezê wan, diçe jê re êzingan tîne û hwd.

Dibêjin bo kesekî jîr û karkir bûye cîranên wê malê jê hesûdî dikin ji xwediyê malê re dibêjin, ew kes bi jina malê re ye…

Li ser vê gotinê radibin wî kesî dixin jûrekê tên bendê tam çil kêrî lê dixin.

Lê camêr namire, ser û biniya meseleya devjeniyê ji wan re dibêje. Kesên dixwazin wî bikujin ji gotinên wî bawer dikin.

Ew ji wan re dibêje, birînin min bişidînin min bibin li bexzeneya tarî dînin û heta çil rojî neyên ser min. Lê roja sî û nehan ew xwe zevt nakin dibêjin, ha sî û neh ha çil, em herin ser ka miriye yan maye… Dema diçin ser birînên wî vedikin birîndar dibêje, we heta sî û neh rojan sebir kir qey we nekarî rojek din jî sebir bikin!

Dibêjin dema birînên wî vedikin dibînin sî û neh birîn kewiyane maye yek, lê di wê kêliyê de birîndar, yanê gorî gotina elewiyan Şaê Merdan dibe yekî xêwê, li ber çavan winda dibe.

Li pişt wî xençerek, gopalek û destxetek dimîne.

Di zaroketiya xwe de min bi xwe jî ew gopal, xençer û destxet dîtibûn.

Van salên dawiyê bi lêhûrbûna metnên dîrokî, bi xwendina metnên dîrokî yên wekî ya San Sahaq a Serencamê, Serencam pirtûka pîroz a baweriya Yarsanan ku berheviyeke destxetan e, bala min tim diçû ser wê destxeta Şaê Merdan a li gundê Hozikê.

Rojekê min xwe şidand ku herim wir, ger destûr bidin ez ji wê kopyeyekê bigirim, bixwînim ka bi kîjan zimanî ye, ka ew jî wekî destxetên Yarsanan helbest e, yan ka naveroka wê çi ye, behsa çi dike!?

Mixabin, bi xemgînî hîn bûm ku ew bexşandine Mûdîriyeta Muzeyê ya Semsûrê!

Ew jî çû ji kîsê me…

Mixabin her wisa bûye; derbarê dîroka me de çîrokên wiha gelek in; tiştên aîdî dîroka me, çand, ziman, zargotin û hwd. an bi darê zorê desteser kirine-birine, an bi nezanîn em bi destên xwe dibin didin wan.

Ew li ser dixebitin, di wan destxest û tiştan de qodên me, dîroka me, derûniya me kifş dikin, pê me ji me pirtir dinasin, dizanin dê çawa bi me re serî derxin.

Piştî ku agahiyên di derbarê me de yên di wan destxetan de dixin arşîve xwe, ku pê karê xwe diqedînin wan dixin mexzeneya muzeyekê yan a pirtûkxaneyekê; lê nayê zanîn, çawa dibe şewatek bi wan mexzene û pirtûkxaneyan dikeve û bes tiştên aîdî me dişewitin, ne tiştekî din.

Vega radibin li nava çavên me dinêrin, bêfedî bêhaya, dizên mirîşkan ji me re dibêjin we dîroka xwe nenivîsandiye, çi ku dîrokek we tune…!

Heyf…

Welat Dilken-Diyarname

About ziman

Avatar

Check Also

Abdullah Încekan: Ziman bingeha miletekî ye

Welatên serdest Kurdistanê dabeş kirin ku Kurd neçar man derkevin derveyî welat, lê li diyasporayê …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir