Destpêka serpêhatiyeke dijwar – Faysal Dağlı

“Ezbenî ne hedê min e, lakîn te jî dereng destpêkir. Çima te beriya 10 salan, 20 salan dest bi çapkirina vê rojnamê nekir? Karmendên vê dewletê li me zilmê dikin, malên me talan dikin! Lakîn ji lutf û kerema xwedê hevîdar im ku ev hal êdî dewam neke. Em hevîdar in ku înşaallah ji îro û pê vê dema îqbal û bextiyariya kurdan jî hat.’’

Mele Salihê Cizîrî, li ser destpêka weşana Rojname ya Kurdistan, ji Mîqdet Bedirxan re 118 sal berê vê nameyê nivîsandibû.

Di sala 1898’an de li dûrî Kurdistanê, bi nav û heviya Kurdistanê rojnama yekem ya kurdan dest bi weşanê kir.  Ev rojnama ku li peytexta Misrê li Qahîrê dest bi weşanê kiribû û ji alî Mîqdet Mîthat Bedirxan ve dihat derxistin, di dîroka kurdan de, rojnama peşîn û destpêka weşangeriya kurdî bû. Mîqdat di hijmara pêşin ya 22’yê Nîsana 1898’an de di  rojnama xwe de bi çend gotinên kirt wiha behsa serpêhatiya eslê xwe dike:’’Gelî ûlema, mîr û axayên kurdan! Hûn hemû eslê min dizanin. Ceddê min Hezretê Xalidê Welîd e. Eşîra me Botan û neslê me Ezîzan e.’’

Malbata Ezîzan, Mîrên Botan

Wek Mîqdat Mîthad Bedirxan di rêzên jorê de digot, malbata Ezîzan ji Eşîra Botan bû. Di salên 1200’an de li Cizîra Botan, vê malbatê dewleteke heremî damezrandibû. Di sala 1828’an de Siltanê Osmanî Mahmûdê dûyem ji bo desthilatiya xwe li Kurdistanê belavbike û li xaka împaratoriyê dewletek nawendî damezirîne ji Stenbolê waliyan dişîne Kurdistanê. Heta wê demê Kurdistan bi destê mîrên kurd dihat birêvebirin. Bi hatina walî û paşayên osmanî li Kurdistanê dawî li aramiyê jî hat. Li çar aliyên Kurdistanê serhildan derketin. Di encam de ji bilî çend mîrnîşînên mezin yên wek Baban, Soran û Botan hemû Kurdistan ji alî Dewleta Osmanî ve hatibû dagirkirin.  Piştî tefandina serhildana dawîn ya Botan Mir Bedirxan tevî sê kurên wî, brayên wî Mîr Salih û Mîr Esed ew dişînin Stenbolê. Li Stenbolê Mîr Bedirxan derdixin hizûra Siltan Evdilmecîd. Paşê wan sirgûnê girawa Girîtê dikin. Mîr Bedirxan li sirgûna girava Qendiye çend salên xwe derbaskir.Dewleta Osmanî li giravê rutbeya paşatiyê dide Bedirxan. Mîr di salên dawiya desthilata Siltan Evdilmecîd de tê efûkirin û destûra wegera Stenbolê digre. Ew piştî ku 7 sal li Stenbolê dimîne, li Şamê bicîh bibe.

Mîr Bedirxan Ezîzî di sala 1869’an de li Samê diçe ser dilovaniya xwe. Ew li goristana Şêx Xalidê Nexşîbendî tê veşartin. Dema Mîr Bedirxan diçe ser dilovaniya xwe, li pişt xwe 21 keç û 21 kur 42 zarok hiştibû.

Kurdayetiya sirgûnkirî

Bedirxan li sirgûnê jî girîngî dida nirxên kurdayetiyê. Li gor Kamûran Bedirxan, Mîr rojekî hemû malbata xwe civandiye û ji wan re gotiye; ’’Ez ditirsim hûn di nav tirkan de zimanê xwe jibîrbikin. Ger hûn zimanê xwe jibîr bikin hûnê Kurdistanê jî jibîr bikin. Ez ji we duxwazim ku hûn bi zarokên xwe re bi kurdî biaxifin. E ku wiha neke ne ji min e.’’

Piştî mirina Mîr Bedirxan zarokên wî li ser xaka İmparatoriya osmanî hatin belavkirin. Kurên wî Necîp, Mistefa, Bedrî û Bahrî wek qeymaqam, ê din jî wek karmendên dewletê hatin wezîfedarkirin. Di sala 1879’an de zarokên Mîr Bedirxan, Osman û Husên Kenan Paşa û di sala 1889’an de jî Emîn Elî û Mîqded Mîthed Bedirxan li dijî Osmaniyan serhildabûn. Piştî van bûyeran qesra osmanî ji bo ber li xetera Bedirxaniyan bigre, hemû malbata wan li Stenbolê civandibûn. Wê demê nifûsa Bedirxaniyan li Stenbolê digîşt nêzî 3 hezarî. Tev dibin çav de bûn.

Berbi dawiya sedsala 20’an de li Stenbolê ji ber xebatên wan yên siyasî hemû endamên malbata Bedirxan, tê girtin û demek di zindanê de dimînin. Siltanê Osmanî Evdilhemîd, endamên malbata Bedirxan li Anadol û li koloniyên Afrîka an jî li Erebistan û Rojhîlata Navîn belavkiribû. Sirgûna Bedirxaniyan heta meşrûtiyeta sala 1908’an dewam dike.

Piştî vê fermanê Malbata Bedirxan carek din li Stenbolê civîyan. Rewşa siyasî êdî guherîbu. Gelek rewşenbîrên kurd li vir civiyabûn. Bedirxaniyan êdî xebatên siyasî tevî rewşenbîrên din vekirî dikirin. Dema komel û rojnama destpêkiribû. Rewşenbîrên malbata Bedirxan gelek komel didamezirandin, di gelek komelan de serkarî dikirin û gelek rojname derdixistin an jî di gelek rojnameyan de dinivîsandin.

Yekem rojnamevanê kurd: Mîkdad Mîthad

Yek ji endamên malbata Bedirxaniyan Mîkdad Mîthad, di dîroka Kurdistanê de bi berhema xwe ya giranbiha, bi Rojname ya Kurdistan cîhekî mustesna girtiye. Mîqdat Mîthat, kurê Mîr Bedirxan e. Di sala 1898’an de sirgûnê Misrê bûye. Di heman salê di roja 22ê Nîsanê de dest bi weşana rojnama yekem a kurdan kiriye û bi vî awayî di dîroka Kurdistanê de navê xwe bi xetên zêrîn kolaye.

Pîroze li te hezar caran/ Ev dengê niha li nav yaran/ Mizgîniya vê cerîdeya qenc / Şabaş tibîtin ta hebin qenc / Ronahiya bav û kal û ecdad / Payvê hunerê te kir niha şad / Beybûniya dewleta te geş be / Qasê tu hebî, dilê te xweş be

Ji xwendevanên Rojname ya Kurdistanê, Lawê Şêx Fetah, piştî ku çav bi yekem rojnama kurdî ket, ji Şamê hêstên xwe vê helbestê gihandibû Mîktat Bedirxan û keda wî pîroz dikir. Roja 22ê Nîsana sala 1898’an êdî rojnameyekî kurdan jî hebû. kurd jî bi saya Kurdistana Mîqdat Mîthat Bedirrxan ketibûn nav miletên xwedî rojname.

Di dawiya sedsala 19’an de, bîr û hizra netewî ku piştî Şoreşa Fransa li sala 1789’an li welatên Ewrûpa serhildabû, derbasî tixûbên DewletaOsmanî jî bûbû. Rewşenbîrên Ereb, Elban û Bulxar ji bo serxwebûna welatê xwe û rizgariya ji dagira osmanî dixebitîn.Di vê rewşê de rewşenbîrên kurd jî, ku piraniya wan ji malmazinên kurd yên sirgûniyên Stenbolê bûn, dest bi geşkirina bîra netewî kirin.

Rojname ya yekem li sirgûnê

Berhema yekem ya dema şiyarbûna netewî ya kurdan Rojname ya Kurdistanê bû. Hijmara yekem ya Rojname ya Kurdistanê rojeke pencşemê di 22’ê Nîsana sala 1898’an li Qahîrê, li Çapxana El Hîlal hat weşandin.

Xwedî û sernûserê Rojname ya Kurdistanê Mîqdad Mîdhed Bedirxan di hijamara pêşîn ya Kurdistanê de armanca derxistina rojnama xwe wiha diyar dike: “Li cîhanê çiqas musluman hene di bajar û gundên wan hemuyan de dibistan rojname jî hene. Rûdan û bûyerên ku di li cîhanê diqewimin di van rojnameyan de tên nivîsandin. Lê mixabin kurd ji rojnamekî mahrûmin. Li cîhanê çi dibe, cîranê wan Mosqof çawaye, wê dike, divê ew jî bizanibin. Ji ber vê yekê di rêya yezdanê mîhrîban û dilovan de ji niha pêve di 15 rojan carekî de ezê rojnamekî çap bikim. Min navê wê danî Kurdistan. Ezê di vê rojnamê de behsa çakî û wateya zanistiyê, însan li ku fêrdibin, li kuderê dibistan û zanîngeh hene nîşanî kurdan bidim. Li kuderê şer çêdibin, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, çawa bazirganî dikin, ezê ji van tiştan behs bikim.’’

Mîqdat Bedirxan di gotara yekem de bala xwendevanan dikşîne ku Kurdistan yekem rojnama kurdî ye: “Heya niha tu kesê cerîdeyeke wiha bi kurdî dernexistiye, cerîda min yekem cerîdeye ku bi kurdî ye. Lewma dive kêmasiyên me pir bin. Hêvîdarim kêmasiyên rojnamê ji min re binivsînin.’’

Ji hijmara yekem heta hijmara 3’em, Kurdistan li Çapxana El Hilal, li Qahirê tê çapkirin. Hijmarên 4 û 5 li “Çapxana Cerîda Kurdistanê’’ tê çapkirin. Bi wê çendê; “Çapxana Cerîda Kurdistanê’’, wek yekem çapxana kurdî hatiye meydanê. Lê ev çapxane jî her çapxana “El Hilal” bûye. Ji hijmara 4’an virve ku Miqdat Bedirxan bi zimanê tirkî nivîsên dijî kesên devrûberê Siltan Evdilhemîd nivîsandiye de, xuyadike ku ’’Çapxana El Hilal” berpirsiyari negirtiye stûyê xwe û xwediyê çapxanê ji tirsan nehiştiye ku navê çapxanê li ser rojnamê bê nivîsandin.

Di hijmara yekem ya Kurdistanê de li rûpela yekem bi hevokekî tirkî wiha tê gotin: “Vê gave ji bo handana kurdan bo xwendin û hînbûnê.” Di hijmara sêyem de li bin navê Kurdistanê tê gotin ku: Kurdistan panzde rojan carekê tê weşandin û weşaneke kurdî ye. Ji hijmara 24’an virve di zimanê Kurdistan’ê de guhertinekî tê dîtin û bi tirkî jî tê gotin ku rojname mehê carekê tê weşandin û rojnameyeke kurdî ye.

Zimanê Kurdistan’ê

Herçend Kurdistan rojnameyeke kurdî bûye jî, ji ber tevlîhevbûna rewşenbîrên kurd bi rewşenbîrê gelên din yê herêmê re neçar bûye ku carna zimanên Tirki û erebî jî bikar bîne. Li aliyê din zimanên osmanî û erebî jî di jiyana dewlet û dînî de deshilatdar bûne.

Tenê sê hijmarên pêşîn yên Kurdistanê xerû bi kurdî bûne. Ji hijmara çaran virve nivîsên bi zimanê tirkî jî di rojnamê de cîh girtine. Di hijmarên 4, 5, 6 û 7’an de hin nameyên vekirî ji bo Siltan Evdilhemîd bi tirkî hatine nivîsandin. Hijmarên 9, 11 û 15 tenê bi nivîsên kurdî hatine derxistin û yên din bi kurdî û tirkî hatine weşandin. Di Kurdistanê de dû nivîsên erebî jî hatine belavkirin. Ev nivîs nameyên xwendevanan bûne.

Nivîsên Rojname ya Kurdistanê bi zarava kurmanciya jorîn hatiye nivîsandin. Lê helbestekî Hecî Qadirê Koyî jî bi soranî di rojnamê de cîh girtiye. Li aliyê din di zimanê rojnamê de peyvên erebî û farsî bi awayekî vekirî hatine bikaranîn. Hingê di nav rewşenbîrên kurd de asta bikaranîna peyvên erebî û farsî nîşaneya rewşenbîrî û pêşkevtinê dihat qebûlkirin.

Hikûmeta Osmanî rê li ber belavkirina rojnama Kurdistanê girtiye. Di hijmara 4’an de nivîsa Mîqdad Mîdhet ku bi tirkî hatiye belavkirin, daxwaz ji Siltan Evdilhemîd dike ku pêşî li belavkirina rojnama wî negrin û wiha dibêje: “Nivîsa serê ku min bi tirkî nivîsandiye nameyeke bo Hezretê Siltan Evdilhemîd Xan e. Di wê namê de daxwazê jê dikim, ku rê bide rojnama min bi azadî bighîje Kurdistanê. Ji wan welatan ku rojnamê ji wan re dişînim, name bo min nivîsandine, ku Hikûmeta Osmanî rê nade rojnama min bighîje destê wan, ji ber ku ew kurdî nizanin, dibêjin qey rojname dijberî wan hatiye nivîsandin.”

Balkêşe ku Mîqdad Mîdhet, Siltanê Osmanî di meseleya zextên ser rojnamê de bêguneh dizane û ji ber zextên rejimê kesên derdora wî tawanbar dike. Li gor Mîqdat Mîthat ji ber ku ew bi kurdî nizanin ji wan qey rojname li dijî Siltan e.

Mîqdat Mîthat di bersîva nameya xwendevanekî bi navê Seyîd Tahirê Botî ku ji Edenê jê re dinivsîne û jê daxwaza 50 nusxayên rojnamê dike wiha dinivîse: “Bi rêyên hewce rojname bên belavkirin, ez neçarim rêyeke din peyda bikim bo ku 50 heb rojname bighîjin destê te.”

Herçend hingê Misir di bin deshilatiya îngilîzan de bûye jî, hukmê Dewleta Osmanî gihiştiye Misrê. Osmaniyan bi awayekî karibûne pêşî li belavkirina rojnameyeke dijber bigrin.

Hikûmeta Osmanî ji bo pêşî li belavbûna Kurdistanê bigre, Mîqdat Mîdhat vegerandine Stenbolê. Miqdat Midhat tenê li 6 hijmarên pêşîn yên rojnamê xwedîtî kiriye. Piştî destberdana wî jî weşana rojnamê nehatiye sekinandin û Evdirehmanê brayê Mîqdat Beg li Cenewre ya Swîsre yê weşan û belavkirina Kurdistanê berdevam kiriye.

Evdilrehman di nivîsa xwe ya yekem de wiha dibêje: “Min di wê cerîdê de ji bo Siltan Evdilhemîd Xan nameyeke tirkî nivîsandiye. Di name ya xwe de dibêjim, herçend Siltan rê nedabe cerîda brayê min li milkê wî bê belavkirin jî, ezê vê cerîdê ji milkê wî derxim û heta ku bikarim bi rêya vê rojnamê ji bo xêra kurdan xebatê bikim û behsa xirabiya kesên derûdora siltan bikim.”

Mîqdat Mîthad Bedirxan
Mîqdat Mîthad Bedirxan

Naveroka rojnamê

Bi guhertina sernûserê rojnamê, armanca Kurdistanê nayê guhertin. Herçend yekem rojnama kurdî bi awayê rojnameyên serdema xwe, nûçeyan belav nedikir jî, li ser bûyerên cîhanê disekinî û şiroveyan dikir. Di gelek gotarên Kurdistanê de behsa xêra zanistî û xwendinê tê kirin. Bedirxanî têgehîştibûn ku derdê yekem e kurdan nezanî ye. Lewma wan wek dijminê yekem yê kurdan cehaletê didan xuyakirin.

Li aliyê din di Kurdistanê de ji bo wejeya kurdî cîhekî taybetî hatibû veqetandin. Di her hijmarekî rojnamê de rûpelekî taybetî ji bo berhema Ehmedê Xanî, Mem û Zînê hatibû veqetandin û her carê beşek ji vê pirtûkê dihat belavkirin.

Naveroka Kurdistanê tenê bi nûçe û edebiyatê nehatiye sînorkirin. Kurdistan wek xezîna bîra netewî ya kurdan karê xwe bicîh anîye. Xebata dijberê rejîma Evdilhemîd, diroka kurd û Kurdistanê û taybetî dîroka Mîrnîşîna Botan, dijderketina qira ermeniyan ji wan babeta ne ku di hemû hijmarên Kurdistanê de hatibûn belavkirin.

Sedema sereke ya pêşdeneçûna rojnamê jî, guhertina cihê weşana wê bûye. Xwediyên rojnamê ji ber zextên Siltan Evdilhemîd nikaribûye li derekî cîhgir bibe. Mîqdet di nameyekî ku di hijmara 5’an de hatiye weşandin, ji Siltan Evdilhemîd re, diyar dike ku sîxurên osmanî li ber weşana Kurdistanê û jiyana wî gelek astengan derxistine. Ji ber wê yekê Miqdat, Qahire bi cîh hiştiye û vegeriyaye Stenbolê.

Ji ber sedemê destverdana Mîqdat û vegera wî ya Stenbolê brayê wî Evdirehman Bedirxan li Cenewreyê weşana rojnama Kurdistanê domandiye. Kurdistan piştî Cenewrê li London û Folkstonê û cara dawiyê dîsa li Cenewrê hatiye weşandin û paşê dawî li jiyana weşana wê hatiye. Sedemekî din ya paşketina Kurdistanê, nebûna çapxane bûye. Di hijmara 16’an ya 25ê tîrmeha sala 1899’an ev asteng hatiye destnîşankirin.

Li aliyê din Bedirxaniyan ji bo derxistina rojnamê fedekariyên mezin kirine û nehiştine sedemên aborî bibin astenga derketina rojnamê.  Di hemû hijmaran de bi sedan nusxayên rojnamê bêperê şandine Kurdistanê.

Mîzanpaja Kurdistanê

Kurdistan di hecmê formata B4 de hatiye weşandin. 22 santîm fireh û 32 santîm jî dirêj bûye. Di çar rûpelan de bi tîpên erebî hatiye nivîsandin. Formata B4 hingê bedewtirîn şêwaza weşanê bûye û niha jî gelek kovar û pirtûk bi vê formatê tên weşandin.

Rojname ya Kurdistan hingê di warê mîjanpaja xwe de jî ji mînakên xwe ne kêmtir bûye. Herçend di we serdeme de zanistiya grafîkê di zanîngehan de nedihate xwendin jî xwediyên rojnamê bi pisporî û karnasiyeke baş ji bo hilbijartina metodê gihandina peyaman xebitîne. Ji hijmara 6’an vir ve şêwaza yekem ya rûpela Kurdistanê hinek tê guhertin. Ji bilî hijmarên 20, 21 û 22’an ku sê sitûn bûn, hemû hijmarên din ye Kurdistanê li ser dû sitûnan hatine danîn. Rûpelên ku veşandin tê de hene jî li ser sê an jî çar stûnan bûne. Rojname ya Kurdistan di warê kakil û şêwaza weşanê de bi giştî wek rojnameyeke pêşkevtî tê qebûlkirin.

Di nasnama rojnamê de navê Kurdistanê bi tîpên erebî hatiye nivîsanîn. Di bin de jî sala weşana yekem hijmarê 1315 koçî hatiye nivîsîn. Ev nivîs heta hijmara dawin ya Kurdistanê, wek nasname ya rojnamê di rûpela yekem ya Kurdistanê de hatiye çapkirin. Ji alî rastê ya logoya Kurdistanê wiha hatiye nivîsandin: “Her nameya ku tê hinartin, diwê bi navê xwediyê cerîdê: Lawê Bedirxan Paşa – Mîqded Mîdhet Beg bo Misrê bê şandin. Her carê 2000 nusxe belaş ji bo Kurdistanê dişînim, ku ji bo xwandinê bi xelkê bihê dan. Ji aliyê raste Kurdistanê bi tirkî ji bilî agahiyên serê, ev hevok jî hatiye nivîsîn: “Bo dervayê Kurdistanê bi sal 80 quruşe, bo navxweye Kurdistanê ji bo daxwazkaran bi belaşî tê şandin.”

Ji hijmara 16’an virve navê Kurdistanê li rûpela yekem bi tîpa latînî jî tê nivîsandin. Di bin navê latînî ye Kurdistanê de navnîşana Kurdistanê jî bi latînî hatiye nivîsandîn. Di bin navê Kurdistanê de bi tirkî jî hevoka jêrîn hatiye nivîsîn: “Di oxira haydana kurdan de ji bo xwendin û zanistê.”

Rojname ya Kurdistan bi giştî 4 sal hat weşandin û 31 hijmar derket. 5 hijmarên pêşîn yên rojnamê li Qahîra Misrê, ji hijmara 6’an heta 20’an li Cenewre ya İswîçrê hat weşandin û careke din li Misrê dest bi weşanê kir. Paşê barkir çû Londona İngîltere yê. Li wir hijmara 24’an hat weşandin. Ji 25’an heta hijmara 29’an dîsa li İngîltere li bajarê Folkstonê hat weşandin. Paşê dîsa çû Swîsre û herdû hijmarên dawîn jî li wir derketin. Hijmara dawîn ya Rojname ya Kurdistan di 14ê Nîsana 1902’an de derçûye. Sedemê cîhguhertina rojnamê zextên Siltan Hemîdê osmanî bû.

Di Kurdistanê de ji rewşenbîrên kurd yên pêşengên İttîhat û Terakî yê Evdila Cevdet û İshak Sûkûtî jî dinivîsandin. Rojname ya Kurdistan di salên 1890’an de li dijî qira ermeniyan kurdan hişyar dikir û zext û qetlîmanên ser wan şermezar dikir.

Rojname ya Kurdistan ji ber ku mûxalefet dikir, leqayê zextê rejima Siltan Evdilhemîd dihat. Ji ber vê yekê firotin û belavkirina wê hatibû qedexekirin û bi dizî digîşt Kurdistanê.

Rojname piştî ku di sala 1902’an de weşana xwe bi dawî anî, di salên 1908 û 1919’an de li Stenbol û Urmiyê bi heman navî careke din hat weşandin.

Di sala 1908’an de piştî meşrûtiyeta osmanî Sureya Bedirxan li Stenbolê bi navê Kurdistan rojnameyekî weşand. Piştî derbeya sala 1909’an ya İttîhat û Terakkiyê hat girtin. Piştî serbest ma çû Misrê û careke din li Kahîreyê bi heman navî rojnameyekî derxist.

Di vê dewrê de bi navê Kurdistan rojnama dawîn careke din li Stenbolê di sala 1919’an de ji alî Şefîq Arwasî û Mihemed Mîhrî ve hat weşandin. Ji van herdû rojnameyan tenê çend nusxa hatinê dîtin.

Li aliyê din li Rojavayê Kurdistanê jî di heman salî de bi alîkariya Simko Xanê Şikak û bi pêşengiya Evdilrezak Bedirxan û Mihemed Turcanîzade li Urmiyê jî bi navê Kurdistan rojnameyekî hatiye weşandin.

Nusxayên orjînal yên Rojname ya Kurdistan niha li pirtûkxana Zanîngeha Marburgê ya Almanya ye.

Kurdistan ku wek destpêka kevneşopiya rojnamegeriya kurdî tê qebûlkirin, her sal di 22’ê Nîsanê de tê bibîranîn. Ji sala 1970’an virve salvegera Rojname ya Kurdistanê di nav kurdan de wek cejna rojnamevaniya kurdî tê pîrozkirin.

Faysal Dağlı / BasNûçe / 25.04.2016

Derbar Rêvebir

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply