Dersên Kurmancî (13)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)-13
2)LÊKERÊN NEGERGUHÊZ (Lêkerên Negerandî, Têneper, Nederbas):

Lêkerên negerguhêz, ew lêker in ên bireserê wernagirin.

Lêkerên negerguhêz di hemû deman (dema borî, ya nûke û ya bê) de li gor kirdeyê tên kêşandin.

Mînak: Bila lêkera me ya negerguhêz “bezîn” be (bît).

Ez bezîm. (dema borî)
Ez dibezim. (dema nûke)
Ez ê bibezim. (dema bê)

Her sê deman de jî em dibînin ku lêkera “bezîn”ê qertafa kirdeyê (ya “ez”ê) -im (m) wergirtiye.

Pirs:
Em dê çawan lêkerên negerguhêz binasin, peyda bikin?

Bersiv:
Lêkerên “bûn” û “birin”ê (wekî; sorbûn, reşbûn, siwarbûn, xirabûn, geşbûn, têkbirin, jêkbirin…) û lêkerên qertafên “-în”ê werdigirin lêkerên negerguhêz in (wekî; bezîn, meşîn, revîn, lerizîn, biriqîn, zewicîn…)

Nûke jî em çend mînakan hem ser lêkerên gerguhêz û hem jî ser yên negerguhêz bibînin:

Zeynebê gul çand.

Ji ber ku dema borî ye û çandin jî lêkereke gerguhêz e, ne “Zeyneb”ê (kirdeyê), “gul”ê (bireserê) tesîra xwe li ser çandinê kiriye. Herwiha, ji ber vê tesîrê, hejmara bireserê ne pê (bi) bireserê pê pêveberê diyar dibit (dibe). Qertafa ku pêveber werdigire hejmara bireserê ye.
Di minaka li rexê serî de diyar e ku gul yek (1) e. Di mînaka ku em nûke li binî didin de jî diyar e ku gul gelek in. Çunkû qertafa pirhejmariyê “-in” hatiye dûmahîka “çand”ê:

Zeynebê gul çandin.

Bo çend lêkerên gerguhêz mînak;

Di dema borî de;

Min ew dît.
Min ew dîtin.
Wan ez dîtim.
Wan tu dîtî.
Sîdarî ew kuştin.
Wê Sîdar kuşt.
Te ez kuştim.

Di dema nûke de;

Ew min dibîne (dibînit).
Ez wan dibînim.
Ew min dibînin.
Ew te dibînin.
Sîdar wan dikuje (dikujit).
Ew Sîdarî dikuje.
Tu min dikujî (dikuji).

Di dema bê de;

Ew ê min bibîne.
Ez ê wan bibînim.
Ew ê min bibînin.
Ew ê te bibînin.
Sîdar dê wê bikuje.
Ew dê Sîdarî bikuje.
Tu dê min bikujî.

Mînak bo lêkerên negerguhêz:

Ez kenîm (keniyam). (dema borî)
Ez dikenim. (dema nûke)
Ez ê bikenim. (dema bê)

Ez ketim. (dema borî)
Ez dikevim. (dema nûke)
Ez ê bikevim. (dema bê)

*** Em li ser gerguhêzî û negerguhêziyê gotinekê, dûmahîkê dubare (tekrar) bikin, da ku em vê mijarê baş serwext bin (têbigehin):
Tinê (tenê) di dema borî de, heke bireser hebe (hebît), pêveber li gor bireserê tê kêşandin. Di her du demên dî (nûke û bê) de bireser hebe kirde tesîrê li pêveberê dike.

Ciyê bireser hebe teqez (muheqeq) pêveber lêkera gerguhêz e.
Heke bireser nebe jî pêveber negerguhêz e û di her sê deman de jî pêveber li gor kirdeyê tê kêşandin.

Not: Eger di dema borî de lêker gerguhêz be (bit), kirde çemandî (tewandî) ye, bireser xwerû (sade) ye.

Mînak: Min tu nasî.
Nasîn> lêkereke gerguhêz e.
Min> kirde ye û koma cînava çemandî ye.
Tu> bireser e û koma cînava xwerû ye.

Not 2: Di dema nûke û dema bê de lêker gerguhêz be, kirde xwerû, bireser çemandî ye.

Mînak: Ez te dinasim. (dema nûke)

Ez> kirde ye, koma cînava xwerû ye.
Te> bireser e, koma cînava çemandî ye.

Ez ê te binasim. (dema bê)

Ez xwerû, te çemandî ye.

Not 3): Di lêkerên gerguhêz de, bes di dema borî de kirde çemandî ye (koma cînavên çemandî), bireser xwerû ye (koma cînavên xwerû)Di dema nûke û dema bê de bileks e (berovajî ye), kirde xwerû ye, bireser çemandî ye.

Kurt û kurmancî; heke kirde xwerû be, bireser çemandî ye. Heke kirde çemandî be, bireser xwerû ye. Her du pêkre nabin xwerû an jî nabin çemandî.

Mînak:

Min tu revandî. (di dema borî kirde çemandî ye, bireser xwerû ye)

Ez te direvînim. (dema nûke)*
Ez ê te birevînim. (dema bê)*

*Kirde xwerû, bireser çemandî ne.

Not: Hindek deveran di zimanê devkî de di dema borî de, hem kirdeyê hem bireserê diçemînin. Ev jî, di zimanê nivîskî de nehatiye qebûlkirin.

Mînak: Min te dît (her du jî hatine çemandin)
Li gor rêzimana (gramera) kurmancî di zimanê nivîskî de ev hevok, hote (wisa) cîbicî bûye:

Min tu dîtî.

(Şayet di derheqê “cînavên kesane yên xwerû û çemandî” de an jî di derheqê “gerguhêzî û negerguhêzi”yê de pirseke hingo (we) hebit (hebe), fermon pirsyar biken (bikin).)

Dê bidome…

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply