Deng ê klam û stiran ên kevneşopi Sûrê deng vedidin

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê di sala 2007an de ji bo dengbêjan malek vekiriye. Di vê malê de 27 dengbêj he ne. Ev dengbêj her roj têne cem hev û ji bo mêvanên xwemalî û biyanî klamên xwe distirên. Lê di şerê nava Sûrê de mala dengbêjan jî rastî êrîşan hatiye û demekê girtî maye. Piştî ku şerê nava Sûrê bi dawî hat tadilata wê hatiye kirin û niha dengê klam û stranên kevneşopiya kurdî dîsa li dîwarên Sûrê deng vedidin.

Dengbêjî bingeha çanda kurdî ye lê ji ber qedexeya zimanê kurdî dengbêjî jî li bakurê kurdistanê kêm bûye. Loma jî ji bo ku çanda dengbêjiyê ji nû ve bê vejandin û ev çand ji bo nifşên nû bê veguhastin li mala dengbêjan her roj dengê klmanan bilind dibe. Ehmed Yilmaz Berpirsê mala dengbêjan e. Yilmaz ji ber êrîşên bi ser mala derngbêjan de dilgiraniya xwe tîne zimên û dibêje; tevî vê êrîşê hê jî ji vir dengê klam û stranan bilind dibe. Yilmaz ji bo plansaziyên pêşerojê yên di derbarê mala dengbêjan de jî wiha axivî:

Ehmed Yilmaz-Berpirsê Mala Dengbêjan dibêje: “Em dixwazin ku li vir atolyeyeke dengbêjiyê vekin. Mesela hinek ciwan he ne, dixwazin hînî dengbêjiyê bibin. Di vê mijarê de hinek dengbêjên me yên pispor he ne. Ew ê van ciwanan hînî dengbêjiyê bikin.”

Şaredarî heqê rê û xwarina dengbêjan dide. Lê piraniya dengbêjan malnişîn in. Dengbêj dibêjin em vî karî ji bo xizmeta çand û zimanê kurdî dikin. Yek ji dengbêjên vê malê Mistefayê Botî ye. Botî dibêje vî şerî li ser wan bandoreke mezin çêkiriye.

Dengbêj Mistefayê Botî dibêje: “Vî şerî tesîreke mezin li me kir. Ne tenê li me, li her kesî kir. Lê mala me ya dengbêjan di nava şer de bû. Ev der jî hatibû qedexekirin loma 10 – 15 rojan em nehatine vê derê lê jê pê ve em her roj dihatin.”

Berî şer û pevçûnên li bakur gelek turîstên xwemalî û biyanî dihatine mala dengbêjan. Lê niha mêvanên mala dengbêjan kêm bûne. Dengbêj Hecî Cemalê Nenyasî jî ji bo xelkê Diyarbekirê dilgiraniya xwe tîne zimên û dibêje xelkê Diyarbekirê pir nayê vê derê, bêhtir mêvanên me ji derve ne. Nenyasî bi kêfxweşî behsa eleqeya turîstan jî dike û wiha dibêje:

Dengbêj Hecî Cemalê Nenyasî dibêje: “Mala me ya dengbêjan pir li xweşa turîstan diçû. Gava dihatin û me ji wan re klam digotin, hemî dinivîsandin. Fotografên me dikişandin û bi xwe re dibirin. Lê destpêka vî şerî  virde êdî nayên.”

Şerê ku nêzî 4 mehan li Sûra Diyarbekirê dewam kirî weke her kesî li ser denbêjan jî bandora xwe çêkiriye. Mala dengbêjan demekê girtî maye, rastî êrîşan bûye û dengbêjan jî nikariye klamên xwe bibêjin. Niha dengbêjên Diyarbekirê xîret dikin da ku him dengê klaman bilind bibe him jî mêvanên mala dengbêjan ji nû ve zêde bibin.

Dengbêjên Diyarbekirê piştî şer ji nû ve dest bi klamên xwe kirin

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply