Pêncşem , 16 Tîrmeh 2020

Demar

Demar, (bi îngilîzî:nerve) beşa demarekoendamê ye, demax û dirkepetikê bi hemû beşên laş ve girê dide.

Di hinek ferheng û pirtûkan de ji dewsa lûleyên xwînê ( xwînber, xwînhêner û mûlûleyên xwînê), peyva demar an jî damar tê bikaraîn, lê ev şaşiyekî ye. Pêwendiya demar ne bi xwînê, lê bi koendama demarê ve heye.

Gurza tewereyan a li demarekoendama çêwe(DKÇ) wekî demar tê navkirin. Demar ji demax û dirkepetikê dirêjê hemû beşên laş dibin. Li demarekoendama navendî (DKN) jî gurzên tewereyan heye, lê ji wan re xet (tract) tê gotin. Pêkhateya demarên DKÇ û ya xetên DKN ne wek hev in.

Demar li gel şaneya demarê, bestereşane û lûleyên xwînê jî lixwe digire. Bestereşane beşên demarê dipêçîne û bi hev re girê dide, lûleyên xwînê jî ji boy demarê xurek, oksîjen û madeyên pêwist dabîn dikin.

Bi gelemperî demar ne ji gurzek, lê ji gurza, gurzikên tewereyê demarexaneyan pêk tê. Ango gurza demar hîn ji pîçûktir gurzên demaran pêk tê, gurzên pîçûk jî ji tewereyên demarexaneyan pêk tê.
Rûyê demar ji aliyê derve bi çînek bestereşane ya rîşalî ve dorpêçî ye. Navê vê çînê epînoryum e (bi îngilîzî: epineurium). Di nav demarê de hîn piçûktir ji gurzên tewereyan hene, navê vana gurzik e (bi îngilîzî :fascicles). Her gurzikek jî bi perdeyek bestereşane ya rîşalî pêçayî ye, navê vê perdeyê perînoryum e( bi îngilîzî:perineurium). Di nav gurzikan de gurzên tewereyan heye, her tewereyek jî bi perdeyek pêçayî ye, navê vî perdeyê endonoryum e(bi îngilîzî: endoneurium).

Demar bi kîjan beşa demarekoendama navendî ve girêdayî be li gor wê beşê tê polenkirin. Hin demar bi demaxê ve girêdayî ne û wekî demaxêdemar(kiloxedemar) tê navkirin. Hinek demar jî bi dirkepetikê ve girêdayî ne, ji wan demaran re jî dirkedemar tê gotin.

-Demaxedemar-

Demarên rasterast ji demaxê derdikeve an jî dikeve demaxê, wekî demarên demaxedemar an jî kiloxedemar (bi îngilîzî:cranial nerves) tên navkirin.

Demaxedemar 12 cot in û ji demaxê ber bi serî, stû, sing û zikê ve dirêj dibin. Hinek ji van cotan, demarê hestê ne, hinek demarên livînê ne û hinek jî demarên têkel in. Tewereyên hestedemarê, dirêjê nav demax dibin û bi demaxê ve girêdan çê dikin. Tewereyên demarên livînê ji demax derdikevin, bi masûlkeyên serî, stû an jî dil û rûvî ve girêdayî ne.

Ji 12 cotê demaxedemarê, sê cot, gurza demarerîşalên hestê lixwe digirin, loma wekî hestedemar an jî demaxedemarên hestê tê navkirin. Herwisa ji wan re demarên hatî jî tê gotin.

Pênc cotê demaxedemar ji gurzên tewereyên livînê pêk tên, loma wekî demaxedemarên livînê tên navkirin. Demarên derketî navê din e ji boy demarên livînê. Çar cotê demaxedemarê, demarên têkil in.

Demaxedemarên hestê, hestên wekî bîstin, çejtin( tahmkirin), bînîn( dîtin) û bêhnkirinê, bi navbeynkariya hestewergiran ji guh, ziman, çav û difin digire û ber bi demax ve diguhazîne.

Demaxedemarên livînê, ji demax ragihandinan diguhazinin masûlkeyên wekî yên ji boy livîna goga çavê, vekirin û girtina palikên çavê, girjbûn û xavbûna masûlkeyên bîbika (bilbile) çavê, cûtina xurekan, livîna ziman , livîna masûlkeyên dev û lêv û rûyê mirovan.

Yek ji demaxedemar a navdar demara vagus e. Vagus navê demaxedemarê ya dehem e. Vagus demarek têkil a demerakoendama xweyî ye.

Li demara vagusê, gurzên demarerîşalên livînê ji demax dirêj dibe ji boy çalakkirina masûlke û rijênên hin endamên li sing, zik û hewzê de cih digirin. Herwisa ji heman endaman demarên hestê jî bi navbeynkariya vagusê dirêjê demaxê dibe.

Beşa demarên livînê ya demara vagusê li ser çalakiya masûlke an jî rijênên gewrî, qirrik, borrîhewa û liqeborîhewayan,dil, soriçik, gede, rûvî, kîsikê zeravê, gûrçik, spil mîzdank û lûleyên xwînê bandor dike.

Beşa demarên hestê ya demara vagusê ji van endamên jorê ragihandinan digire û ber bi demaxê ve diguhazîne.

-Dirkedemar-

31 cotên dirkedemarê, ji herdu aliyên dirkepetikê derdikevin û demarekoendama navendiyê bi masûlke, rijên û hestewergirên laş ve girê didin. Dirkedemar bi yekbûna hezaran tewereyên demarxaneyên livînê û yên hestê çêbûyî ye. Hemû dirkedemar, ji demarên têkil pêk tên. Ango Hemû coten dirkedemarê ligel tewereyên demarexaneyên hestê, tewereyên demarexaneyên livînê jî lixwe digirin. Dirkdemarên ji endamên hestê ragihandin tînin dirkepetikê, wekî demarên hatî ( bi înglîzî: afferent nervê) tên navkirin. Demarexaneyên demara hatî jî,wekî demarexaneyên hatî tên navkirin. Hin ji dirkedemaran demareragihandinên ji DKN diguhazînin masûlke û rijênan, ji van demaran re demarên derketî(bi îngilîzî: efferent nerve) tê gotin. Herwisa xaneyên van demaran jî wekî demarexaneyên derketî tên navkirin. Piraniya demaxedemaran û hemû dirkedemar herdu cure demar, demarên hatî û demarên derketî lixwe digirin.

Her dirkedemarek bi du rega xwe bi dirkepetikê ve girê dide. Tewereyên demarexaneyên hestê( demarên hatî) ji hêla pîşteregê dikeve dirkepetikê.Laşên demarexaneyên hestê li pişterêgê de kom dibin kombûna laşê xaneyan dibe sedema çêbûna girêkê, ev girêk wekî girêka pişteregê tê navkirin. Tewereyên demarexaneyên livînê ji beşa zikeregê ji dirkepetikê derdikevin. Ango beşa piştê ya dirkepetikê pêşwazîya demarên hestê dike, peşa zikê ya dirkepetikê jî cihê derketîna demarên livînê ye.

Nivîskar: Kurê Reşîd

* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Demar

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Leke û Dermankirina Lekeyan

Lekeyên li ser rûyê mirovan pirsgirekeke berbelav e. Jêxilasbûna lekeyan ne hêsan e. Gelek rê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.