Cizîrî û Tecelliyên Rast û Çep – Necat Zivîngî

Weke helbestvanekî mutesewif, Melayê Cizîrî jî di helbestên xwe de geh li meyxaneyê ye, geh li meclisa reqs û semayê ye. Her çiqas êş û elem hebin jî, ew tim mîna perwaneyê li dor yara xwe ye. Bextewar û şeng e. Bi wesifdan û pesindana yarê mijûl e. Por û biskên yarê weke tarîtiya şevê û aktorên dunyayê ne, ku bala mirovan dikşînin, berê wan diguherînin. Lêbelê rûyê wê mîna rojê ye ku ji nav wan hiltê û şewq dide. Rewşa Ereb, Ecem, Hindû, Rûmî û Teteran a siyasî jî tim rewşa yara wî bi bîra wî tîne. Ji yarê pê ve çavê wî tiştekî din nabîne. Her tişt ji yara wî re ‘eks û ayîne ye.

Di vê helbestê de jî rewş bi vî awayî ye.

Nêrgizên şeng-i di mest in çep û rast
Saqiyan cam-i di dest in çep û rast
Yarên bi rengên şitla gula nêrgizê ku zirav û bilind in, di demên sohbetê de mest û serxweş in. Lew bi rast û çepê ve dihejin û dimilmilin. Saqiyên peyaleya meyê li ser destên wan jî rast û çep digerin li meclisa yaran.

Rast û çep tên ceger û sîne kulab
‘Er’erên şeng-i di mest in çep û rast
Li rast û çepê tîrên wekî şîşên çengel ên sorkirî tevlî neynûkên dilberê li dil û ceger û singa min dikevin, qul dikin. Yarên mîna dara ‘er’erê li rast û çep mest û serxweş in.

Tox û ala ku xwiya bûn ji ‘ecem
‘Ereban tîpi şikestin çep û rast
Dema sencaqên leşkerî û ala ji hêla ecemistanê xuya bûn, por û biskên ku di tarîtiya xwe de weke ‘ereban reş in, şikestin, ji meydanê xwe dan alî, rast û çep.

Ber vi şerqê di seher westayî yin
Hindûyên rojiperest in çep û rast
Di seheran de wekî wan kesên Hindî yên rojperest ji bo ji ruyê dilberê yê weke rojê re bikin secdeyê, li bendê ne ku roj ji wan bisk û gulangên yarê yên wekî reşiya kesên Hindistanî derkeve.

Qeyserê Romê li serheddê Firing
Top û zincîr-i vebestin çep û rast
Qeyserê Rûmê li sînorên Ewrûpiyan top û zincîr danîne rast û çep. Çawa Qeyserê Rûmê bûye sînorê Ewropiyan, her wiha dilberê bi awirên çavên xwe û bi êrîşên peyvên xwe mîna Qeyserê Rûmî bi danîna zincîr û xelekên wekî dafikan li çep û rast bend li hember min danîne.

Herdu destên xwe hemail şevekê
Me ji bo yarê dixwestin çep û rast
Me dixwest ku şevekê herdu destên xwe wekî qeyd û bendan li bejn û bala yarê û li qirika wê pevxista û ji hêla çep û rastê ve himbêz bikira.

Ve Melê sirperiya horîsifet
Sed melek dest-i bi dest in çep û rast
Bi destê sûrperiya horiyên cinnetê re ey Mela, dîsa bi sedan melekan rast û çep girtine, dimeşin, tên reqs û dîlanê.

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply