Sêşem , Tîrmeh 23 2019
Destpêk / Agahî-Nûçe / Kurdekî mezintirîn xelata Bîrkariyê ya cîhanê wergirt

Kurdekî mezintirîn xelata Bîrkariyê ya cîhanê wergirt

Ciwanekî Kurd ê Rojhilatê Kurdistanêmezintirîn xelata cîhanê ya bîrkariyê wergirt, xelata Fields wek xelata Nobela bîrkariyê tê zanîn û her 4 salan carekê di warê bîrkariyê de tê dayîn.

Xelata Fieldsê li bajarê Rio De Janeiroya Berazîlyayê di konferansa navdewletî ya bîrkariyê de pêşkêşî 4 zanayên bîrkariyê hat kirin, yek ji wan Koçer Bîrkar bû ku kurdekî ji bajarê Merîwana Rojhelatê Kurdistanê ye û li Brîtanya dijî.

Professor Koçer Bîrkar di dema wegirtina xelatê de got “hêvî dikim ku min dilê 40 milyon Kurdan xweş kiribe”.

Ji bilî Professor Koçer Bîrkar, Alessio Figalli, Peter Scholze, Akshay Venkatesh jî xelata Fields di warê bîrkariyê de wergirtin.

Di konferansê de bi tevahî 5 xelat li 8 kesan hatin diyar kirin.

Xelatên hatine belavkirin û girtiyarên wan ev in:

  • Xelata Gauss: David Donoho
  • Xelata Chern: Masaki Kashiwara
  • Xelata Fields: Koçer Bîrkar, Alessio Figalli, Peter Scholze, Akshay Venkatesh
  • Xelata Nevanlinna: Constantinos Daskalakis
  • Xelata Leelavati: Ali Nesin

Derbar Ridwan Xelîl

Avatar
Ji nisêbînê ye. Rojnamegerî, Weşangerî, Grafîkerî û televîzyongerî kiriye. Li îzmîr, Stanbol, Mêrdîn û herî dawî li Enqereyê jiyaye.

Dikarê vê jî bixwênê

Li Duhokê bermayên şaristaniyeta Mîtaniyan hate pêşandan!

Rêveberê cîh û warên dîrokî yê Duhokê îro 27.06.2019ê di civîneke çapemeniyê de dîtina cîh …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *