Nêrîna Zanista Anarşîst

Nêrîna Zanista Anarşîst (Anarchistic View of Science)

Nêrîn û feraseta zanistî ya ku ji aliyê Paul Feyerabendê zanyarê USAyî ve, ku bi eslê xwe avusturyayî ye hatiye berfirehkirin. Ev feraseta zanistê ji angaşta felsefeya zanistê a nûjen nexweş e, dikeve rê û anarşîzma epîstemolojîk mîna derman û alavekê bikar tîne. Di vê xalê de meriv dikare bibêje ku nêrîn û feraseta zanista anarşîst, li dijî feraseta zanista klasîk û li dijî feraseta zanistê a şoreşger jî radibe.

Ev feraset di heman demê de bi dorê, pluralîzmeke metodolojîk (rêgehnas), teorîk û disiplîner jî diparêze û bi awayekî nakok, xala destpêkê ya anarşîzma siyasî dipejirîne, ku piştî Ronahîdariyê (Enlightenment) derketiye holê. Li gor vê yekê anarşîzma siyasî, mîna dostekî li zanistê mêze kiriye û jê bawer kiriye ku dê xwezayê û mirovî rast rave bike û dê li hemberî ramanên kalibgirtî yên demborî, gelek çekên ramanî yên saxlem peyda bike. Ligel vê yekê zanista ku mîna alavekî di xizmeta anarşîzmê de bû, di sedsala 20an de destê xwe ji felsefeyê şûştiye û mirov, nema bûna xema zanistê. Li ser vê yekê Feyerabend gotiye dem ew dem e, ku divê em wê pergala armanc-alavê serobino bikin û zanista nûjen a nexweş baş bikin û bêxin xizmeta mirovahiyê. Ji bo pêkanîna vê yekê jî, divê em anarşîzmê bikar bînin. Tiştê ku feraseta zanistê a Feyerabendî ji şikberî (scepticism, şikwerî) û anarşîzma siyasî cuda dike, anarşîzma wî ya epistemolojîk yan jî anarşîzma wî ya zanistî ye. Lewre em baş dizanin ku şikber, ji hemû tiştan gumanê dikin (di şikê de ne) û anarşîstên siyasî jî, dixwazin hinek awayên jîyînê qedexe bikin. Lêbelê anarşîstên epîstemolojîk, li hemberî tu ramanan ranabin û dikarin ramanên nebihîstî jî biparêzin. Anarşîstên epîstemolojîk çawa ku ne girêdayî programekê bin, wiha jî ne girêdayî yan jî ne dijminê teorîyekê ne jî. Aqlê xwe, hestên xwe, tinazê, xweragiriyê û dikarin hemû rê û rêbazên ku têne zanîn bikar bînin.

Epîstemolojîk anarşîzm, dema pêwist bibîne dikare hemû rêgehan bikar bîne û tu ramanan, tewşomevşo (pûç û vala) nabîne. Tekane tiştê ku anarşîzma epîstemolojîk li dij derdikeve, pîvanên (qeîde, kriter) gerdûnî ne. Meriv dikare vê feraseta zanistê ya Feyerabendî bi gotina ‘hertişt pêkan e’ jî bibêje, ku beriya her tiştî di mijara disîplînan de pluralîzmek e. Li gor nêrîna Feyerabend zanist, di têkoşîna meriv ya li dijî xwezayê de alaveke balrakêş e û yek ji wan terzên fikirînê ye. Lêbelê, ne tekane rê ye û nabe ku were pûtkirin û li hemberî azadiya mirovan, vebiguhere alaveke zilm û zordestiyê. Li gor vê yekê, divê zanist bi serê xwe nemîne, ne bi serê xwe be û dema pêwîst be, divê meriv (zanyar, zanistvan) bikaribe serî li efsane, dîn û sêhrê jî bide. Ango, dema pêwist be meriv dikare serî li hemû rê û rêbazên ku ramana aqilperest jê heznake, bide. Li gor nêrîna zanista anarşîst bûyer (olgu, fact), ji teoriyan ne serbixwe ne û teorî dikarin wan derbixine holê. Li gor vê yekê, ji hêla teoriyan ve jî pluralîzmeke dixwaze. Ji ber ku bûyer, encax bi xêra (alîkariya) vebijarkan (alternatîfan) dikarin derbikevine holê. Lêbelê, heqîqet jî encax bi pevçûna vebijarkan dikarin derbikevine holê, yan meriv encax bi saya pevçûna vebijarkan dikare xwe bighîne heqîqetê. Di vir de jî em dibînin ku feraseta zanista anarşîst, pluralîzmeke metodolojîk (pluralîzmeke rêgehnas), diparêze.

Li gor bîr û baweriya Feyerabend, zanist li gor rê û rêbazên naguhêr kar nake, naxebite û ramaneke bi vî rengî, qet ne rast e. Lewre, gelek metodên zanistê hene û metod, ne yek tenê ye. Dema meriv li dîroka zanistê mêze dike, meriv bi hêsanî dibîne ku gelek caran zanyaran guh nedane rê û rêbazên metodolojîk û wan binpê kirine. tr: anarşist bilim görüşü

Çavkanî

Ferhenga Civaknasiyê – Ali Gurdilî 

gurdili.blogspot.com

Derbar ziman

Check Also

Bajar û roman hevdu ava dikin – باژار و رۆمان ھەڤدو ئاڤا دکن

Mirov ti carî neçûbe bajarê Dublînê jî tenê pirtûkên nivîskarê îrlandî James Joyce (1882–1941) bixwîne …

Leave a Reply