Çîroka Agît (2)

Ji bo çîroka YEKEMÎN Pêlêke

Agît biwêr û bi rewşekî kelecan gîhişte şikeftê, şewka tavê derıyê şikeftê ronî dikir. Agît li ber dêrıyê şikeftê piçek rawestiya, çav li hawîrdorê xwe gerand û bi gavên biçûk hêdî hêdî kete şikeftê. Dilê xwe wek kewokekî li nav singê xwe de hêsir mabû dilerziya. Lewra ji bo ku kelecana xwe kêm bike bang kir/xwazî kir lê bê dengê xwe tiştek nebihîst. Li ser vê yekî Agît bêhn teng bu û xwast ku vegere lê çawa ku berî xwe vizkir dengekî kur û efsûnî , bê dengiyê şikeftê xemiland. Agît bi bandora wê dengê efsûnî xerbiliya û hişê xwe venda kir, kete erdê.

Agît çend xulek şûnda hişyar bû û çavê xwe vekir. Ew şikeftê tarî wek rojekî diçûrisiya, her dor ronî bû. Agît li dîjî xwe kalekî rûpak, rî dirêj û rûken dît. Ew kala birastî dilê mîrovan germ dikir. Kûmekî gewr dabû serê xwe, kirasekî zer li xwe kirîbû û destekî wî de jî gopalek hebû.

Agît rabû pê /ser piya û wiha got :

– Kalo tu kî yî, tu li vir çi digerî, çima ew der ew qas ronî ye ?

Kalo:

– Heval Agît heger min te tirsandi be min biborîne, ji min tu xirabî nayê te, netirse. Ez li hêwiya te bûm, li benda te bûm.

Agît :

– Tu navê min ji ku dizanî, ji min çi dixwazî, çima li benda min î?

Kalo:

– Pîçek rûne, min guhdar bike. Ez ê yek bi yek bersiva hemû pirsên te bidim lê tu gotinê min nebire, tenê guhdar be tu yê min fehm bikî.

– Binhêre Agît, li pêşî ez xwe naskirin bidim. Ez kalekî nod salî me. Nêzî pênce salî bervê, min şivanî dikir, kûç bi kûç zozan bi zozan digeriyam. Rojekî çawa bû min fehm nekîr, dîsa li ser kûçekî bûm lingê/nigê min şûtikiya û ketim erdê. Êş û jan e kî gelekî giran bû, dijwar bû. Her derê min diêşiya, lewra rabûm pê û min dît ku histiriyek ( kûmê xwe derxwist û serê xwe ji Agît re nimand) ji serê min re çûye. Min çawa kir lê derneket. Lewra min her wiha li nav mêjiyê xwe de dengê kirîna, nalîna hemû xweza hest kir. Dibe ku tu bawer nekî lê ez rastiyê dibêjime. Min tu kesî re ew rêzê xwe negot. Lewra bala min kişand ku, ew histiriya wek Rojê diçûrisiye, ev ronîbûna şikeftê ji vê histiriyê tê.

Agît :

– Kalo, bi min nekene, ji min re çi ji çirokê te, ez diçim. Min fehm kir tu dîn î an jî tu min dixapînî.

Kalo:

-Agît, tu mîrovekî xort û dilpakî, ez saleke te dişopînim, ji bo wê yekî min te hilbijart êdî vegerîn tune. Pîçek din guhdar bike, min hîn mijarê herî giring negot.

 

Fırat Büyükfırat

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply