Wêjegeh

Îlon, 2016

  • 15 Îlon

    Kawîs Axa (1889-1936)

    Navê wî Weys kurê Ehmedî kurê Cemîlê Kanebî yê Herkî ye. Ew di sala 1889-ê de li zozana Çarçelê ji dayik dibe. Karê babê wî şivantiya terş û kewalan bû û wan jiyana xwe di navbera deştên rojhelata Mûsilê û zozanan de derbas dikir. Kawîs Axa di nav rewşeka weha de mîna babê xwe ket ber şivantiyê û di ber …

  • 9 Îlon

    Ritmê Linga

    ((Wê çaxê ez derketim derve min bala xwe da ne Meyrema Miho Begê li ser zîrkezîrka qundira ji mihela me ya jêrî tê)) Ji sitrana meyrema miho begê bi Dengê nemir: Bavê Selah   Ger awaz bi dîtina wê sewda nebê û zurnecî û vexwendiyên ahengê tev bayê semayê bi şahî xwe bı ser dîmê fedok de bernedê û ji …

  • 8 Îlon

    Kesera Xewnan

    jiyana li nav mijê bi nependiyên xerîb vedibêjim şev û rojên min di keserkûriyê de herimîn êş û şadiyên min bi hev şa dibin gewriya helbestê di tîbûna hevokan de qewirî serdema xwînmij kirasê koretariyê li bejna xwe pêçaye sirên temenê talanbûyî di ferhenga aso de berhev dikim bilbilê baranê li dengvedana sibehê di awaza xwe de ker û lal …

  • 6 Îlon

    Melayê Bateyî Nasbikin

    MELAYÊ BATÊ yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e. Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Bedirxan: “Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: »Sahirê siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heşt sed …

  • 6 Îlon

    Kî Çi Bike Xwedê Dibîne

      Carek ji cara, rehmet li de û bave hazir û guhdara: Hebû tunebû Melakî hebû. Diben rojeke mele dibe min ewqas dersa feqiyan da, ka ez îro feqiyen xwe biceribînim, gelo tiştekî ji min fer bûne an jî na: “Mele gazî feqiyan dike û 3 heb mirîşkan dide deste wan, ji wan re dibe herin van mirîşkan sej bikin, …

  • 5 Îlon

    Newêrek û Dêw-Çîrok

    Dibên carekî cebarekî, çil kûsî li serê darekî, kûsî jorda li erdê ket qirqijî, rehmet li dê û bavê cemaetê, ê min jî. Hebû tune bû, ji welatê serhedê camêrek bi navê Elenewêrek hebû, her wiha jina wî ya bi navê Gogerçîn jî hebû. Camêr merivekî gelekî tirsonek bû, wusa tirsonek bû ku ji tirsa qet ji malê dernediket derve, …

  • 2 Îlon

    Berken Bereh û Rewşenbîriya Kurdî

    Bi alikariya Xerzî Xerzan     Mirov di pêvajoya jiyana xwe de gelek kesan û fikran ji bo pêşeroja xwe mînak digre û dinyaya xwe, mêjîyê xwe û her warê jiyana xwe bi raman, nêrîn û sekna wan kesên hêja dixemilîne. Ev kes carna dê û bav in, carna mamoste ne û carna jî rewşenbîrên binavûdeng in. Dê û bav …

Tebax, 2016

  • 31 Tebax

    Şox û Şengê – Melayê Cizîrî

    Şox û şengê zuhrerengê Dil ji min bir dil ji min Awirên heybet pilingê Dil ji min bir dil ji min Wê şepalê miskê xalê Dêmdûrê gerden şemalê Çîçeka terhîn-i wala Dil ji min bir dil ji min Surşirînê nazenînê Kuştim û nakit yeqînê Wê bi çengala evînê Dil ji min bir dil ji min Rohniya çehvên Melayî Ew tecellaya …

  • 28 Tebax

    Gotinên Pêşiyan

    Gotin gelekî watedar in. Her gotinek, bi qasî deh rûpela mînak jê tê nivîsîn. Ji xwe her gotinek, destpêka bûyerekê an jî ya çîrokekê ye. Gotin, di kîjan dîrokê de an jî di kîja demêde hatîye ziman kes nizane. Bi tevayî gotinên gelêrî ne tu kes nikare li gotina an jî li biwêja xwedî derkeve. Levma gotinên kurda, ji zeman …

  • 27 Tebax

    Wergervaniya Kurdî

    Wexta ku mirovahî li cîhanê peyda bûye û dest pê kirîye belavî her hêlê bûye, komên mirovan ên cîyawaz rastî hev hatine û bandor li hev û din kirine, werger jî yek ji wan çalakîyan e ku bi vê yekê re bi neçarî peyda bûye û berdewamîya du bivênevêtîyên mirovî yên ku em dibêjinê keltor û şaristanî gengaz kirîye. Werger …