Kî Çi Bike Xwedê Dibîne

 

Carek ji cara, rehmet li de û bave hazir û guhdara: Hebû tunebû Melakî hebû. Diben rojeke mele dibe min ewqas dersa feqiyan da, ka ez îro feqiyen xwe biceribînim, gelo tiştekî ji min fer bûne an jî na: “Mele gazî feqiyan dike û 3 heb mirîşkan dide deste wan, ji wan re dibe herin van mirîşkan sej bikin, dema ku we serje kir, bila tu kesekî nebîne!… Le du heb feqî minşken xwe befikir serje dikin û ten!

 

Le bele Feqî ye seyemîn bi pisporî tevdigere; diçe li çol û çiya cihen be mirov û heywan digere. Wer hasile kelam ez pirr direj nekim. Kuda diçe û difikire dibe wele, ez li ku serje bikim we Xwede Teâla bibîne. Werhasile kelam mirîşka xwe serje nake, cardin digre û şûnda te.

-Mele je re dibe te mirîşk serje kir?

Feqî dibe na ez xulam.

-Mele dibe çima?

Feqî dibe Seyda te got li ciyeke wusa serje bike bila tu kesekî nebîne!… Heyran ez pirr geriyam min li ku serje bikira Xwede Teâla didît…

-Zehf kefa mele te, diçe çaven feqî ye xwe maç dike, dibe bele wusa ye: „Kî çi bike, beguman Xwede Teâla dibîne”, kure min te îmtihana xwe qezenc kir. Le mixabin hevalen te nekir. {Ayet û Şirove li jer e}.

Çîroka mi l’civata yaran Rehmet li de û bave guhdaran Ji xencî xayîn û gemaran

 

£irok: Gelen

Berhevkar: Ebdurehime Mu§i dengbej @hotmail.de AYET

Lewra Xwede Teala di Qur’ana Kerim, Surete Zilzal, Ayeta 7. u 8. de wuha Ferman dike: “7. Her ki bi qasi girani ya zerre-ki basi ye bike, we wi bibine. 8. U ki bi qasi girani ya zerre-ki nebasi ye bike, we wi ji bibine”.

  • irove

Lewra ku mezina ji gotine: “Mirov gi dike para Xwede te de bihele. ”

Ki gi bike: “Beguman Xwede Teala dizane u dibine”. Bila qe kesek xwe nexapine!…

Her wiha Milyaketen Xwede Teala ji xer u gunehen mirovan hemu di nivisinin u qeyd dikin.

Dive mirov ji: “Ni’mete Rebbe xwe re sipasdar be, nankoriye neke u zilme ji li kesi neke!…

-Beguman Xwede Teala roja Hisabe giran, hisabe Xwe bi hemu mirovan re dibine.

Lewra mezina ji gotine: “Xwede Teala heqe Bizina Kol ji a bi Qilog re nahele”.

Sere her ti§ti Xweda ye; navbera xwe u Xweda ye xwe xerab nekin!

Mezina gotine: “Bila Xwedeyar be, dinya tev neyar be”.

Hun emaneti Xweda bin

 

Ebdurehime Muşî

Çavkanî: serhed.org

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply