Wêjegeh

Hezîran, 2020

  • 28 Hezîran

    XWEŞÎ Û VEGOTİNA ÇÎRÇÎROKÊ

    Çîrok an çîrçîrok (li gor min çîrçîrok xweştir û baştir e) qesta min çîrokên folklorik yên di nava gel de têgotin. Hûn çi dibêjin bibêjin çîrçîrok ji kalanên me gîhîştine kal, pîr, dê û bavê me. Kal û pîrên me tev çîrçîrokan zanibûn. Kêm-zêde çîrçîrok zîndiya xwe hê jî di nav gel de berdewam dike. Ferqa çîrok û çîrçîrokê mijarekî …

  • 23 Hezîran

    Şûndiyarî..!

    Çi Xweşmirovî ye..!? Diyarî..!           Evîn be..!                    Dildarî be..!                                 Hestzelalî be..! Can be..!          Xweşî be..!                      Geşbîn be..!   Çi bêbextî û hovîtî ye!? Şûndiyarî..            Kîn be..!                   Hovberî be..!                                    Kul be..! Jan be..!         Nexweşî be..!                          Reşbînî be..!     Çi dilovanî û rewiştbilindî ye!? Kar …       Dilsozî be..!                    Rastgoyî be                                     Rêzdarî be Canfîdayî be..!                   Hevaldostî be                                       Hevrayî be..! Çi bedxwazî û mejîreşî ye!? …

  • 17 Hezîran

    Tasek Av – Paşa Amedî

    Bav di ciwantiya xwe de li zarokên xwe pir mêze dikir û ji wan pir hez dikir. Tu car zarokên xwe birçî nedihişt. Bav bi çi awayî be zikê zarokên xwe têr dikir… Rojekî diya zarokan çûbû mala bavê xwe, bav û zarokên xwe tev li mal bûn. Bav wexta ku tî bû, ji zarokên xwe tasek av xwest, zarokê …

  • 13 Hezîran

    Alîmeke Kurd: Şêx Mihemed CAN

    Hin mirovên hêja wexta xwe de zêde ne hatine naskirinê, ji piştî mirina wan qedrê wan zêde bîye û hatine naskirinê. Hin mirovjî ji ber hin sedeman nav, deng û berhemên wan hinda bûne. Îro gelek nivîskarên klasîka Kurda heye ku çi bi nav çi jî bi berhemên xwe ve nayên zanîn;  ango berhemên wan hebin û gêhîştibîn îro jî, …

  • 12 Hezîran

    Çivîk û Kew û Ker

    Çîrokek Ji Herêma Sêrtê Çivîk û Kew û Ker Carek nav cara rihmet li dê û bavê hazir û guhdara, qedal şeytanê qulê dîwara, nelet bê li bavê hakim û tehsîldara. Hebû tine bû çiştek ji xwe Xwedê mestir tine bû. Hebû Kerek û Kewek û Çivîkek. Ev her sê bûne deste birayên hev. Rojekî ji rojan cara her sê …

  • 8 Hezîran

    Roniya Te

    Di şevtariyê de bûm Ji te dûr û bêagah Bêkes û bêwar li xelekên cudahiyê Ne  min xwe dinasî, ne dihatim nasîn Ne jî rêya çep dest ji min dikir Digel ku min dest ji xwe ber da bû Li rasta rêya ronî û ber çav Li bîrên tarî û ligel mar û mûrî bûm Ew zindiyê li jiyanê mirî, …

  • 7 Hezîran

    Têgehên Netewî û Welatparêziya Melayê Cizîrî

    Gellek lêkolîner welatparêziya wêjeya kurdî ji Şêx Ehmedê Xanî destpêdikin û heta dewra îroyîn jî tînin. Ev fikir ji sedî sed rast nîn e. Xanî gellek ked daye û di dewra wî de bi xebatên xwe di wêjeya kurdî de cihekî mezin ji Kurdbûn, ji Kurdistanîbûn û ji Zimanheziyê re veqetandiye û ev fikrên netewîbûnê bi Xanî re gihaştiya kemalê. …

  • 7 Hezîran

    Pirsname – Ciwanê Abdal

    20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Ciwanê Abdal 1. Çandname: Peyva ku herî jê hez dikî?  Bijî gelê Kurd, Bijî Kurdistan.. Bijî evîna min. 2.Çandname: Van rojan  kîjan stranî guhdarî dikî?  Li stranên Mem Ararat guhdar dikim, çimkî gotin hesanin û bi wate ne, û him jî awaz xweşin. 3.Çandname: Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye? Ez …

  • 5 Hezîran

    RÛPELEK JI PIRTÛKA KEVNAR!

    Roja 26/ 05/ 2020, saet: 14.15, min nivîsek bi sernavê PIRTÛKEK KEVNAR HATE DÎTIN weşandibû. Biraderê me Mihemed Nêçîrvan 16 rûpel ji wê pirtûka 22 rûpelî, bo min hinartibûn. Îro min rûpelek ji wan veguhazt tîpên Latênî. Wek uslûb û naverok, diyar e ku ev berhem a Ehmedê Xanî ye. Dibe ku ev, beşek ji Memozînê be jî. Bêguman gelek …

  • 3 Hezîran

    3 Pirs 3 Bersiv – Şêx Zelala ji Fînê

    Gelek spas ji bo vê hevpeyvînê û spas ji bo keda we ya bê hempa. Hûn karekî pir pîroz dikin. Di warê nivisandina Kurdîyê de hûn cesaret didin ciwanan. Her serkeftî bin. Bi rastî pir kêfxweş bûm ku we vê derfetê da min ku ez çend tiştan bînim dev. Berî ku bersiv bidim pirsên we bi kurtasî divêm hinek behsa …